Kurdistan Dernekleri Birligi

Pêwendî / iliþki
Rojev / Gündem
Belavok /Bildiri
Weþan /Yayin
Ji arþîvê
Geleriya wêneyan

E-mail
Deutsch

 

PSK             Partîya Sosyalîst a Kurdistan

Sosyalîst Party of Kurdistan


  E-mail: psk@kurdistan.nu                                          www.kurdistan.nu
  Ji bîr û raya giştî ra

Li Parîsê, di roja 18.10.2003 an da, çend endamên PKK, êrîşek anîn ser welatparêzek, bi navê M. Kurt. M. Kurt endamê KOMKAR-Fransayê ye û li Parîsê karxana wî heye. Çend rojek berê, ev kesana hatine cem M. Kurt û ji wî bî navê alîkarîyê xerac xwastine. Lê M. Kurt xeracê nedaye wan. Ev kesana ew tehdît kirine û eşkere kirine, ku divê herkesek pere bide PKK. Ger nedin, ew dikarin bi awayekî dinê ji wan pere bistînin. Û çend roj paşê jî êrîşê li ser M. Kurt kirine û ew birîndar kirine.

Ev êrîşa dawî jî nîşan dide, ku PKK-KADEK, dev jî sîyaseta xwe ya qirêj bernedaye, wek berê Kurdên ku ne alîgirên wî bin, bi wî ra kar nekin û pişgirîyê nîşan nedin, dijmin dihesibîne û dixwaze bi zorê ji wan xerac berhevbike. PKK-KADEK ev çend sal in, ku li ber dewletê stûyê xwe xar kiriye, ji hemû doz û daxwazên xwe dest kişandîye û vê yekê jî wek xwe nûkirin nîşan dide. Ji alîyê din va jî êrîşan tîne ser welatparêzên Kurd.

Bi navê netewa Kurd karên sîyasî kirin, divê bi şeref û bi heysîyet be. Kar û bar, gotin û amel, divê bi vê yekî ra hev bigre.

Di sîyaseta durist da tehdît kirin, êrîş anîn, xerac komkirin tunne. Ev tiştana sîyasetê qirêj dike. PKK, bi salan wan tiştana kir û sîyaseta welatparêzîye qirêj kir. Ev êrîşa dawî jî, di zincîra qirêjbûna PKKyê da helqeq zêde kir.

Divê hemû kes û hêzên welatparêz, dijî qirêjkirina sîyaseta Kurd derkevin; dengên xwe bilind bikin. Divê bê zanîn, ku bêdeng mayîn, êrîşkaran curettir bike.

Komîta Derva ya PSK

 


   
Verband der Vereine aus Kurdistan Bunsenstr. 7 D-51145 Köln
Tel.: 02203-93517-0 Fax: 02203-31126

vegere serê malperê
© 2003 Komkar