Kurdistan Dernekleri Birligi

Pêwendî / iliþki
Rojev / Gündem
Belavok /Bildiri
Weþan /Yayin
Ji arþîvê
Galeriya wêneyan

E-mail
Deutsch

 


 
  HEVPEYVÎNEK BI SEROKÊ KOMKARê FETTAH TIMAR RE LI SER
Pêþangeha pirtûkan
 

Necla Morsunbul

Di 28 - 30 . 5. 2004`an de hûn Almanyayê  li bajarê Kolnê Pêşengeha Pirtûkên Kurdî ya 2`an amade dikin. Hûn dikarin me bi kurtî  di derheqa armanca Pêşengeha 2`an de agahdar bikin?

Çawa ku tê zanîn, welatê Kurdan hatîye perçe kirin, ser ziman û çanda Kurdî hê jî bandor û qedexe hene. Mecala Kurdan tune bû, ku dîrok û edebîyata xwe û bi giştî çanda xwe nasbike û pêşta bibe. Mecala hînbûna zimanê xwe û di wî zimanî de jîyanê nedît. Helbet rewşa herçar perçên Kurdistanê ne wek heve. Taybetî jî polîtîkayên dewleta Tirk yê pifaştinê/asîmile kirinê eşkere ne. Lê Kurdan sîngê xwe dan ber hemû tedayî û astengîyên ku, dewletê derdixistin û hê jî derdixin, gelek tiştên berbi çav pêk anîn. Kurdan çapxane sazkirin, kovar, rojname û pirtûk çapkirin. Ninîskarên Kurd  li ser ziman, edebîyat, dirok û çanda Kurdî gelek pirtûk nivîsîn û çapkirin. Ne bi gor dilê me be jî pêşta çûnek heye. Gelek mixabe polîtîkayên dewletê li ber vî kar û barî astenge, nahêle ev heyîyên Kurdan di nava Kurdan de belav bibeû bê nasîn. Mîrovê Kurd çapxanên xwe nas nake. Çapxane raman û daxwazîyên xwendevanan nizanin. Di navbera nivîskar û çapxanan de gelek pirs û pirsgirêk an jî daxwazî hene.

Bi vê Pêşangeha Pirtûkên Kurdî ve armanceke me ewe ku, em di ziman û gelek warên di de pêşta çûnên berbiçav ji bo dost û dijminan eşkere bikin. Armanceke me  jî ew e, ku em xwendevanan û pirtûkan, çapxanan û nivîskaran, xwendevan û nivîskaran nêzîkî hev bînin û têkilîkê di navbera wan de daynin.

Kîjan şexsîyetên Kurdê di van her sê rojên Pêşengehê de beşdar bin? Ji bilî şexsîyetên Kurd, şexsîyetên Tirk an jî biyanîyên di jî hatin vexwendin?

Di van sê rojan de bernameyeka me ya tê û tijî heye. Ji herçar perçên Kurdistanê  xudanê çapxanan, nivîskar, hozan, lêkolînvan li Pêşangehê beşdarin.  Ku em navê hinek jiwana bidin, ev in: Lêkolînvan / nivîskar M. Emîn Bozarslan, lêkolînvan/ nivîskar M. Bayrak, nivîskar/sîyasermedar Yilmaz Çamlibel, helbestvan/ nivîskar Dr. H. Habaş, nivîskar kamuran Bêkes, rojnamevan/ sîyasetmedar Evdil Mecîd Şêxo, nivîskar Munzur Çem,Nebi Kesen, nivîskar Cankurt, Şükrü Gülmüş û gelek kesên di.  Ji bilî Kurdan gelek kesên demokrat yên Tirk,  Alman  û sazî jî hatine vexwendinê. Taybetîyeke Pêşengeha me jî ew e, ku em xelata qedirgirtinê ya çaran  di çarçowa Pêşengehê de didin çapxanan. Di nava wan kesên ku emê xelatê bidinê, rojnamevanekî alman, Birêz Jurgen Hoppe, jî  heye. Dîsa layîqî gotinê ye, ku hozanê Kurd yê bi nav û deng, Şivan Pêwer,  wê bernama roja vekirinê birengîne.

Emê ji piştî Pêşengehê  re disa çend Titan ji we bipirsin. Lê niha,  hûn dixwazin berî dest pêka Pêşengehê  mesajekê bigîhînin gel?

Çawa ku min berê jî got, ji armancên  me yek jî ew e, em bigîhîjin xwendevanên Kurd.Taybetî jî em ji Kurdan dixwazin, derfetên weha hertim tunin, zarok û cîwanên xwe tevayî bînin, bila ew ziman, çand, dîrok, muzik, pirtûkên Kurdî nasbikin. Bila gel çapxane û nivîskarên Kurd têkilîyan daynin. Ku pêşnîyazî û daxwazîyên wan hebin bila bigînin nivîskar û çapxanan. Bila ji bo pirtûkxana xwe ya li malê pirtûkên nûbistînin û ya here giring jî, bila van heyîyan xwayî derkevin.

Verband der Vereine aus Kurdistan Bunsenstr. 7 D-51145 Köln
Tel.: 02203-93517-0 Fax: 02203-31126

vegere serê malperê
© 2003 Komkar