| |
Balyozxana
Tirk ya li Kolnê hewl dide ku Pêþangeha
Pirtûkên Kurdî
bide qedexekirin
Derbarî vê marifeta dewleta tirk
da KOMKARê belavoka jêrîn belav kir:
15-05-03
Jİ BO RAYA GİŞTÎ
Çawa ku tê zanîn, me di 6-7-8. Hezîranê 2003 an de li Almanya,
li bajarê Koln “Cigerxwîn Pêşengeha Pirtûkan a Kurdî
“ amade kirîye.
Cîgira Baylozxana Turkîya a Koln, Fatma Ünlü nameyek bo
berpîrsên sazîya ku, pêsengehê lê bê vekirinê, nivîsîye.
Ew di nameya xwe de, di derheqa çapxane û kesên ku wê di
pêşengehê de beşdar bibin, agahdarîyê dixwaze.
Dewleta Turkîya ji damezirandin û eşkerekirina Komara
xwe pê ve, zimanê Kurdî û hemû berhemên, ku bi zimanê Kurdi
hatine afirandin, qedexe kirîye, çi bi Kurdî çi bi Tirkî,
hemû film, kasêt, kovar, rojname û pirtûkên ku, dijî ideolojîya
Tirkan a resmî (fermî) ne, komkirîye, hinek ji wan jî şewitandiye
û tune kiriye.
Dewleta Turkîya, ku dixwaze têkeve Yekitîya Ewropayê,
dera ku ewê di warê dîtinîya aza, mafên mirovatîyê û demoqrasiya
pirdengî de bigije ( merhala) dewletên ewropayî, ew dicedîne,
ku dewletên ewrupayê ji jor ve bîne xwarê, ango bîne sewîya
(merhala) xwe.
Karbidestên Baylozxana bi vê nama xwe dixwazin bizanin
ku, gelo kê di pêşengeha pirtûkan de beşdar dibin,
daku pêşî lê wan bigrin. Ev jî dîsa nîşan dide,
ku ew dewletekî hevdemî nîne.Di alîkî de jî, ev kar, mudaxele
ye di karê û barên dewleta Alman, ku dewleteke serbixwe
ye.
Em bangê karbidestên dewleta Tirk dikin, ku dev jê bîr
û baweriyên şaş û karên dij demokrasî berdin,
qedrê pîvekên hevdem û modern bigrin.
Em bangê hemû kes û sazîyên Kurd, Alman û Tirk dikin, ku
dijî vê helwesta nu hevdemî dengê xwe bilind bikin, her
usan jî, beşdarê Peşengeha Pirtûkan bin, ku di
di 6-7-8. Hezîranê 2003 an de, li Kolnê, li Bürgerzentrum
Alte Feuerwache çêdibê.
Komîta Rêvabirine a Giştî KOMKAR
|
|