|
LI STOKHOLMÊ
MANÎFESTASYON
KURDÊN SWÊDÊ
LI DIJÎ REJIMA SADDAM Û ÊRIÞKARIYA DEWLETA TIRK DENGÊ XWE
BILIND KIRIN
23.02.2003
Komkar-Swêd
Kurdên Swêd roja 22ê sibatê li dijî Saddam,
û dijî êriþkariya dewleta tirk ser
Kurdistan baþûr mîtîngeke mezin pêkanîn. Mîtînga ku ji alî
Komîteya Hevkarîya Hêzên Sîyasî yên Kurd û Kurdistanî, Platforma
Kurdên Ewrûpayê, Înîsyatîfa Kurdên Swêdê, Federasyona Komeleyên
Kurdistanê li Swêdê, Yekîtîya Jinên Kurdistanê, Yekîtîya
Ciwanên Kurdistanê hatibû organîzekirin, mesaja xwe gihand
raya giþrtî. Mîtînga kurdan di medya swêdî da wek xebereke
rojê cî girt.
.Ji hezarûpêncsed kesî zêdetir mêr, jin,
zarok, genc li meydana nav bajajarê Stokholm civîyan, û
bi yek dengî bang kirin:
-Bila rejima Saddam nemîne!
-Rê nedin ordiya tirk ku Kurdistana baþûr
dagire!
-Bila careke din îxanet li kurdan neyê kirin
-Bijî Kurdistan! Bijî Iraqeke federal!
Manîfestasyona kurdan li dijî diktatoriya Sadam
û dewleta tirk ya ku haziriya dagirkirina Kurdistana
Baþûr dike bi serfirazî derbasbû.
Kurd li Sergelstorgê meydana mezin ya nav bajarê
Stokholmê kombûn bi alayên Kurdistanê
û plakat û bi sloganên jorîn xwepêþandaneke
xurt nîþandan.Gelek ji besdarên mîtîngê
resmên qetlîama Helepçê dabûn
dest xwe û nîsanî xelkê didan. Di
vê kombûnê de wezîrê mafên
mirovî û hevkariyê yê Kurdistanê
Þefîq Qezaz jî amade bû û
bi ingilizî axavtinek pêþkêþ
kir. Nûnerên partiyên siyasî yên
swêdî jî axivîn. Thomas Hammarberg
(ji Navenda Palme), Ulla Hoffman (cîgira seroka Partiya
Çep), Conny Fredriksson (Partiya Sosyaldemokrat)
Jan Bjorklund (Partiya Gel) Gustav Frodlin (Partiya Keskan),
Cleas Malmberg (Hunermend) axifîn û piþtgirîya
xwe ji gelê kurd re dîyarkirin. Herçend
li ser operasyoneke Amêrîkayê raya teva
ne yek bû jî, lê li ser mafên gelê
kurd, parastina Kurdistana Baþûr û Iraqeke
Federativ û demokratîk helwesta hemû van
partiyan miþterek bû. Herweha hemû axifevanan
bi tundî êriþkariya dewleta tirk mehkûm
kirin.
Conny Fredriksson bal kiþand ser ihtimala xiyaneteke
Amêrîkayê û got:
- Kurdistana Iraqê bi rêvebirîya xwe bûye
nimûneyeke pêþketî ya demokrasiyê.
Wê xiyaneteke pir mezin be eger Amêrîka
rê bide ordiya Tirk ku biçin û bikevin
Kurdistana Iraqê, iþxal bikin.
Li ser navê Komîta Hevkarî ya hêzên
siyasî yên Kurd û Kurdistanî M.
Sedîq Îmam, û serokê Federasyona
Komelên Kurdistanê Keya Îzol jî
axivîn. Hunermend Þivan Perwer bi sirûd
û stranan civîn geþtir û xurtir
kir. Bi vî awayî kurdên Swêdê
û dostên gelê kurd careke din dengê
xwe ji bo piþtgiriya gelê kurd bilind kirin.
|