Kurdistan Dernekleri Birligi

Pêwendî / iliþki
Rojev / Gündem
Belavok /Bildiri
Weþan /Yayin
Ji arþîvê
Geleriya wêneyan

E-mail
Deutsch

 

Biryarên kongrê:

Kongreya 18’an a KOMKARê, ku di 4-5.10.03’an da, li Elmanya, bajarê Bottropê, li bin diruşma “Di sedsalîya nemiran, Mela Mistefa Barzanî û Cegerxwîn da Pîroz Be Parlaman û Hukûmeta Federal a Kurdistan” pêkhatîye, biryarên jêrîn girt:

“1- KOMKAR, divê di pêşedemê da ligel sazî û dezgeyên polîtîk yên desthelatdar pêywendî deyne û wan bide serwextkirin, ku rewşa malbat û zarokên Kurda, ji yên bîyanîyên din cuda ye û taybetmendîya wan heye. Her usa wan serwext bike, ku pirzimanî dewlemendîyeka civakî ye, tesîra zimanê zikmakî li ser nasnameya netewî û kesayetîya şexsî heye. Ji ber vê yekê jî divê dersên zimanê Kurdî, ku çend eyaletên Elmanyayê weke maf hatîye nasîn, neyên kêm kirin, beravejîya kêmkirinê, divê ev maf li seranserê Elmanyayê bên dayîn. Kongre bîryar dide, ji bona, ku ev maf li seranserê Elmanyayê were stendin, divê çalakî bêne çêkirin. KOMKAR divê bona serwextkirina malbatên Kurd di warê girîngîya zimanê zikmakî da, hewl bide, têbikoşe.

“2- Kongra me, kêfxweş e, ku gelê Kurd û gelên din yên Iraqê ji zulm û zordarîya rejîma diktator û xwînrija Seddam rizgar bûne. Her usa Kongra ma dilşad e, ku pêywendîya du hêzên sereke yên Kurdistana Başûr PDK û YNK, baş e û encama vê başbûnê jî yekbûna Parlamena Kurdistanê ye û hewl dan e bona hukumeteka hevbeş.

Pêywendîyên dostî û biratî yên herdu hêzên mezin, zaminek bona parastina deskevtîyên me yên dîrokî di vê beşa Kurdistanê da. Bona vê yekê Kongra me bang li hemû rêxistinên sîyasî yên vî beşê dike, ku pêywendîyên xwe hin qehîmtîr û geştîr bikin.

Kongra me piştgirîya tekoşîna gelê me li Kurdistana Başûr dike, ku li bin diruşma “Demokrasî bo Iraqê, Federasyon bo Kurdistanê” da her berdewam e. Kongra me bona rêxistinên Ewropî yên herdu alîyên sereke pêşnîyar dike, ku bona parastina deskevtîyên Başûrê, li Ewropa ligel KOMKARê xebatên hevbeş bikin.” 

“3- Hukumetên Tirkiyê, bona ku Tirkîye bibe endamê Yekitîya Ewropa (YE), gelek qanûn derxistine, hinek xalên Zagona Esasî guhartine. Lê dîsa jî di warê demokratîzekirinê da guhartineka bingehîn çênebûye, zilm û zordarî li ser gelê me kêm nebûye. Ji ber vê yekê jî divê KOMKAR bona serwextkirina YE û endamên wê derheqa vê rastîyê û cî be cî kirina Prensîbên Sîyasî yên Kopenhagê kar û xebat bike.

 “4- Kongra me ji avabûna HAK-PAR, İNSİYATİF, DEM-KURD û PLATFORMê kêfxweş e û divê KOMKAR bona çalakbûna DEM-KURD û PLATFORMê, ku endamê wan e, xebat bike. 

“5- KOMKAR divê bi aktîfî piştgirîya xebata televîzyoneke netewî, ku ji alîyê GEL-AG ve tê meşandin, bike û her usa ji bo alîkarîya aborî, çi ji alîyê WEÇAK û rêxistinên wek wî û çi bi serê xwe, wê hewl bide bi her awayî û di her warî de çalakîyan pêkbîne.

“6- Divê KOMKAR, girîngîyeka taybetî bide perwerdekirin û têgîhandina ciwanan. Kongra me biryar dide, ku KOMKAR, ji bo ku ciwanên Kurd yên li dervayê welat, nasnama xwe baştir binasin hewl bide; ji bona perwerdekirina ciwanên Kurd di warê polîtîkî da kareke rêk û pêk û sîstematîk bike. Her usa Kongra me bang li KOMKAR dike, ku ji bo temsîlkirina ciwanan ya rêvabirina rêxistinî da hîn hesastir bibe.

“7- KOMKAR divê hewl bide, bona ku endamên xwe yên jin bi çalakî tev li karên polîtîkî, rêxistinî û civakîya KOMKARê bibin. Divê KOMKAR û liq û komîteyên wî, di rêvabirinê rêxistinan da, di çalakîyên çandî, pîşeyî, diplomatîk û hwd. da, cî bide jinan û hewl bide, ku jin pirtir di van karan da cîyê xwe bigrin.”

 
Verband der Vereine aus Kurdistan Bunsenstr. 7 D-51145 Köln
Tel.: 02203-93517-0 Fax: 02203-31126

vegere serê malperê
© 2003 Komkar