Kurdistan Dernekleri Birligi

Pêwendî / iliþki
Rojev / Gündem
Belavok /Bildiri
Weþan /Yayin
Ji arþîvê
Galeriya wêneyan

E-mail
Deutsch

 

 

Ji rayagiþtî re

“Pêþangeha pirtûkên kurdî ya duwemîn” ku ji aliyê Yekitiya Komelên Kurdistanê KOMKARê ve di navbera rojên 28-30 gulanê de li bajarê Kolnê pêk hat, kete ber êriþa apociyan.

Li ciyê pêþangehê, digel nivîskar û rewþenbîran, gelek zarok û kesên bi temen mezin jî hebûn. Di vê êriþê de xwedîyê Nasnamê nivîskar Þukrî Gulmuþ hat birîndarkirin.

Armanca êriþkaran ew bû ku, bi darê zorê pêþangehê ji hev belav bikin; tirsê berdin ser derdorên welatparêz, niviskar, weþanxane û xwendevanên kurd yên ku hewl didin ziman û çanda kurdî û hemû hêjahiyên neteweyî li ser piyan ragirin û bidin jiyandin.

Êriþeke weha qilêr ji kê re xizmet dike, gelekî aþkere û diyar e. Em, di piþt perdê de dewleta tirk û dardestikên wê dibînin; ew dewleta ku hebûna gelê kurd înkar dike, zimanê kurdî qedexe dike û gelê kurd ji hemû mafên netewî û demokratik bêpar dihêle!

Wek tê zanîn, sala par, dema KOMKARê ji bo vekirina “Pêþangeha pirtûkên kurdî ya yekemîn” haziriya xwe dikir, dewleta tirk xwestibû rê li ber bigre. Bona vê hemû îmkanên xwe yên dîplomatîk ceribandibû, lê bi serneketibû. Mixabin îsal hevkarên xwe yên apocî xistin dewrê ji bo ku pêþangehê belav bikin. Êriþkar ji aliyê rewþenbîrên welatparêz û parêzgerên KOMKARê ji ciyê pêþangehê hatin dûrxistin.

Em, wek weþanxane, rêxistinên demokratîk-sîvîl û kesên ku îmza wan li jêrê ye, êriþa ser pêþangeha pirtûkên kurdî û beþdarên wê, bi tundî rûreþ dikin. Em careke dî bangî wan kesan dikin ku hîna jî bin navê kurdîtiyê êriþî hêjayiyên gelê kurd dikin, ku dev ji van êriþkariyên qilêr berdin.

Weþanên Afiþ, Weþanên ROJA  NÛ, Weþanên DENG, Weþanên KOMKAR, Weþanên ÖZGE Weþanên KOMAL, Weþanên FIRAT, Weþanên RİYA AZADİ, Weþanên PELDA, Weþanên EVRA

 
Verband der Vereine aus Kurdistan Bunsenstr. 7 D-51145 Köln
Tel.: 02203-93517-0 Fax: 02203-31126

vegere serê malperê
© 2003 Komkar