Yekitîya Komelên Kurdistan
Kürdistan Dernekler Birliði
Verband der Vereine aus Kurdistan
-
Neumarkt str 29 42103 Wuppertal
Tel.:0202-7180891
-
Pêwendî / iliþki
Rojev / Gündem
Belavok /Bildiri
Weþan /Yayin
Ji arþîvê
Galeriya wêneyan

E-mail
Deutsch

 

 

   
 

Ji Dezgehên Kurd bo Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekgirtî:

"Divê Dewleta Tirk Nebe Endam!"

Dezgehê Kurd yên Ewrupayê, nameyeke ji bo Serokatiya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekgirtî şandin û daxwaz kirin, ku nebin alîkar ji bo endametiya Dewleta Tirk ya Konseya Ewlekariyê. Nameya, ku bi pêşengiya KOMKARê va ji aliyê 18 dezgehên demokratîk ên Kurd li Ewrupayê hatiye îmza kirin, bi çar zmanan (Îngilizî, Almanî, Kurdî û Tirkî) hatiye amade kirin û ji xeynî serokatiya Konseya Ewlekariyê, ji wezîrên karê derve yên dewletên Ewrupî û ji endamên Parlamena Ewrupê ra jî hatiye şandin.

Tê zanîn, ku Dewleta Tirk dixwaze bibe endamê Konseya Ewlekariyê ya NY û ji bo ve yekê jî dixwaze bi dewletên Ewrupî û Ereb û Amerîkayê va pêwendiyên xwe xurtir dike.

Nameya dezgehên Kurdî weha ye:

Ji bo Serokê Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekgirtî Rêzdar Michel Kafando,

Rêzdar Serok,

Li gor agahdariyan, Tirkiye ji bo endametiya Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekgirtî  xwe amade dike. Her ji bo vê yekê jî bi Amerîka, dewletên Ereb û bi dewletên endamên Yekitiya Ewrupayê ra di nav  hewildanek xurtdaye.

Erkên Konseya Ewlekariyê, ku wek organa birêvebirina Neteweyên Yekgirtî karên xwe dimeşîne, bi vî rengê hatiye terxankirin:

- Li gor armanc û pirensîbên NY parastina aşitî û ewlekariyê kar dike.
  - Ji bo pirsên ku di qada navnetewî de dikarin nakokiyan pêk bînin, lêkolînan çê dike.
- Ji bo çareserkirina nakokîyên navneteweyî, mercên çareseriyê pêşniyar dike.
  - Ji bo çavdêrîkirina li çekdarbûnê, planan amade dike.
 - Li ser erîş û xeterên li dijî aşîtiyane lêkolînan amade dike û rê û tevdiran pêşniyar dike. 
- Li dijî erîşkaran, tevdîrên leşkerî distîne.

Em rêxistinên ku li jêr navên wan hene, ne bawer in ku Dewleta Tirk bikaribe van erkên giring bicîh bîne. Dewleta Tirk ji avabûna xwe heta îro hebûna 25 mîlyon hemwelatîyên xwe yên Kurd red û înkar kiriye, hebûna Kurdan qebûl nekiriye û ji bo tunekirina wan hemû metodên zorê bikar aniye. Li dijî Kurdan siyaseteke zulmkar û zordestiyek usa bikar aniye ku li cîhanê emsalê wî tune ye.

Ji siyaseta zulmkar, ji bilî Kurdan hêz û grûbên muxalefeta demokratîk ya Tirkiyê jî para xwe girtiye. Kedkarên Tirk, Elewî, Xiristiyan, Yêzîdî, jin, xelkê feqîr û hejar ji mafên xwe yên demokratîk bêpar in û hîn jî ji alîyê dewletê va bi siyaseteka zordar û şîdetkar va tên îdare kirin.

Ji destpêka avabûna Dewleta Tirkiyê heta îro, hemû daxwazên demokratîk yên Kurdan, bi xwîn û qetlîaman va bersîvên xwe girtine. Bi hezaran ronakbîr li zîndanan, di bin çerxa îşkencê da rizya ne. Bi hezaran gund û cîh û warên Kurd hatine şewitandin û wêrankirin, zevî û daristan hatine şewitandin. Bi milyonan Kurd ji cîh warên xwe bi zorê hatine nefîkirin û ji sedî zêdetir serok û rêberên netewî yên Kurd hatine îdam kirin.

Gelê Kurd ji bo bidestxistina mafên xwe yên mirovî û netewî û ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa, li hember hemû van kiryaran her tim serî hildaye û berxwe daye.

Rêvebirên Dewleta Tirkiyê, piştî gelek êş û azaran, kuştin û qelîaman hebûna gelê Kurd car caran  tînin ser ziman. Lê tu mafên mirovî û netewî yên gelê Kurd nas ne kirine û nêzî bîst sal in ku li dijî gelê Kurd şer îlan kirine.

Dewleta Tirk zordariya xwe ne tenê di nav sînorên xwe da didomîne. Erîşî dewletên cîran yên der û dorên xwe jî dike. Him ji esmanî him jî ji reşayî va bi çekên giran erîşên Kurdistana Başûr ku di nav sînorên Iraqê da dimîne dike û jiyana Kurdên niştenişînên wê heremê tehdît dike.

Dewleta Tirk a ku mîratxurê Împaratorîya Osmaniyan e, qetlîama 1,5 milyon Ermeniyan ku ji aliyê Împaratorîya Osmaniyan va hatibû kirin, heta nuha jî qebûl nake.

Dewleta Tirk, lêşkerên xwe li Kibrisê, ku endamê YE ye, bi salan e bicîh kiriye. Ji bo vekişandina leşkerên xwe guh nade tu bangawaziyên navnetewî û di dagîrkerîya xwe de israr dike.

Dewleta Tirkiyê li dijî cîranên xwe siyasetekî erîşker didomîne. Ji alîkî va dixwaze bibe endamê Yekîtiya Ewrûpayê û ji aliyê din va jî ji bo bi cîh ne anîna Krîterên Kopenhagê berxwe dide.

Mînakên li jor jî eşkere dikin, ku Dewleta Tirkiyê wê nikaribe erkên Konseya Ewlekariyê bicîh bine. Ji ber vê sedemê em bawer in, ku endametiya Dewleta Tirk ya Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekgirtî wê tercîheke baş nebe.

Em rêxistênin li jêr vê rewşê pêşkeşî we dikin.

Li gel rêzên me...

17.09.2008

* Yekîtiya Komeleyên Kurdistan-KOMKAR/Elmanya

* Federasyona Komeleyên Kurdistanê Li Swêd

* Federasyona Komeleyên Kurdistanê Li Awsuturya

* Komeleya Karkerên Kurdistanê Komkar/Swêd

* Buroya Jinên Kurd-KOMJIN/Elmanya

* Enstituya Kurd Li Bruksel/Belçîka

* Kultur Kreis Kurdistan-Karlsruhe

* Komela Karkerên Kurdistan-HEVKARÎ/Hamburg

* Komela Karkerên Kurdistan-KOMKAR/Danîmarka

* KOMKAR-Awusturya

* KOMKAR-Belçîka

* Yekîtiya Karkerên Kurdistan-KOMKAR/Holanda

* KOMKAR-Swîsre

* Yekîtiya Ciwanên Kurdistan-KOMCIWAN/Elmanya

* Navenda Şêwirînê ya Kurd-KOMKAR/Îngilistan

* Komelên Kurdî Ji Suriyê/Awusturya

* Komela Xwendekarên Demokrat a Kurdistana Îranê/Awusturya

* Enstituya Çand û Zmana Kirmanci (Zazaki) IKK-Berlin”

 


Yekitîya Komelên Kurdistan • Kürdistan Dernekler Birliði Verband der Vereine aus Kurdistan
Neumarkt str 29 42103 Wuppertal
Tel.:0202-7180891
e-mail : komkar-merkez@web.de