Li
bajarê Leer:
Civînek
ji bo dostaniya kurd û almanan çêbû
M. Ahmed
Di
roja înê 17ê meha îlone de li bajarê Leerê ji alîye Komela-Hevaltî
ya Komkarê û terefdarên PSK ve li bajarê Elmanya Leer´ê
êvariyek bi xwarin û vexwarina kurdî hat derbaskirin. Êvariyê
di seet 19 an dest bi bernama xwe kir. Vekirina wê Mamoste
Kazim û Mahmut Etdöger kirin. Piþtî silava xêrhatina mivananan,
M. Kazim axaftina pêþî da serokê belediya bajarê Leer birêz
Keller Wolfgang.
Wolfgang
di axaftina xwe de spasi û razîbûna xwe ji bo vexwendina
evarîyê diyar kir û li ser giringiya damazrandin û destûra
Komela Hevaltî-Komkar qise kir. Wî pêwistîya hevaltîya Kurd
û Almanan, integrasyona ciwanan anî ser ziman û got: “Ez
fehm dikim ku hûn birîya welatê xwe Kurdistanê dikin, hisreta
cih û çiyayên we dikiþînin” û dewam kir got: “ Ez carek
daweteke Kurdan ez bawerim ya Kurê Kazim Özdemir bû vexwandî
bûm û ev cara diduya ye ji alîyê Hevaltî Komkar Leer ve
têm vexwandin, û min Kurd ji nêzik ve naskirin. Ez bi vê
yekê þabûm û berdewamiya dostanîya Kurd û Almanan hêvî dikim.“
Piþtî
wê M. Kazim behs kir ku nêzî sih Sali ye ku Almaniya ye,
pêþî bi rêya Konsoloslixê hatiye vî welatî, tekilîye xwe
Komkar Bremen re hatiye çêkirin pirsa kurdi re eleqader
bûye, û ji ber sedemê tenduristiya xwe ne wek berê ye.
Paþî
ji Konsolosê derketiye hatîye Leerê bi çend malbatên Kurdan
re Komala Hevalti- Komkar damazrandin e, wir de piþtgirî
û alîkarî ji PSK ditine.
Berpirsyarên partî û rêxistinên vexwandî xwe dan naskirin û ji bo wê vexwandina
Hevalti-Komkarê spasi û razibûna xwe dan xuyakirin.
Navên hin rêxistin û kesên vexwendi:
Serokbajêrê
Jumme, Voß Wiard (Bürgermeister der Sondergemeinde
Jumme), Serokbajêrê Nordmoor Gerold Ernst, SPD
(Kreistagsmitglied), Grüne (Kreistagsmitglied), FDP
Miletwekî Reinhold Rooper (Abgeordneter) (Mesaj sandîye),
IMK (Menschenrechte Kurdistan), Mala Ezidîye Oldenburgê,
Mala Ezidîya li Leerê, KV- Christiuskirche, Interkulturelle
Veranstaltung, Asylkreis Leer Moormerland. Niviskar
Eskerê Boyik, Mamoste Kazim Özdemir Mamoste Ahmed,
Sertac, B. Dr.Tautik Hamdzuh, Mustafa Xoce, amade
bûn. Vexwendiyên þevê bi qasi 60 kesî bûn.
Dûre navber dan, ji bo xwarin û vexwarin Kurdî li rasti ji ev du rojbûn ku berpirsyarên
êvariyê bi teybetî jinan cûre cûre xwarinên kurdi amade
kiribûn. Ber mêvanan xwarin didan naskirin pirsên mêvanan
dibersivandin, heta dawiya þevê ji mêvanan re xizmet dikirin.
Wexta ku serokbajêr û mêvanên alman ên din hatin, di ketina hundir da li milê
rastê wenêyên (resim) Kurdistanê nihertin û pirs dikirin.
Li ber wêneyan belavokên PSK hebûn hinekan bi xwe re dibirin.
Ala Kurdistanê di nivê salonê da hatibû daliqandin.
Her kes bi wê atmosferê his û bala xwe dabû ser pirsa Kurd-Kurdistanê û di wê
navberê de ciwanê me Azad bi tembûra xwe û bi çend kilam
û miqamên Kurdî lêdixist.
Piþtî xwarinê, Berpirsyarê PSK (Hetaw Kanî) hat. Sedem ku rêya wan hatibû xitimandin,
mixabin dereng hatin. Hinek kes ji Mêvanan çûbûn.
Kanî ser diroka PSK û avakirina wê, armanca wê û bernama wê agadarî da mêvanan.
Wî got ku pirsa kurdî dikare bi rêya demokratî aþitî û diplomasî
de çareser bibe, û daxwazên PSK îro ji dewleta Tirk û ji
dewletên Awrupayê çi ye xal bi xal anî ser zimên. Kanî di
vê babetê da bersiva pirsên mêvanan da.
Piþti
dayina pirs û bersivan,Gülê, keça birêz M. Etdöger helbesta kek Kemal
Burkay ya bi navê “Pêþmerge“ bi almani xwend, herkesî li
çepkan xist. Bi vê bernama xwe êvariyê ji bo nasîna pirsa
Kurda li Leerê karekî baþ pêkanî.
Di êvariyê de sê rojnamevan ji rojnameyên Ostfriest Zeitung, Der Wecka û Sonntag
Report amede bûbûn. Evana bahsa dostanîya Kurd û Almanan
û kultura Kurdî de pirs dikirin wan di rojnamên xwe de wek
xeber (nûçe) de bahs kirin (19. meha Îlonê).
|