| |
Jİ BO RAYA GİŞTÎ
Di nav evqas şer,
pevçûn û alozîyê da, dîsa, yekê îlonê hat. Em carek dinê
gihîştin, Roja Aşîtî ya Nevnetewî.
Pir
mixabe, dîsa li her hêlên dinyayê da, bêkarî, birçîtî, neheqî,
zordestî, xwinrijandin û şer berdevam e.
Dewletên milîtarîst,
kolanyal û împeryal, ji bo çek û pûsatan, bi mîlyaran dirav
xerç dikin. Ji bo afrandina çekên nû, bi hezeran zanyar,
di bin emrê wan da, di nav laboratuvaran da, kar û xebat
dikin. Bi destên rejîmên xwînxwar, îlm û teknolojî, bi qirêjî
û cavsorî, tê bikaranîn.
Her wuha dewletên
dagirker, li seranserê Kurdistanê da, karên xwe yê qirêj
didomînin. Ew naxwezin li Îraqê, sazumanek hevdem, dîmoqrat
û federal bê sazkirinê.
Divê baş
bê zanînê, ger, li seranserê dinyayê da, bê karî, birçîtî,
neheqî, nijastperestî û sazumana kolonyalî neyê hildanê;
di nav çîn, milet, cîns, ziman, çand, ol û mezheban da,
dostî, biratî û wekhevî nayê sazkirinê, dest xistina aşîtîyê,
xîyal e.
Çi dibe bila bibe,
divê em bê hêwî nebin. Bi saya xebatên dijwar em dikarin
aşîtîyê bi destxin. Em, bi yekitî û komelî dikarin
bibin xwedanê jîyanek azad, dewlemend û bextewar.
Em, Roja Aşîtî
ya Navnetewî, pîroz dikin û dibêjin, bimre koletî, bijî
azadî.
1 Îlon 2004
|
|