.gif)

Yekemîn
pêşangeha pirtûkên kurdî
li Elmaniyayê çêbû
10.06.2003
Di rojên 6,7 û 8ê hezîranê de li Elmaniyayê li
bajarê Kölnê, yekemîn pêşangeha pirtûkên kurdî bi
beşdarbûna bêtirî 20 weşanxaneyên kurdî ji çaralî
Ewropayê vebû. Pêşangeha yekemîn li Elmanyayê ya
ku bi navê Cegerxwîn hatibû sazkirin, di van sê rojan
de wek daxuyaniyeke mişterek ya kurdên Ewropayê ji
bo pêşxistina zimanê kurdî û çanda kurdî pêkhat.
Roja pêşin di vekirinê de 300 kes amadebûn û roj
bi roj beşdarî û eleqe zêdetir bû.
Pêşangehê bi axaftina Newroz Çolemêrgî destpê kir. Piştî vekirina
pêşangehê serokê KOMKARê Fettah Timar li ser giringiya
kar û xebatên bi vî rengî kir. Timar di axaftina xwe de
got ku wê baştir bibûya eger dezgehên kurdan bi hevra
ev pêşangeh vekirana. Daxwaza me di serî de ew bû
ku KOMKAR tevî hin saziyên din bi vî karî rabin. Me ji
hin derdorên eleqeder re jî pêşniyar kir ku em bi
hevra bikin, lê mixabin weha nebû. Em hêvîdar in ku ev
yek sala pêş pêk.
Piştre serokê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Ebdulmelik Firat axaftineke
kurt kir. Di destpêkê de, Firat li ser giringiya yekbûna
Kurdan rawestiya û got: "Em bi hevdu re bin, tikes
li hemberî me namînin!". Firat ku çend roj berê ji
Kurdistana Başûr vegeriyabû behsa ger û hevdinên
xwe yên Kurdistana azad kir û razîbûna xwe ji rewşa
gelê kurd ê vêderê nîşanda. Piştre wî pesnê
amadekarên pêşangewhê (KOMKAR) da û bangî Kurdan
kir ku li pirtûk û wêşanên kurdî xwedî derkevin.
Serokê
PENa Kurd Zerdeşt Haco jî derbarî giringaya
pêşxistina zimanê kurdî yê nivîskî kir û di axaftina
xwe de spasî KOMKARê kir ku bi sazkirina vê pêşangehê
rabûye
Xwediyê weşanxaneya APECê Elî Çifçî
jî li ser pirtûka kurdî û rewşa zimanê kurdî
û weşangeriya kurdî axifî. Çiftçî behsa hin
tradisyonên kurdên Swêdê ên baş û rûniştî kir,
wek çêkirina civînan bi zimanê kurdî, axaftina nav malê
de bi zarokan re bi kurdî û hwd.
Koma Dîlan bi govendên xwe, Koma Nemrûd,
hunermend Fatê, Zibêr Yûsif û Sedat Karakaş bi deng
û awazên xwe rengek dane pêşangeha pirtûkan.
Weşanxeneyê kurdan wek DENG. OZ-GE, DOZ, KOMAL, AK-PA
FIRAT, Weşanên KOMKAR, AFÎŞ, HAVÎBÛN,PIYA, PSK-Riya
Azadî, PDK-Îran, PYDK-S û KOMJIN (JIYAN) û
ji Swêdê, jî ku ji alî weşanxanyên kurdî ve pêşketiye,
weşanxaneyên Roja Nû, APEC, Nûdem û Pelda, Pirtûkxana
Sara beşdarî pêşangehê bûn. Herweha nivîskar
Hesenê Metê, Laleş Qaso, Firat Cewerî, M. Ali Kut,
Salih Omerî, Goran Candan, Seyîdxan Anter jî ji Swêdê
beşdar bûn. Gelek rewşenbîr û siyasetmedarên
kurd wek cîgirê serokê HAK-PARê Ramazan Karaman, Mahmut
Kilinc, Necdet Buldan, Zekî Öztürk, Şükrü Gümüş
di vekirina pêşangehê de amade bûn.
Di nav çarçova çalakiyên Pêşangehê de çend semîner an jî sohbet pêk
hatin. Roja duwemîn nivîskar û helbestvanên kurd Eskerê Boyîk û Hisên Hebeş, û roja dawî jî Nazîf Telek li ser
berhemên xwe axafîn
û bi guhdaran re sohbet kirin û kitêbên xwe ji beşdaran
re îmze kirin.
Berpirsiyarên KOMKARê ji beşdarî û eleqeya kurdan razî bûn, û ev pêşangeh
digel kil û k-masiyên xwe ve wek tecrubeke baş pejirandin
û li gor gotina wan ewê hewl bidin ku sala bê hîn rêkûpêktir
organîze bikin.