| |
Raporta
Komita Birêvebirina Gişti Bo Kongra 18. ya KOMKARê
Mêvanên hêja,
Nunerên berketi yên
KOMKARê,
Em wekî Komita Birêva Birina
Giştî silavên xwe pêşkeşê we dikin û hêvîdar
in, ku kongra me bibe gavek bona pêşveçûna kar û xebatên
me yên demokratî û civatî.
Îsal kongra ma rastî sedsalîya
nemiran Mela Mistefa Barzanî û Cegerxwîn tê. Ji ber vê yeke
ji me kongra xwe pêşkeşee herdu nemirên Kurdistanê
kiriye. Em li ber yadê herdu nemir carkê din qirnoş
dibin û peyman nu dikin, ku ku heya gihîştina armancê
wan, ku “welakete azad gelekî bextewar bû” xebat bikin.
Îsal herusa dehsalîya Qetliema
Sêvasê ye. Herwekî dizanin deh sal bêre niha, li Sêvasê,
komek paşverû û mêjîgirtîyên mezhebî, êriş kirine
hotelek, ku têda gelek ronakbîr, nivîskar û hunermendên,
ku bona Mihricana Pîr Sultan Abdal hatibûn vî bajarê. Komên
êrîşker hotel dane ber agir. Encamê vê karê dijmirovi
şewitandina 35 ronakbîr, nivîskar û hunermend bû. Em
carkee din vê karê kirêt protesto dikin, li ber yadê qurbanên
va bûyerê diltezîn qirnuş dibin.
Xwişk û birayên
delal,
Kongraya rêxistinan bona raçav kirina kar
û bar, bona tesbît kirina kêmasi û xalên jar yên xebatê
û danina bernameyek bona paşerojê ye. Bona vê yekê
em jî di raporta xwe da bi kurtî dê behsa kar û barên xwe
bikin, kêmasîya xwe binîn ziman û pêşnîyarên xwe bona
peşedemê peşkeşê kongra bikin. Lê divê bê
gotin, ku raporta me bi kurtî hatiye amade kirin, gelek
kar û xebat, ku hatine kirin di raportê da cî negirtiye.
Her usa raporta me tênê ji kar û xebata Komita Birêva Birina
Giştî pêkhatiye. Têda çalakîyên liqên me, komiteyên
me cî negirtiye, ku liq û komiteyên me, bi taybetî di sala
2003’an da pir çalak bûn.
Bona ku kar û xebatên me baş
bêne nirxandin, divê em piçekê behsa rewşa Kurdistan,
Tirkîyê û Ewropa bikin. Pişti kongra me a 17’ê jî,
dewleta Tirkîyê gelek hewl da, daku bibe endama Yekitîya
Ewropa (YE). Herwekî dizanin piştî civina Helsinkîyê,
YE hinek merc dani pêşîya dewleta Tirkîyê û got, ku
bona endambûna YE, divê Tirkîyê van mercana, ango “Prensîbên
Sîyasî yên Kopenhagenê” bine cî. Bona vê armancê, him hukumeta
Ecevît, him jî kabineya Erdogan gelek qanun derxistin, hinek
xalên Zaqona Esasî ya Tirkîyê guhartin. Lê belê ev guhartin
hemu li ser kaxizê man, di emel da hertişt wekî berê
bûn, nehatine guhartin.
Me bi kar û barên xwe di vê
warê da, hewl dayê, ku YE û endamên wî têbigîhinin, ku li
Tirkîyê da guhartineke esasî tune ye. Me ji YE û endamên
wî xwast, ku heya dewleta Tirk, bona demokrasî û çareser
kirina pirsa Kurdî gavan nevêje, heya “Prensîbên Sîyasî
yên Kopenhagenê” neyne cî, rê nedin ku ev dewlet bibe endamê
YE. Herusa me ji wan xwast, ku bona cî be cî bûna demokrasi
û çareser kirina pirsa Kurdi, zext li Tirkiyê bikin.
Ciyê ev e, ye ku bibêjin, bi cî be cî kirina
“Prensibên Sîyasî yên Kopenhagenê” pirsa Kurdî çareser nabe.
Pirsa Kurdî pirseki netewî ye û bi nasandina mafê çarenus
va tê çareser kirin. Lê cî be cî kirina “Prensîbên Siyasi
yên Kopenhagenê” rê bona çareserkirina pirsa Kurdî vedike.
Bona vê yekê ji divê em bona cî be cî kirina wan prensîban
kar û xebat bikin.
Usa diyar e, gelek erk, kar
û xebat di wî warî da li pêşiya me heye. Ji ber ku
paş evqas guhartin, paş derxistina evqas qanun
hê jî hebûna Kurdan nehatiye qebûl kirin, ziman û çanda
Kurdî hê jî qedexe ye. Hê jî kovar, rojnama û pirtûkên Kurdî
qedexe ne, xwedî û berpirsên rojnama û kovarên Kurdî têne
dadigeh kirinê. Bi hezaran kes ji ber ku bîr û bawerîya
xwe anine ziman, hatine girtin û hê jî li zindanê da ne.
Gundîyên, ku di heyama şer da warê bav û kalên xwe
hiştibûn û çûbûne bajarên mezin yên Tirkan, hê jî nikarin
vegerine ser axa bav û kalan. Çahş û cenderme pêşîya
gundîyan digrin, yên ku dixwazin vegerin gundê xwe. Meriv
dikare gelek tişta duhev rêz bike, lê ne hewce ye.
Wana jî nişan dide, ku li Tirkîyê guhartineka bingehîn
tune ye, hêz û kesên, ku dijî guhartin in, dengê wan bilind
e, deshelatdar in.
Xwişk û Birayên
Dilovan,
Ji kongra 17’ê vir da, bo Kurdan tiştên
herî baş, baştir û bi hêztirbûna hevkarî û yekîtîya
hêzên Kurdistanî bû. Li Kurdistana Başur, bi hêzbûna
proseya aşitî di nava PDK û YNK’ê da, yekxistina Parlamanê
Kurdistan û biryara yekxistina hukumetê Kurdistanê, dilê
hemû Kurd şad, yên neyaran jî reş kir. Îro temamîya
xakê Kurdistana Başur azad e û di destê Kurdan da ye,
bê guman para van gavên aşîtî di vê da gelek e, yekitî,
hevxabatî û hemahengîya herdu hêzên mezin, di warê navnetewî
û heremî da him prestîja Kurdan bilind kiriye, him jî bawerîyeka
xurt daye gelê Kurd.
Li Kurdistana Bakûr jî di
warê yekitî û hevxebatîyê da gavên girîng hatin avêtin.
Partîyeka pir rengî û pir dengî a legal HAKPAR hate damezrandin.
Ronakbîr, nivîskar, hunermendên Kurd, li gelek welatên Ewropa
hatin bahev û “İnsîyatîfa Kurd” avakirin. Paşê,
“İnsîyatîfa Kurd”, ku li gelek welatên Ewropa hatibûn
damezrandin, hatin ba hev û “İnsiyatîfa Kurd li
Ewropa-İNSİYATİF” pêkanîn.
Rêxistinên demokratîk û civakîyên
Kurd, ku li gelek welatên Ewropa kar û xebat dikin, hatin
bahev û Koordînasyona Demokratîk a Kurdên Ewropa (DEM-KURD)
avakirin. Paşê jî Platforma Neteweyî ya Kurdistan,
(PNK-Bakur) ku jî rêxistinên sîyasî pêkhatîyê, İNSİYATİF
û DEM-KURD bi hevra Platforma Kurdên Ewropa-PLATFORMê
avakirin.
Pêkhatina van yekitî û havkarîyê, çoş
û heyecaneke mezin xiste nava gel, dilê welatparêzên Kurd
şa bûn. Lê belê herku çû, ev çoş û heyecan hedî
hedî sar bû. Ji ber ku PLATFORM qasê pêwîst çalak
nebû, nebûye bersîva hewce û daxwaza xebatê.
Bi bawerîya me, hemu endamên
PLATFORMê bi dilsozanê bona cî be cî kirina armanc
û prensîbên PLATFORMê divê kar û xebat bikin. Em
wekî KOMKAR; ku endameke çalak a PLATFORM
in, careke din dîyar dikin,.ku amade ne bona karê hevbeş
di bin sîya PLATFORMê da.
Bê guman, di serdema nava
du kongra da, bona Kurdan, tîştê herî baş û girîng,
rûxandina rejîma Saddam bû ji alîyê Amerîka û hevpeymanên
wî. Bi rûxandina rejîma Seddam, gelên İraqê ji zilm
û zordarîya diktatorî xilas bûn, Kerkük, Musul, Xenîqîn
û bajar û bajarokên din yên Kurdistanê ketin destê Kurdan.
Ku ev yeka xweşî û şadimanî xiste dilê hemû Kurdan..
Lê belê, dagirkerên Kurdistanê,
li pêş hemu jî dewleta Tirkîyê ji vê yêka ecîz bûn.
Bi hemû hêz û teqatê xwe va, bi gelek dek û dolavê hewl
dan ku destkevtîyên Kurdistana Başûrê ji holê rakin,
hewl û xebatê wan di vî warî da her berdewam e jî. Dagirkerên
Kurdistanê, bi çêkirina dubendîyê di nava gel da, kuştina
merîvên bi nav û bang, danîna bombe li kuçe û bazaran ve
dixwazin li Kurdistana Başûrê alozî û ne aramî çêkin.
Ku bi xweşîyê ve dijminên dagirker heya niha negihîştiye
armanca xwe, ger yekitî û hevbawerî di nava hêzên Kurda
her berdewam bin, cîgîrtir bin, wê negîhijin armancên xwe
yên kîrêt û çepel.
Hevalên dilsoz,
Li Elmanya, ku em têda dîjin, hukumet hê
jî me wekî grubekî koçer an jî mihacir qabul nake, li pasaporta
me dinhêre û dibêje “hun Tirk in an Fars in an jî Ereb
in.” Dewleta Elman ne tenê hebûna me ya netewî qebul nake,
her usa mafên çandî, sosyalî, ku daye koçerên din, bo me
nedaye û pêgirtîye jî nede. Bona vê yekê,divê dema pêşîyê
jî em bi destxistina van mafan kar û xebat bikin, ku herwekî
agadar in KOMKAR ji bona van mafên çandî û sosyalî wekî
dersê zimanê Kurdî, radyo û televîzyonê da bernameyên
Kurdî, ravejgerîya Kurdî û hwd. gelek
kar û xebat kiriye.
Hukumeta Elman ne tenê hebûna me qebul nake,
her usa bona parastina berjewendîyên xwe, alîkarîya dewletên
dagirker dike. Helwesta hukumeta Elman derbareyê İraqê
vê yekê baş nişan dide. Elmanya, bona berjewendîya
xwe, piştgirîya rejîma Saddam kir, li hemberê şerê
hevpeymanan sekini, bê evê, ku alternatîfek bona azadîya
gelên İraqê û demokratîze kirina vî welatî nîşan
bide. Helwesta dewleta Elman heya niha jî nehatiye gorîn,
ew naxwaze li Rojhilata Navîn sinor, statatuko werin xirab
kirinê.
Van tiştan hemû nişan
didin, ku xebat bona qebulkirina hebûna Kurd, bona bi dest
xistina mafên çandî û sosyalî, bona damezradina lobîya Kurdî,
ku paş azad bûna Kurdistana Başûr îro gelek hewce
ye, dê rojêva me da hebin. Em li ber huzura we îlan dikin,
ku bona van armancan amade ne, ligel hemu sazî û şexsîyetên
Kurd kar û xebat bikin.
Gelî mevanên hêja, hevalên
delal,
Me bi kurtî rewşa Tirkîyê,
Kurdistan û Elmanya anî zîman, ku tesîra van li ser kar
û xebata me da gelek bûn. Em dikarin bêjin, ku rojeva xebata
me ji alîyê vê rewşê hatiye tayîn kirin. Em dizanin,
ku KOMKAR sazîyeke koçerî ye, mihacîrî ye, divê berî her
tiştî bona pirs û pirsgirekên koçerî mijul be. Lê bûyer
û rudavên Kurdistan, Tirkîyê û navçe usa kirin, ku em mecbur
man berê xwe bidine Kurdistanê. Usa xuya ye, ku peeşedemê
jî wê usa be, emê dîsa giranîya xwe bidin karên piştgîrî
bi tekoşîna rîzgarîya Kurdistanê. Em carekê din, li
ber huzura we îlan dikin, ku bona piştgirîya xebata
rizgarîya Kurdistanê, amade ne ligel hemû sazî û welatparêz
Kurd hevkarî bikin, ku dema borî me ligel gelek ronakbîr,
hunermend, nivîskar û hwd.kar kir. Em spasê wan camêran
dikin û bi hevkarîya wan serbilind in.
Kar û barên me yên du salên borî
Me destpêka raporta xwe jî
got, em bi kurtî behsa kar û barên me yên giring bikin.
1-Kampanya Bona Zimanê
Zikmakî
Li dawîya sala 2001’ê, li hinek zanîngehên
Tirkîyê da, xwendekarên Kurd ser lê birêvabirên zanîngehê
dan û ji wan xwastin, ku dersê Kurdî bê dayîn. Bersiva dewlet
û karbidestên zaningehan, girtin, lêdan, nefî kirin û betal
kirina mafê xwendinê bûn. Me jî bona piştgirîya xwendekarên
Kurd kampanyayeka navnetewî amade kir. Nameyek, ku bona
Serokkomarê Tirkiyê, Serokvezîrê Tirkîyê û Serokê Parlamena
Tirkîyê ji alîyê nîvîskar û lêger M. Emîn Bozarslan, legerê
Hollandî Martîn van Buruînsen, pisporê zimanê Danimarkî
S. Kangas, dosta Kurd Banu D. Mîtterand, Serokê KOMKAR F.
Tîmar û hunermendê bi nav û deng Şivan Perwer ve hatiye
nivîsin, me şande bi hezeran sazî, reexistin û kêsên
bi nav û bang. Di nameyê da hatiye xwastin, ku zilm û zordarî
li ser ziman û çanda Kurdî da nemîne, xwendekaran, ku hatina
girtin, azad bin û hwd. Me biryar dabû, ku paş berhevkirina
îmzayan, emê heyeteke pêkbînin û bi vê heyetê îmzayên berhevkirî
bîşeynin cîyê pêwîst. Me ser pêşnîyara rêxistinên
dost gelek caran şandina heyet tehîr kir. Destpêkê
da kampanya dengekî baş veda, lê herku dirêj dibû,
tesîra wî jî kêm dibû. Di netîce da me bêtirî 500 îmzayên
sazî, kes, nivîskar û hwd. yên bi nav û bang, ligel nameyeka
kurt şande cîyê pêwîst.
2- Konferansa Zimanê Kurdî
Me di roja 28-29’ê meha îlonê
a sala 2002’an da li bajarê Kölnê, konferanseka zanistî
bi navê “Konferansa Zimanê Kurdî”
amade kir. M. Emîn Bozarslan, Serokê PENA KURD Zerdeşt
Haco, Serdar Barak, Dr. İlhan Kizilhan û Sertaç Bucak,
ku heryek di warê xwe da pispor in, wekî gotorvan beşdarê
konferansê bûn. Konferansa me dengekî xurt veda. Dokumentên
konferansê bo çapê amade ye. Emê van rojan çap û belav bikin.
1-Şahîyên NEWROZê
Herwekî dizanin eva se sal in, ku Newroz
ji alîyê HEVKARÎ, ku ji rêxistina sîyasîyên herçar
parçeyên Kurdistanê pêkhatiye, tê piroz kirin. Me tenê amadekirina
şeva Newrozan da alîkarîya HEVKARÎyee kir.
2- Kampanyayê “Xweyî li
hunermendê xwe derkeve”
Hinek Apocî, di 15.03.2003’ê da li Berlînê,
erîşê şeva Newrozê kirin, tembura hunermendê Kurd
Şivan perwer şikandin. Li ser vê buuyerê me kampanyayek
bi navê “Xweyî li hunermendê xwe derkeve”
amade kir. Me bangavazek bi Tîrkî û Kurdî nivîsî û
şande gelek kes, sazî, reexîstin û kesan. Me têda behsa
bûyera Berlînê kir û ji wan xwast, ku bi şandina e-mail
û faks û name xweyî li Şivan Perwer derkevin. Bangavazê
me di bîrûrayê Kurdî da dengeke baş vede.
Kampanyayê
Piştgirîya Kurdistana Başur
Gava
prosesa aşîtîya di nava PDK û YNK’ê da ber bi pêş
çû, herdu hêzên sereke biryar dan, ku yek parlaman û yek
hukumet hebe û gava parlamana hevbeş li Hewlerê vebû,
me jî bi alîkarîya hinek ronakbîr û nîvîskar kampanyayek
bona piştgîrîya vê prosese amade kir. Nameyek, ku ji
alîyê nivîskar û lêger M. Emîn Bozarslan, Malmisanij (nivîskar),
Munzur Çem (nivîskar), Yilmaz Çamlibel (nivîskar û serokê
berê DBP), Serokê PENA KURD Zerdeşt Haco, Serokê Federasyona
Kurd li Swêde Keya İzol, Sorokê KOMKAR Fettah Tîmar,
nivîskar û serokê berê a Beledîyeyê Geverê Necdet Buldan,
nivîskar û endamê berê a Parlemena Tirkîyê Mahmut Kilinç
uu Eskeree Boyiik (şair) ve hatiye amade kirin, me
şande gelek nîvîskar, parêzger, mamosta, hunermend
doktor û hwd. Me ji wan xwast, ku ew jî vee nama îmze bikin.
Di heyameke gelek kurt da (15-20 rojan) me nêzikê 150 îmze
berhev kir û ligel nameka kurt şande serokên herdu
rêxistin. Ev çalakîya me jî dengekî baş veda.
Merasîma
Xelatên Spasguzarîyê
Li
ser peşnîyara endamek me di Kongra me ya 17‘an da,
me biryar da, ku hersal bo ronakbîr, hunermend, lêger û
nivîskarên Kurd, ku bona pêşveçûna ziman, edebîyat,
muzîk û çanda Kurdî, bona geşbûna kurdolojîyê kar
û xebat kirine û berhem afirandine, plaketeke spasguzarîyê
bidin. Cara ewîl me, di sala 2001’ê da bo M. Emîn Bozarslan,
di sala 2002’an da bo Malmisanij, Mehmet Bayrak, Haşîm
Saydan û Şivan Perwer, di sala 2003’an jî bo Munzur
Çem, Dilşad Saîd, Şakro Xido, Eskerê Boyîk û Hasret
Gultekîn, bona kar û xebatên wan plaket dan. Van çalakîyên
me jî dengekî baş veda di bîrûrayê Kurdî da.
Pêşangehên
Pirtukan
Di sala 2001 û 2002’an da
ligel Weşanxana Deng beşdarî Peşengeha Pirtuka
Newnetewî li Frankfurtê bûn.
Me di sala 2003’an da jî li
bajarê Kolnê, “Cegerxwîn, Yekemîn Pêşangeha Pirtuka
Kurdî” amade kir. Ji bona sedsalîya helbestvanê
nemîr Cegerxwîn, me navê wî lî pêşangehê kir. Nezîkî
20 weşanxaneyên Kurdî têda beşdar bûn. Di vekirina
peşengehê da serokê me, Serokê PENA KURD Zerdeşt
Haco, Serokê HAKPARê A. Melîk Firat û xweyîyê Weşanxana
Apecê Alî Cîftcî axaftin. Di heyama pêşangehê da nivîskaran
Eskerê Boyîk, Husen Habeş û Nazîf Telek ligel xwendevanên
xwe sohbet kirin.
Cîgîrê Konsolê Tirkîyê li
Kolnee, nameyek nivisî bû bo karbidestên sazîyeka Elman,
ku me di xanîya wan da pêşengeh amade kiribû. Ji wan
xwastibû, ku kî û kîjan weşanxane beşdarê pêşangehê
dibin. Li ser vê nameyê, me bi Kurdî, Tirkî û Elmanî belovokek
derxist û ji bîrûrayê giştî xwast, ku piştgirîya
me bikin, dengê xwe li dijî xwesteka Tirkîyê bilind bikin,
ku dixwaze pêşî lê vekirina pêşangehê bigre. Gelek
ronakbîr, sazî û sexsîyetên Kurd, Tirk û Elman, bi şandina
name, faks û e-mail piştgirîya me kirin. Hinek ji wan
wekî nivîskaran Laleş Qaso, Firat Cewherî, Zinarê Xamo,
berpirsê SARA Cano Goran û xweyîya Apecê Alî Cîftcî ji Swedê
hatin beşdarê pêşangehê bûn. Em spasê van can
û canikan dikin, ku piştgirîya me kirine.
Festîvala
Yeka a Jinên Kurd
KOMJIN, KOMKAR, Hevaltî-Bottrop,
İKV-Wuppertal bi hevra, di 20-21-22’ê meha Hezîranê
ya sala 2003’ Festîva Yeka a Jinên Kurd amade
kirin. Festîval li jêr navê “Teda û zordarî li ser
jinên Kurd” hate çêkirin. Di heyama festîvalê da
panelan li ser babetên festîvalê hatin çêkirin, hunermendên
jin wekî Evîn û Fatê hunerê pêşkeş kirin, tabloya
Bilge Acar hatin nişan dan û Bilge Acar li ser pirtûkên
xwe ligel xwendevanan sahbet kir. Divê bê gotin, ku him
amede kirinê û him jî birêbirinê da piranîya kar ji alîyê
jinan ve hat kirin. Bi bawerîya me festîval çalakîyeka serketî
bûn. Em nameyek şande KOMJÎNê, paş pirozkirinê,
ji wan xwast, ku festîval hersal were çêkirin.
Çalakîyên
Bruksel û Kolnê
Waxta, ku dewleta Tirk gefa dagirkirina
Kurdistana Başûrê xwar, Kurdan, ku li Ewropa dîjin,
bona parastina deskevtîyên Kurdistana Başur rabûne
ser pîyan û seranserî Ewropa dijî Dewleta Tirk xwepêşandan
çêkirin. Me jî ligel KOMEL û Hevaltî-Koln, di 1’ê
adara sala 2003’ê da, li Kolnê, li ber Dêra Domê xwepêşandan
çêkir. Herçende çalakî bi lêz û bez hatibû amade kirin,
lê dîsan jî ji herçar parçeyên Kurdistanê bêtiri hezar kes
beşdarê xwepêşandanê bûn û nerazibûna xwe dijî
xwasteka kîrêt û çepelê Tirkîyê anin ziman.
Her usa me alîkarîyeka xurt
da xwepêşandana Brukselê, ku dîsa protesto kirina helwasta
Tirkîye derbareyê Kurdistana Başur, di 8’ê adarê a
sala 2003’ê, li Brukselê, li ber xanîya YE, ji alîyê hêzên
Kurdistanê va hatibû amade kirin. Organîze kirin û karê
teknîkî ya vê çalakî li ser milê me bû, me her usa bona,
ku Kurd beşdarê vê çalakî bin, kar û xebat kir. Nêzikî
10 hezar Kurd ji gelek welatên Ewropa beşdar bûn bi
çoş û heyecanê va xweyî li deskevtîyên Başur derketin.
Ku, rejîma diktator û xwînrija Saddam hilweşî,
Kurd li seranserî Ewropa derketin kuçe û kolanan, xweşî
û şadimanîya xwe dîyar kirin. Me jî dîsa ligel KOMEL
û Hevaltî Koln, li Kolnê, şayîyek amade kir, beşdarên
şayîyê, li ber dahol û zurne, govend girtin û şabûna
xwe nîşan dan.
Damezrandina
DEM-KURD
Kar û xebatek, ku me gelek
wext daye, damezrandina Koordînasyona Demokratîk a Kurdên
Ewropa (DEM-KURD) bû. Paş 4 civînên giştî,
paş şandina nameyên bê hesab, koordînasyonek di
nava rêxistinên demokratîk yên Kurd li Ewropa ava bû.
Cîyê eve ye ku em li ber yadê
hevalên me yên xort û têgihîştî, nunerên KOMKAR-İngîltere
serdar û Vedat qirnoş bin, ku bona beşdarbûna
cîvîna Wuppertalê hatibûne Elmanya, di reka vegerê da, li
Belçikayê, trompelê van veldigere û herdu canfîdayên Kurdistan
canê xwe ji dest didin.
Me pêşnîyar kir, ku kar
û çalakîyên, ku me li jorê behsa van kir û ya hineka din,
bila liqa DEM-KURD a Elmanya bike. Liqa Elmanya peşnîyarên
me jî pejirand, lê pir mixabin gavên pêwîst bona cî be cî
kirina biryarê xwe neavêt. Ji ber vê yekê jî em mecbûr man,
ku bi serê van çalakîyan bikin.
Em vira bangê hemu endamên
DEM-KURD Liqa Elmanya dikin û dibêjin werin em destê xwe
bidin hev, bi hevra bona cî be cî kirina armanc û daxwaza
DEM-KURDê kar bikin.
Hinek
kar û xebatên me yên din
Hinek kar û xebatên me yên
din bi kurtî usa ne:
- Amadekirina semîneran li gelek komel û
komîteyên me li ser babatên wek: Kurd û Kurdistan, di
Ensiklopedîya Yeka a Tirkî da; Zimanê Zikmakî û Tesîra
wî Li ser Pênasa Neteweyî û Kesayetî; Kemalîzm;
Êzdiyatî; Şerê Îraqê û Berhemên
wî; Di 80 Salîya pêymana Lozanê da: Li lozanê
Heya YE Pirsa Kurdan”. Ger alîkarîya gelek dilsojên
Kurd û Kurdistan nebaya, pêkanîna van semîner û konferansan
gelek dijwar bû. Em carekî din, li ber huzura we spasê xwe
pêşkeşe yekoyek van kesana dikin, ku alîkarîya
me kirine.
- Serokê me beşdarê civîneka
navnetewî, bû ku ji alîyê PDS ve li ser babeta Yekitîya
Ewropa û Tirkîyê hatibû amade kirin, di axaftina xwe da
bîr û bawerîya me li ser vê babetê anî ziman.
- SPD, bona vergirtina bîr û bawerîya Kurdên
Elmanya li ser Şerê İraqê, du civîn çêkir, Endameka
Komîta Birêva birina Gişti Ciller beşdarê herdu
civînê bû, dosyayek, ku têda daxwaza Kurdan hebû, peşkeşê
SPDê kir.
Em an beşdarê gelek şayî û serxweşîya
bûn, an jî peyam şand.
|
|