|
Va
ye 8ê Adarê dîsa hat.
Rojeke
usan, ku daxwaza me ya federalî nêziktir û bi hêztir dibe.
Jinên xoşewîst!
8ê
Adarê, Roja Jinên Cîhanê careke din li ber me ye. Ji 8ê
Adara borî vir da, li welat û her usa li dinyayê gelek guhartinên
giring pêkhatin. Ji van guhartinan ya giringtirîn jî ruxandina
dîktatorîya Saddam û pejirandina dewleteke federal li Iraqê
ye.
Em wek KOMJIN di wê bawerîyê da ne, ku dewleteke federal
û demokratîk ji bo gelên Iraqê û hindikahîyên olî û netewî
daxwazeke realist e û ji bo berjwendîya wan hemîyan e.
Divê
bê zanîn, ku destkewtîyên li Kurdistana Başûr bi destê
hêzên netewî tên parastin û wateya hêzên netewî di vî warî
da zor giring e. Pêvajoya ku tekoşîna gelê me ya ji
bo azadî û wekhevîyê da roleke erênî lîst, me dilgeş
dike.
Em
bang li hêzên demokratîk yên cîhanê dikin, da ku piştgirî
û alîkarîya xwe xurttir bikin!
Her
usa banga me ji bo hukumeta Tirk û rêvabirên wê ra ye!
Dev
ji dijminîya Kurdan berdin. Çareserîyên realist pêşkêş
bikin, ku xizmeta dostîya herdu gelan bike.
Em
bang li jinên cîhanê dikin! Piştgirîya daxwazên jinên
Kurd bikin. Ji ber ku ew tenê dixwazin di welatê xwe da,
di nav aramî û aşitîyê da bijîn.
Banga
me ji bo AKPê ye! Werin sîyaseta xwe li ser realîta welat
û dinyayê bimeşînin. Gavên ku pêwîst in bavêjin, da
ku Tirkîye bibe welatek demokrat û nûjen. Ji bo vê jî, em
bang li AKPê dikin, ku di yasayan da guhertinên pewîst çêke,
da ku pirsgirêka Kurdî çareser bibe.
Divê
bê zanîn, ku bi weşana 45 deqîqêyî di radyo û têlewîzyonan
da, pirs çareser nabin. Divê dewleta Tirk dev ji derxistina
yasayên ku teslîmîyet û poşmanîyê pêşberî Kurdan
dikin berde. Divê yasayên bingehîn bên derxistin!
Ey
parezgerên mafên mirovî yên hemî cîhanê!
Em
dixwazin, ku êş û kulên me êdî bi dawî were.
Em
hewcedarî alîkarî û piştgirîya we ne, da ku dawîya
teda û newekhevîyên li ser me bê.
Em
bang li we dikin! Li hember wan hêzan dengê xwe bilind kin,
yên ku her cure zor û zilmê li ser me dimeşînin û her
wusa mafên me yên însanî û netewî binpê dikin.
Em
naxwazin, ku zarokên berşîr yên Helepçê êdî zêdetir
bibin!
Piştgirî
û alîkarîya xwe xurttir bikin, da ku rojên ronî nêzîktir
bibin, ew roj ku êş û azarên dayîkên Kurd kêmtir û
hêvî û daxwazên wan geştir dikin.
Divê zilma, ku li her çar perçên Kurdistanê tê meşandin
bi dawî bê, êdî xwîn neyê rijandin û kulîlkên gulberfîn
bişkivin.
Divê hesab ji wan bê pirsîn, yên ku welatê
me di nav gola xwînê û pêşeroja me di nav tarîtîyê
da dihêlin û her usa yên ku hebûna me qebûl nakin û hewl
didin ku me kokbir bikin. Jîyaneke azad û dilşa, wek
her gelî, mafê me ye jî.
Bijî Kurdistan!
Bijî tekoşîna jinên Kurd, ya ji bo azadî û wekhevîyê!
KOMJİN-BUROYA Jinên Kurd
Alte Feurwache, Gathe 6, 42106 Wuppertal
E-Mail: Yahoo@jiyankurd.de,
Adar
2004
|