|
Bijî Yekê Gulanê!
Li ser berxwedana karkerên Şikagoyê ya 1ê Gulanê „ji
bo di rojek da heşt saet kar“, 122 sal derbas bûn. Di
vê berxwedanê da bi dehan karker hatin kuştin û sedan
jî birîndar bûn. Li pey vê berxwedanê ji bo 7 pêşawayên
karkeran cezayê îdamê hat dayîn û 4 ji wan hatin bi dar ve
kirin. Li ser vê berxwedanê û ji bo bîranîna cangoriyên Şîkagoyê,
1ê Gulanê li seranserê dinyayê wek „Roja Yekîtî, Pişgirî
û Tekoşînê ya Navneteweyî“ hat îlan kirin.
Li piraniya welatên dinyayê ji aliyê dezgehên karker û xebatkaran
ev roj wek cejnek û di nav aşitî û aramiyê da tê pîroz
kirin. Daxwaz û têkoşîna wan digihîje asta bilind.
Li Elmanyayê jî wek piraniya welatên rojavayî, ji bo zehmetkêşan
rewş her diçe xirabtir dibe. Hejmara bê kar û betalan
her roj zêdetir dibe. Sermayedar bi her awayî hewl didin,
ku mafên civakî yên xizanan ji dest wan bigrin. Piraniya zarokên
xizanan ji perwerdeyiyeke bi qalîte bê par dimînin. Jin di
her qada jiyanê da hîn jî tên çespandin; derfet nabînin, ku
tev li jiyana civakî û ya aborî ya civakê bibin. Ev jî newekheviya
li civakê ya heyî hin diçe xetertir dike.
Ew rewş li ser biyaniyên welatên Ewrupî, her usa yên
li Elmanya, ku Kurd jî parçeyeke wan in, tesîreke neyînî ya
xetertir dike. Biyanî û zarokên biyaniyan li êrîşên pir
alî rû bi rû dibin. Êrîşên Neo-Naziyan, xanî şewitandin
û bûyerên wek wan, bûne jiyana rojane ji bo biyaniyan.
Ji aliyê din, mixabin, her çiqas di rewşa dinyayê û
bi vê ra girêdayî di rewşa kedkaran da guhartinên berbiçav
pêk hatibin jî, kedxwarî, şêlandin, şer û pevçûn
hin jî berdewam e. Li hin deverên dinyayê, bi taybetî jî li
Rojhilata Navîn bîhna xwîn û şewatê, dengê kuştin
û mirinê her roj bilindtir dibe.
Xasma welatê me Kurdistan, hîn jî di bin cizma dagirkeran
da dinale. Gelê Kurd îro jî ji mafên xwe yên bingehîn yên
mirovî û netewî bê par e. Karker û gundiyên Kurdistanê, ji
sedema şerê qirêj ji welatê bav û kalan hatine dûr xistin
û li waroşên bajêrên mezin yên Kurdistanê û yên metropolên
Tirkiyê şerpeze bûne. Zarokên 7 salî ji bo debara malê
li kolanan desmalên kaxizîn difroşin. Şerê qirêj
yê ku dewleta Tirk bi salan e li Kurdistanê dimeşîne,
bêjeyek nû tev li lîteratura Kurdî kir: „Zarokên Kolanan.“
Ev zarok ji sedema bêçaretî, xizanî û tunebûnê, dikevin dafika
mafyan, dibin şûrkêşên mafyozan, dibin „tînerkêş.“
Bi kurtî, her çiqas parçeyeke welatê me îro azad be jî, li
sê parçeyên Kurdistanê rewş ji bo gelê me, bi taybetî
jî ji bo karker, gundî û xizanên Kurdistanê ji do ne baştir
e. Ji ber vê yekê jî, bi taybetî ji bo zehmetkêşên Kurdistanê
îro aşitî wek av û nan hewce ye. Divê berî her tiştî
ev şerê qirêj yê li hember gelê Kurd tê meşandin
bisekine.
- Em bang li dewletên rojavayî, bi
taybetî jî li dewleta Elman dikin; li hember êrîşên dijî-biyaniyan
tedbîrên xwe zêdetir bikin. Hewl bidin, ku Kurd jî di nav
da, biyanî entegreyê civaka Elman bibin. Ji bo vê jî berî
her tiştî Kurd bi fermî wek gel nas bikin.
- Ji bo ku nakokiyên civakî xetertir
nebin, divê hejmara bê kar û betalan kêmtir bibe. Ji bo vê
jî divê hejmara cihê kar û xebatan bên zêdetir kirin.
- Divê di qada perwerdeyiyê da newekhevî
ji holê bê rakirin û çi Elman û çi biyanî, zarok bikaribin
li gor qabîliyeta xwe mafê perwerdeyiyê bi dest bixin.
- Divê rêxistinên navneteweyî û yên
Elman pişgirî bidin tekoşîna gelê Kurd yê aşitî
û azadîxwaz, divê zor bidin dewletên xwe, ku şerê qirêj
yê dewletên dagirker li Kurdistanê dimeşînin bi dawî
bê.
- Bijî tekoşîna kedkaran ya
dijî kedxwarî û mêtingehkarî!
- Bijî yekîtî, pişgirî û tekoşîna
karkeran ya navneteweyî!
- Bijî Yek Gulan!
01.05.2008
Yekîtiya Komelên Kurdistan-KOMKAR
|