|
Roja 8 Adarê, roja cîhanî ya jinan li Kolnê hate pîroz
kirin.
Komjin -Buroya jinên kurd li Kolinê ji bo pîrozkirina 8ê
Adarê kombûneke þahiyê pêkanî. Seba giringîya roja 8 ê
adarê ji aliyê Komjin-buroya jinên Kurd ve belavokek hate
belavkirin û di nava evê belavokê da pirozbahî li jinên
kurd û gelê kurd li baþurê Kurdistanê bi taybetî û li hemû
cîhanê bi giþtî kirin û piþtgîrya serkevtina destkevtên
gelê kurd li baþûr kir. Di belavokê da li ser baþûr tê
diyar kirin: ``Em wekû KOMJIN di ewê bawerîyê da ne, ku
dewleteke federal û demokratîk ji bo gelên iraqê û hindikayên
olî û netewî daxwazîyeke realîst e û ji bo berjewendîya
wan hemyan ``.
Komjin di belavoka xwe da bi rohn û zelalî rewþa bakurê
Kurdistanê jî li berçav datine û armancên xwe destnîþan
dike.
Rê û resma 8 ê Adarê bi beþdarîya jin û qîz û xortên
kurd li Kolnê bi surûdê ; Ey reqîb ; dest pêkir û
komek ji qîz û jinên Kurd bi awaz û dengê xwes çend surûd
û sitiranên kurdî pêþkêþ kirin. Koma jinên kurd bi libasên
renga-renge deverên Kurdistanê sehne dixemiland.
Koma govanda Hevaltî jî bi dengê dihol û zurna yê lêyistikên
deverên cudayên Kurdistanê pêþkêþ kirin û roja 8 ê adarê
pîroz kirin.
Xwarinên aþxana Kurdî hatine pêþkêþ kirin, di nava mêhvanan
da xelat hatine belav kirin.
Gulþîna deng xweþ û bedew bi dengê xwe yê xemrevîn þahîya
roja 8ê adarê xemiland, beþdaran bi dil û can jin û mêr
, bicuk û mezin bi hevra govend girtin û mizgînya baþûrê
welat hembêz girtin.
Komjin-Koln 08.03.04
|