Kurdistan Dernekleri Birligi

 

Pêwendî / ilişki
Rojev / Gündem
Belavok /Bildiri
Weşan /Yayin
Ji arşîvê
Geleriya wêneyan
 
E-mail
Deutsch
 

KOMKAR PÊŞANGEHA PIRTÛKÊN KURDÎ VEDIKE

27-04-03
KOLN-Yekitîya Komelên Kurdistan KOMKAR biryar kiriye ku hersal li bajarekî Almanyayê pêşengeha pirtûkên kurdî veke. Ji komîta birêvabirina giştî ya KOMKARê Beko Topgider di nameyeke vexwendinê de ya ku ji weşanxeneyên kurdî re şandiye, weha nivîsiye: "Em dixwazin pirekê di navbera weşanxaneyên Kurdî û xwendevanên Kurd de li Elmanya çêkin. Ji bona vê yekê jî, emê hersal li bajarekî vî welatî "Pêşangeha Pirtûkên Kurdî" pêkbînin. " Pêşangeha Pirtûkên Kurdî ya yekê wê li bajarê Kolnê bi navê Cegerwîn" bê vekirin. Ango ew ji bona sedsaliya helbestvanê Kurd Cegerxwîn hatiye terxan kirin û îsal di 6-8ê meha Hezîranê de çêdibe. Di pêşangehê da berhemên weşanxaneyên Kurdî û berhemên weşanxaneyên din, yên ku li ser dîrok, çand û edebîyata Kurdî û kurdzanîyê pirtûk çap kirine, kaset û CD ya Kurdî wê bêne nişandan û firotin".
KOMKARê bi gelek weşanxaneyan re têkilî daniye û ew vexwendine pêşangeha 6-8 hezîranê.
 
 
Verband der Vereine aus Kurdistan Bunsenstr. 7 D-51145 Köln
Tel.: 02203-93517-0 Fax: 02203-31126

vegere serê malperê
© 2003 Komkar