| |
Bi navê nemirên Kurdistanê;
Mela Mistefa Barzanî û Cegerxwîn

Yekitiya
Komelên Kurdistan KOMKARê komcivîna
xwe ya 18’an, di 4-5.10.03’an da, li Elmanya, bajarê Bottropê,
li bin diruşma “Di sedsalîya nemiran, Mela Mistefa
Barzanî û Cegerxwîn da Pîroz be Parlaman û Hukûmeta Federal
a Kurdistan” bi serfirazî
pêkanî.
Komcivîn, li gor destûra wê
her carê
ji alî zehmetkêşekî
KOMKARê ê kevin
tête vekirin. Vê
carê jî
ji alî
rêvebir û zehmetkêşekî herî kevin Mehmet Elbîstanli hat vekirin. Piştî hilbijartina dîwanê, komcivînê bi rawestina deqîqekî ji bo şehîdan dest pêkir. Dûra serokê KOMKARê Fettah Xoce axifî.
Nûnerên
gelek partiyên siyasî û rêxistinên kurdan û almanan di kongirê da beşdar
bûn û gotar
xwendin. Xusro Abdullahî (nûnerê Ewropa ê PDK-Îran)
li ser navê PDK-Îran, Serhad Gafûrî (PDK-Iraq),
Ekrem Ehmed (Nûnerê HEVBENDİ- Hevbendîya Kurd li Surîyê),
Prof. Dr. Şakroyê Xudo (Serokê Navenda Kurd li Moskovayê),
Sadiq Duzgun (Mala Êzidîyan li Oldenburgê), Hasan Kilavuz
(Serokê Koma Dedeyan a AABF),
Mamosta Mela Zeki Demir, hunermend
Şivan Perwer, Serdar Doski (Partiya sosyalîst a Hollanda),
Şewket Doskî (Yekitiya Qutabî û Lawanî Kurd li Holland
û Haluk Ozturk li
ser navê heşt (8) komeleyên
KOMKAR ên
welatên din axifîn. Nûnerê Partiya Keskan a Almanî li ser doza gelê
kurd û xebatên KOMKARê
axaftineke dirêj kir.
Gelek
şexsiyet û saziyên din jî bi silavnameyên xwe komcivîn
pîroz kirin.Yek ji wan jî serokê HAK-PARê Abdulmelîk Firat
bû. Firat ji ber nexweşîya xwe nekarî bê komcivînê,
lê ji nexweşxanê pîroznameyek şandibû.. Herweha
sekreterê Partiya Sosyalîst Kemal Burkay jî mesajek ji komcivînê
re şandibû. Mesaja Burkay bi tezahureteke mezin hat
pêşewazîkirin.
Komcivîna
18a, di xaniyekî mezin da bi beşdariya pêncsed kesî
pêkhat û du rojan domand. Li ber xaniyê ku civîn lê çê bû,
alayên Kurdistanê pêl didan. Li hundir nûnerên komeleyên
endam ji çaralî Almanyayê, ji bo nirxandina kar û barên
xwe yên serdema çûyî niqaş dikirin. Li gor pêwistiyên
serdema nû ya xebatê, rexne, pesin, pêşniyaz û daxwazên
xwe dianin zimên.
Roja yekemin, êvarê, bernameyeke çandî hat pêşkêşkirin. Hunermendên
Koma Dîcle, ozan Bedîl û ozan Fatê demeke xweş bi stran
û govendên kurdî pêşkêşî nûner û mêvanên komcivînê
kirin.
Xebatkarên
KOMKARê, li gor rêbaziyên demokratîk, bi şêweyekî bi
rêk û pêk komcivîneke serkeftî ya hêjayî têkoşîna azadiya
gelê kurd çêkirin. Di dawiya komcivînê da serweriyeke nû,
ji 16 kesan pêkhatî hat hilbijartin. Li gor dema berê, daxwaza
nûneran ji bo cîgirtina di serkariya KOMKARê da, îsal gelekî
bilind bû. Li ser daxwaza nûneran, hejmara endamên Komîteya
Rêvebir ya Giştî (KRG), ya ku dewra berê da, ji 11
asîl û 3 cigiran pêkdihat, vê carê hat zêdekirin û bû 16.
Hejmara endamên KRG ên ciwan %50 zêdetir bû. Li aliyê din,
berê di KRG da jinek bi tenê hebû, lê vê carê hejmara jinan
bû 5. Di vê kongrê da, pirbûna hejmara jin û ciwanên ku
dixwastin di serweriya KOMKARê da cî bigrin, bi serê xwe
bû nîşaneke gelekî giring, û hêviyeke mezin ji bo
xurtkirina xebatên pêşerojê.
|
|