| |
Ji dezgehên Kurdên
Ewrupa ji bo Wezîrên Karêderve yên Ewrupî Name:
"Zext li ser dewleta Tirk bikin, da ku
operasyona xwe rawestîne!"
20 dezgehên demokratîk yên Kurdistanî, ku li seranserê Ewrupayê
kar û xebatên xwe dimeşînin, nameyeke ji bo Wezîrên Karêderve
yên welatên Ewrupî şandin. Di nameyê da ji wezîran daxwaz
tê kirin, ku zext li ser hukumeta Tirkiyê bê kirin, da ku
operasyona bejayî ya Başûrê Kurdistanê rawestîne.
Name bi vî awayî ye:
„Rêzdar Wezîr,
Êrîşên dewleta Tirk yên leşkerî li Başûrê
Kurdistanê her roj zêdetir dibin. Firokeyên leşkerî yên
Tirk, bi hênceta hebûna meqerên PKK, her roj gund, çiya û
baniyên Kurdistanê bombebaran dikin. Hêzên zemînî (bejayî)
jî car caran li herêmê operasyonan pêk tînin.
Bi nêzikbûna biharê va, hukumeta Tirk bi dehhezaran leşker
û çek û aletên leşkerî li ser tixûba Kurdistanê bi cîh
kir. Her roj behsa operasyona zemînî ya artêşa Tirk li
ser Başûrê Kurdistanê tê kirin. Raya giştî di wê
baweriyê da ye, ku operasyona zemînî ya bi berfirehî yeqîn
wê bê pêkanîn. Tê zanîn, ku berpirsiyarên dewleta Tirk bi
plana dagirkirina hin deverên Kurdistana Başûr û pêkanîna
“kembera asayîş”ê mijûl in. Komandoyên Tirk, bi agahdarbûna
DYA, hefteya borî ketin nav axa Kurdistana Başûr û ev
yek dikare wek gava yekemîn ya vê plan û armancê bê bi nav
kirin.
Rêzdar Wezîr,
Berpirsiyarên dewleta Tirk, bi taybetî jî yên leşkerî,
bi eşkereyî tînin ziman, ku armanca wan ya sereke ruxandina
Federasyona Kurdistana Başûr e. Siyaseta Tirk ya ku li
ser înkarkirina hebûna Kurd hatiye danîn, Hukumet û Parlamentoya
Herêmî ya Kurdistana Başûr wek talûke û xeter dibîne.
Hebûna PKK li ser tixûba Tirkiye û İraqê, ji bo wan tenê
hêncet e.
Aramî û îstiqrar li Kurdistana Başur cîgir bûye. Operasyona
zemînî ya dewleta Tirk, ku mafên bingehîn yên mirovî, netewî
û demokratîk yên Kurdên di nav tixûbên xwe nas nake, ne tenê
wê aramî û îstiqrara herêmê ji holê rake, her weha wê pirsgirêkên
Rojhilata Navîn girantir bike û bibe sedema tevliheviyekê,
ku dewletên heremê jî bike bin tesîra xwe.
Rêzdar Wezîr,
Êrîşên hewayî û operasyona zemînî ya dewleta Tirk derbeke
giran li aşitî û aramiya herêmê dixe û wê bibe sedema
dijayetî û pevçûnan di navbera gelên Tirk û Kurd da. Ev dijayetî
her weha wê tesîra xwe li welatên Ewrupê jî nişan bide,
ku herdu gel di van wan welatan jî dijîn û bibe tehdîtek ji
bo aşitî û aramiya civakî ya wan welatan.
Rêzdar Wezîr,
Em dezgehên demokratîk yên navên wan li jêr in û li welatên
curbecur yên Ewrupayê karên xwe didomînin, ji hukumeta we
daxwaz dikin, ku zext li ser hukumeta Tirk bikin, da ku dev
ji êrîşên xwe yên hewayî berde, hêzên xwe yên li axa
Kurdistana Başûr paşve bikişîne û dev ji amadekariya
xwe ya operasyoneke zemînî ya berfireh berde.
Kerema xwe, bi lez lebat bikin, ji ber ku wê sibê dereng
bibe.
Li gel rêz û silavan...
23.02.2008
Yekîtiya Komelên Kurdistan-KOMKAR-Almanya, Civata Kurd li
Fulda, Federasyona Kurdî li Swêd, HEVKAR-Hamburg, KOMJIN-Almanya,
KOMCIWAN-Almanya, Federasyona Kurd li Avusturya, KOMKAR-Avusturya,
KOMKAR-Belçika, KOMKAR-Danimarka, KOMKAR-Hollanda, KOMKAR-Îngiltere,
KOMKAR-Swisre, KOMKAR-Swêd, Enstituya Çand û Zmana Kirmanci
(Zazaki) IKK-Berlin, Enstituya Kurdi ya Brukselê-Belçîka,
Kultur Kreis Kurdistan e.V.-Karlsruhe, Komela Kurdên Sûrî
li Avusturya, Komela Xwendekarên Demokrata Kurdistana Îran
li Avusturya, Navenda Organizasyon û Civakî ya Kurd-SOZK-Berlin“
|