|
Bernama þahiyê bi xwendina sirûda neteweyî "Ey
Reqîb" dest pê kir. Axaftina destpêkê ji alî
Zîya Acar ve hat kirin. Birêz Acar ku bi xwe,
di van sî salên derbasbûyî de, ji roja pêþin heta
îro, wek serwer û zehmetkêþekî PSK xebitiye, di wê
þevê de jî her wek sî sal berê bi hêvî bû, ji siyaseta
PSK piþtrast bû û bi nêzîkbûna azadiya gelê kurd û
Kurdistanê bawer bû. Gava Acar axaftina xwe xilas
kir, dengê çepikkutanê û sloganan salona mezin dagirt.
Di civîna þahiya 30 saliya PSK ê de sekreterê giþtî
ê berê birêz Kemal Burkay jî amade bû û di
axaftineke kurt da dilxweþiya xwe ji bo vê roja pîroz
anî zimên. Burkay di þevê de pirtûkên xwe ji xwendevanên
xwe re îmze kirin.
Peyama sekreterê giþtî ê PSKê birêz Mesut
Tek hat xwendin û bi coþeke mezin hat pêþwazîkirin.
Xên ji bi hezaran endam, alîgir û dilxwazên PSKê gelek
kurdên welatparêz, siyasetmedar û rewþenbîr beþdar
bûbûn. Nûnerên partiyên siyasî yên kurd gotar xwend,
pîroznameyên ku ji þevê re hatibûn þandin hatin xwendin.
Bernameyeke çandî ya dewlemend hat pêþkêþkirin.
Þivan Perwer, Nîzamettin Ariç,
Demokrat Taha, Mikail Aslan, Alî Baran û
Nilufer Akbal beþdarî þahiyê
bûn.
KOMKARê û komeleyên KOMKARê yên welatên din ji þahiya
30saliya PSKê re piþtgiriyeke xurt nîþandan. Di dawiya
bernamê de Yilmaz Çamlibel ji hemû
beþdaran re spasî pêþkêþ
kirin û bi vî awayî þahiya
30 saliyê bi serfirazî gihîþt dawiyê..
|