|
Komcivîna
KOMKARê ya 21. bi serketî pêk hat
EU-KOMKAR hat damezirandin
Komcivîna Yekitiya Komelên Kurdistan-KOMKARê ya 21. bi seketî
pêk hat. Her di vê komcivînê da damezirandina Konfederasyona
Komelên Kurdistan li Ewrupa EU-KOMKAR jî hat ilan kirin.
Komcivîna
EU-KOMKARê, di bin dirûşma „Dest ji çekan bikşînin!
Divê pirsa Kurd di nav aramî û aşîtiyê da bê gengeşîkirin!“,
di 17-18.10.2009´an da li bajarê Wuppertalê li Elmanyayê civiya.
Ji bilî nêzikî 100 nûnerên şaxên KOMKARê yên seranserê
Ewrupayê, her weha ji her çar perçeyên Kurdistanê û ji Elmanyayê
endam û nûnerên partî, dezgeh, sazî û rêxistinan beşdarî
kocivînê bûn û gotarên xwe pêşkêş kirin. Ji welat
û Ewrupayê, bi dehan kes, dezgeh, sazî û partî jî bi peyam
û birûskên xwe komcivîna EU-KOMKARê pîroz kirin.
Komcivîn,
bi axaftina yek ji damezrênerên KOMKARê û endamê kevintirîn
Huseyîn Guler despê kir. Pey ra diwan hat hilbijartin û beşdar
ji bo rêzgirtina hemû şehîdên Kurdistanê deqîqeyekî bê
deng man.
Roja yekemin, nûnerên KOMKAR-Elmanya dûr û dirêj li ser raporên
kar û bar û aborî yên birêvebir nîqaş kirin û dîtin,
rexne û pêşniyarên xwe pêşkêş kirin. Pey erêkirina
raporan û îbra kirina birêvebiriyê, KOMKAR-Elmanya organên
xwe yên nû hilbijart.
Piştra,
bi beşdarbûna nûnerên komelên derveyî Elmanyayê, gengeşiya
li ser destûrnama EU-KOMKAR despê kir. Nûner, dîtin û nêrînên
xwe yên li destûrnamê bi berfirehî anîn zman û biryar hat
dayin, ku destûr bi awayê ku hatibû amade kirin bê pejirandin.
Lê her weha komîsyonek ji sê kesan pêk hatî hate hilbijartin
û nûner desthilat (selahiyet) dan vê komîsyonê, da ku bi awukatek
ra bişêwire, destûrnamê têkûztir bike û ger ji aliyê
huqûkî hin kêmasî hebin, wan temam bike. Pey qebûlkirina destûrnamê,
ji bilî Elmanya, bi beşdarbûna, komelên KOMKARê yên Swêd,
Danîmarka, Îngîltere, Fransa, Belçîka, Hollanda, Swîsre, Awusturya,
EU-KOMKAR hat damezirandin.
Roja duduyan, mêvan jî beşdarî komcivînê bûn, heqê axaftinê
girtin û gotarên xwe pêşkêş kirin.
Di
despêkê da, li ser navê Partiya Maf û Azadiyan HAK-PARê Serokê
Giştî Bayram Bozyel axifî. Bozyel di axaftina xwe da
pesnê kar û xebatên KOMKARê, bi taybetî jî yên pey 12 Îlonê
da û ji bo pişgiriya KOMKARê ya bo HAK-PARê spasiyên
xwe pêşkêş kir. Bozyel her weha bal kişand
pêvajoya heyî ya Tirkiyê û hewldanên dewleta Tirk yên di warê
çareseriya pirsa Kurdî. Bozyel gavên dewletê erênî nirxand,
lê bal kişand wê yekê, ku ev gav û hewldanên dewletê
ji bo çaresriya pirsa Kurd ne bes in û çareserî bi teslîm
kirina mafên gelê Kurd yên neteweyî û demokratîk mumkin e.
Bayram Bozyel da zanîn, ku divê neyê ji bîr kirin, ku ger
hewldan, têkoşîn û berxwedana Kurdan xurtir nebe, dewlet
gavên pêştir wê nevêje. Ji ber vê yekê jî divê hêzên
Kurd kar û xebatên xwe hîn xurtir bimeşînin.
Serokê HAK-PARê Bayram Bozyel, di dawiya axaftina xwe da
ragihand, ku her diçe rê li ber xeta tevgera azadî û aşitîxwaz
vedibe û bivê nevê wê ev xet ser bikeve. Bozyel her weha pît
kir, ku ew di doz û tekoşîna xwe da bi biryar in û bi
hêvî ne.
Piştî
axaftina Bayram Bozyel, li ser navê Partiya Çep (die Linke)
Birêz Zielezinski gotara xwe pêskêş kir. Zielezinski,
spasdariya xwe pêşkêşî KOMKARê kir, damezirandina
EU-KOMKARê pîroz kir û weha got: „Em xweşhal in, ku navenda
KOMKARê li Wuppertalê ye û KOMKAR komcivîna xwe li Wuppertalê
pêk tîne. Em di wê baweriyê da ne, ku divê Kurd li Tirkiyê
û li Elmanyayê wek gel bên pejirandin û mafên xwe bi dest
bixin.“
Her weha endamê Birêvebiriya Partiya Çep ya bajarê Ludenscheidê,
siyasetmedarê Kurd Yasin Kut jî beşdarî komcivînê bû
pişgirî da KOMKARê kir.
Li
ser navê Partiya Demoktat a Kurdistan-PDK-Iraq Liqa 6 Kak
Serhed, li ser navê Hizbî Demokrata Kurdistana Îran Kak Şahsuwar,
li ser navê Partiya Azadiya Kurdistan-PAK Kak Bijang, li ser
navê PDK-Bakûr-Komîteya Elmanya Kak Hamdullah, Sekreterê Giştî
yê Partiya Îslamiya Kurdistan Hîkmet Serbilind, li ser navê
KOMJINê Belgin, Endamê Birêvebir yê Mala Êzdiyan li Oldenburg
nivîskar û şair Eskerê Boyîk, nivîskar Şukru Gulmuş,
endama Partiya Keskan Ciler Firtina û endamê meclîsa şaredariya
Bottropê ji Partiya Çep Şahîn Aydin axivîn. Axaftvan,
kar û xebatên KOMKARê bilind nirxandin û banga yekîtî û tevxebata
hêzên Kurdistanî kirin.
Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalist a Kurdistan-PSK
Mesud Tek, Kemal Burkay (Siyasetmedar-Nivîskar), Hemîdê Dewrêş
(Sekreterê Partiya Demokrata Peşverû ya Kurd li Suriyê),
Bavê Azad (Siyasetmedar), Arîf Sevînç (Gerînendeye Giştî
yê Rojnameya Dema Nû-Amed), Ozlem Sara çekîç (Endama Parlamena
Danîmarka), Yaşar Kilerci (Serokê Kurt-Kavê), Sînemxan
Bedirxan, PSK Komiteya Derveyîwelat, Tevgera Demokratên Şoreşger
Komîteya Ewrûpayê, KOMJIN, Desteya Weşana Agirî-Kurdistan,
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêd-FKKS, Welat Azad
(Berpirsiyarê Giştî yê malpera Welatname-Qoser), Dr.
Îbrahîmê Mehmûd, Dr. Husên Hebeş, Prof. Dr. Husên Bektaş,
Sîdar Bîngol (Serokê KOMKAR-Hollanda), Têmûrê Xelîl (Rojnamevan-Nivîskar),
Dilbixwîn Dara (Berpirsiyarê Malpera Avesta), Şefîk Oncu
(Nivîskar), Lewend Dilînî (Nivîskar), Redaksiyona Malpera
Amîda Kurd, Bayram Ayaz (Siyasetmedar), Xalidê Hekarî (Siyasetmedar),
Necatî Tank (Nûnerê Komela Pişgiriya HAK-PARê li Elmanya),
Kutbettin Ozer (Siyasetmedar), Dogan Saribaş (Îspanya),
Hasan Bildirici, Tahsin Demirsoy jî bi peyamên xwe KOMKARê
pîroz kirin û damezirandina EU-KOMKARê wek gaveke giring nirxandin.
Peyam ji aliyê dîwanê va hatin xwendin.
Di
dawiya komcivînê da organên EU-KOMKARê hatin hilbijartin û
biryarên komcivînê hatin pejirandin.
Komcivîn, bi axaftina kedkarê doza Kurd û Kurdistanê, siyatmedar
û nivîskar Yilmaz Çamlibel, bi serkeftî bi dawî bû.
------------------
Pêşniyar ji bo Biryarên Komcivîna
KOMKAR-EU
Biryara li ser Kurdistana Bakûr û Tirkiyê
Komara Tirkiyê ji avabûna xwe heta nuha hebûna Kurdan înkar
kir û siyasetek asîmîlasyon û tunekirinê ajot. Lê gelê Kurd
û hêzên wî yên netewî ji bo bi destxistina mafên xwe yên netewî
û demokratîk, li hember siyaseta înkar û tunekirinê bê deng
neman û xebatek bi piralî ajotin û ev tekoşin îro jî
didome.
Di merheleya ku îro em tê da ne, tekoşîna azadiya gelê
Kurd, her usa tesîra guhartinên li dinyayê Komara Tirkiyê
anî wê rewşê ku êdî nikaribe siyaseta xwe ya kevn bidomîne.
Bi taybetî di sala 2009´an da, Serokkomarê Tirkiyê Abdullah
Gul, di axaftinên xwe yên li hin cîhan da got; ”Wê tiştên
baş bibe” û ” Pirsa Kurd girîngtirîn pirs e li ber Tirkiyê.”
Li dû van daxuyaniyan pêvajoyek despê kir. Ev pêvajo ji aliyê
hukumeta AKP berê wek ”vebûna Kurd” û paşê wek ”vebûna
demokratîk” hat binav kirin. Ev hewldan nîşan dide, ku
Komara Tirkiyê êdî nikare siyaseta xwe ya berê bimeşîne.
Li gor me pirsa Kurd, pirseke netewî ye û li ser esasên mafên
wekhev, ango bi sîstemek federalî dikare bê çareserkirin.
Divê gelê Kurd jî wek hemû gelên dinyayê, mafê xwe hebe ku
li ser qedera xwe bi xwe biryarê bide.
Em wek KOMKAR, gotinên Serokkomar û hewildanên hukumetê,
îflasa siyaseta resmî ya Dewleta Tirkiyê a 85 salan dinirxînin
û vê hewildanê giring dibînin. Ev hewildan dikare ji bo dawiya
bikaranîna tund û tûjîyê bibe wesîle, bo çareseriya pirsa
Kurd, zemînek azad û demokratîk veke û xizmeta sîstemek azad
û demokratîk bike.
Komcivîna KOMKAR-EU, piştgiriya hemû hewildan û hengavên
hukumetê bo çareseriya pirsa Kurd dike. Her usa bo çareseriya
pirsa Kurd, piştgiriya daxwaza federaliyê dike û xebatên
xwe yên di wî warî da jî didomîne.
Ji bo Kurdistana Başûr û beşên din
Di roja 25.7.2009´an da, gelê me li Kurdistana Başûr
bo hilbijartina Serokatiya Heremê û bo nûnerên Parlametoyê
hilbijartinek pêkanî. Pêwîst e bê gotin ku beriya hilbijartinê
dagirkerên Kurdistanê û dijminên gelê Kurd, bo serneketina
hilbijartinê, propagandayek gelek kirêt ajotin. Lê li gel
hemû cehdên dijmin, gelê me li Kurdistana Başûr, çi wek
lîsteyên cuda, çi jî wek serbixwe, bi hemû deng û rengên xwe
ve hilbijartinek demokratîk û serketî pêkanî.
Di vê hilbijartinê da, hilbijêrên Lîsteya Kurdistanî, piraniya
dengan girtin. Lîsteya Goran û lîste û partiyên din jî karîbûn
nûnerên xwe bişînin Parlamentoyê. Em vê hilbijartina
Kurdistana Başûr, bo bicîhkirina demokrasiyê qonaxek
girîng dibînin û ji dil va pişgiriya wê dikin.
Birêz Mesud Barzanî jî bo serokatiya Herema Kurdistana Federal
ji nû va hat hilbijartin. Em carek din jî wî pîroz dikin û
piştgiriya xwe bo wî nîşan didin.
KOMKAR-EU, ji bo çareseriya pirsa bajêrên Kurd yên wek Kerkuk,
Mûsil û bajarokên din ku tevlî herema Kurdistanê bibin, piştgiriya
benda 140. ya makzagonê dike.
Li Kurdistana Rojhilat û Kurdistana Rojava, xebata gelê me
bo azadiyê dom dike. KOMKAR- EU, piştgirya tekoşîna
azadî û wekheviyê li wan beşên Kurdistanê dike. Bi partî
û rêxistinên azadixwaz ên wan beşên Kurdistanê ra di
nav hevkariyek dostane da dibe.
Biryara li ser Kurdên diyasporayê
Li gor meqamên fermî yên Ewrûpayê, Kurdên ji Suriyê, Îran
û Tirkiyê, her çend wek xelkê Tirk, Îranî û Suriyeyî bên hesibandin
jî, îro li welatên Ewrûpayê 1,5 mîlyon Kurd dijîn. Bi taybetî
nifşên nû yên ku li Ewrûpayê mezin bûne, bûne beşek
ji civata wan welatan.
Wek tê zanîn Kurd, li seranserê
Ewrupayê di qada fermî da wek ”gel” nayên qebûl kirin: Ji
ber vê yekê jî mafên wek zman, çand, civakî û huqûkî bepar
in. Her weha taybetiyek gelê Kurd jî ew e, ku welatê me ji
aliyê Tirkiye, Îran û Suriyê va hatiye dagir kirin. Ji ber
vê rastiyê jî berpirsiyarî û erkên me zêdetir dibin û erkekî
girîng dikeve ser milên rêxistinên me yên demokratîk li diasporayê
ku gringîyek taybet bide xebata lobî û peydakirina dostan.
KOMKAR-EU, biryar digrê ku li ser pirsgirêkên kulturî, civakî,
nasnamê û entegrasyonê, civîn konferans û çalakîyên curbecur
pêkbîne.
KOMKAR-EU, ji bo lobiyek xurt û peydakirina piştgiriyek
hîn xurtir bo gelê Kurd, biryar digrê ku bi qadro, endam û
hogirên ku zimanê biyanî dizanin û ji bo karên lobiyê guncav
in, têkiliyên wan bi KOMKARê ra tune bin jî bi wan ra civîn
û semînerên taybet pêkbîne û îradeyeke navendî pêk bîne.
Li ser bikaranîna zimanê Kurdî
Gelek girîng e, ku em bi hemû zaravayan zimanê xwe yê zikmakî
di hemû qadên jiyanê da bikarbînin. KOMKARê ji roja avabûna
xwe heta îro di warê bi karanîna zimanê Kurdî da xebatên gelek
hêja kiriye. Ev xebata me îro jî dom dike. Lê gava meriv li
rûdan û guhartinên li Tirkiyê dinêre, di vî warî da pêwîstî
bi xebatek hîn bi rêk û pêktir û xurttir heye.
KOMKAR-EU, biryar digrê ku di jiyana rojane û di hemû warên
jiyanê da bikaranîna zimanê Kurdî bike armanca xwe. Di civîn
û çalakiyên xwe da hewl bide, ku zimanê Kurdî bikarbîne. Ji
bo kesên Kurdî dizanin, Kurdiya xwe pêşve bibin û ji
bo kesên ku Kurdî nizanin di komeleyan da qursên zimanê Kurdî
veke. Her usa li ser ziman û edebiyata kurdî da çalakiyên
cuda pêkbîne.
Li ser entegrasyon û rewşa jinên Kurd
Sedema hatina piraniya jinên Kurd welatên Ewrupî şer
û stembarî ye. Jinên Kurd, li welatên Ewrupî jî bi pirs û
pirsgirêkên curbecur rûbirû dibin. Pirsa entegrasyonê û nezanîna
zimanên welatên ku lê dijîn, zehmetiyên jinên Kurd zêdetir
dike.
KOMKAR-EU biryar digre, ji bo ku jinên Kurd fêrî ziman bibin
û beşdarî jiyana civakî û aborî ya li welatên ku lê dijîn
bibin û pirsa entegrasyonê bi hêsanî bê çareserkirin, di kar
û barên xwe û di qada hukûmet û sazî û dezgehên Ewrupî kar
û xebatên hîn aktîvî bimeşîne.
|