|

Beyana PSK li ser erdheja Bîngolê
Erdhêjana
Bîngolê
Ewqas
telefat ne qeder e, lê ji bê tedbîrîyê ye
Bîngolcardin
bi ber zilzilê ket. Roja Yekê Gulanê ber bi sibê erd hejîya, bi
dehan avahî hilwesîn, yek ji wan mekteba zarokan bû. Ji nuha va
ji sedî zêdetir mirî, ji 500´î zêdetir jî birîndar heye. Gelek kes
jî hîn di bin pagan da ne û tirs ev e ku mirî û birîndar zêde bin.
Li
Tirkîyê û Kurdistana Bakûr zilzile salê li cîyekî dixe. Li Kurdistanê
di van bîstî- sî salên dawî da gelek cî di erdhêjanê da hilwesîn
û bi hezaran can telef bûn. Gelo çima usa ye? Eva qeder e? Qe nebe
ji bo kêmkirina xisaretê çare tune?
Helbet,
meriv nikare pêþî li erdhêjanê bigre, lê dikare tedbîrên baþ bistîne
û xisaretê kêm bike. Bi taybetî li cîyên ku li ser xeta erdhêjanê
ne.
Berî
hertiþtî jî divê xanî li cîyê saxlem bêne avakirin û baþ bêne avakirin.
Li welatên wekî Japonya ku tedbîr hatine stendin di erdhêjanên herî
xurt da jî telefat kêm e. Di erdhêjanên wek ya Bîngolê da, ku hêza
xwe 6,4 çar e, avahî hilnaweþin û telefata can çênabe.
Li
Tirkîyê jî ev tiþt bi salan e têne qisekirin, lê dewlet û hukumeta
Tirk tedbîr nastîne.
Dewleta
Tirk perê xwe bo sîlehan, bo ser serf dike. Bo xibarbkirinê, ne
bo avakirinê.
Ev
bîst salê dawî di serê dijî Kurdan ê qirêj da ji sed mîlyar dolarî
zêde pere rijandin. Bo çi? Bo þer û bin kirina welatê me. Çar hezar
gundê me þewitandin û hilweþandin, 30-40 hezar însanê me kuþtin,
çar mîlyon mirove me koçber kirin; bê mal, bê erd, bê kar û bê nan
û av hiþtin.
Lê
dikaribûn bi vê mesrefa mezin him ji erdhêjanê ra jî çare bibînin,
xanîyên baþ avakin, him jî ji gelek derd û pirsên dinê ra, wek xweþî,
perwerdegarî çare bibînin û xelkê bikin xwedî nan û kar.
Lê
dewleta Tirk hatina welat û millet di rîya xirab da serf dike, ordîyeke
mezin û hêzeke polês ê mezin xwedî dike, dijî Kurdan, heya dijî
Tirkan... Ew hatina welat û millet dide balafir û keþtîyên ser,
dide tank û top û roketan...
Ango
di erdhêjanan da ewqas zirar, ewqas telefat ne qeder e, çare jê
ra heye; lê ev dewlet dewleteke xirab e, ji van pirsan ra çare nabîne,
serda jî welatê me bi destê xwe ser û bin dike. Bi hezaran gundê
me, û bi dehan bajarê me bi destê xwe xirab dike.
Heya
piþtî vê erdhêjanê jî dîsa êrîþê ser xelkê me kirin, sîleh berdan,
panzer ajotin ser, lêdan, ji ber ku xelk li der, di sermayê da mabû
û çûbû li pêþîya vîlayetê kon û battanîye dixwast û acizîya xwe
nîþan dida.
Heya
ku ev dewlata zalim û zordest, ew hêzên þovîn, nijadperest û mîlîtarîst
li ser hukum bin, ji Kurdan ra jî Tirkan ra jî, ango ji gel ra rehetî
û rindî tune.
Lê
ev sazûmana zordest jî rojekî wê hilweþe wek ya Sahê Îranê û wek
ya Saddam; þik tune.
Bila
serê xwîþk û birayên me yên Bîngolî sax be, ku mirovên xwe di vê
erdhêjanê da winda kirin. Her usa jî em daxwaz dikin ku herçî birîndar
rojkî berê xweþ bin.
Partîya
Sosyalîst a Kurdistan
2 Gulan,
2003
|