Yekitîya Komelên Kurdistan
Kürdistan Dernekler Birliði
Verband der Vereine aus Kurdistan
-
Neumarkt str 29 42103 Wuppertal
Tel.:0202-7180891
-
Pêwendî / iliþki
Rojev / Gündem
Belavok /Bildiri
Weþan /Yayin
Ji arþîvê
Galeriya wêneyan

E-mail
Deutsch

 

 

   
 

Yekîtiya Komelên Ciwanên Kurdistan
Jugendverband aus Kurdistan

komciwan@googlemail.com ,  Tel.: 089/ 50 95 84

 

Beyana KOMCIWAN

Belengazno!!!

(Bersiva agadarîyên şaş yên ku malpera we –www.haberdokuz.com- hatine nivîsîn)

Em wek KOMCIWAN dixwazin we hinekî agadar bikin. KOMCIWAN komela cîwanên Kurd li seranserî Ewropa ye. Ev KOMEL 20 sal in karê xwe dimeşîne. Hetanî îro nêzîkî 200 civîn, konferans, kampên cîwanan, semîner pêk anîne.

Evana cîwanên ku bi kar û xebatên xwe ve nêzîkî KOMKARê ne, lê rêxistîneka serbixwe ne.

Van cîwanên Kurd  bi dehan xwepêşandan li ber balyozxanên TC amade kirine. Ev cîwanana têkilîyên xwe yên diplomatîk ve kelemê çavên we ne. Ew, derewên we radixin ber çavan, polîtîka  dewleta dagirker (TC) ya asîmîle û tune kirina Kurdan eşkere dikin, vir û vizê we derdixin holê.

Ev cîwanana çand û kultura Kurdan li seranserî Ewropayê didin nasîn. Wek nimûne: Koma  Folklora Kurdî li Ingîlizistanê  du caran bû komika serkeftî ya yekan.

Dinya dizane ku sempatiya we ji bo El-Kaideyê heye. Hûn dizanin kî APOCî ye, kî nîn e. Lê hûn bi zanetî miletê xwe didin dewsa nezanan, hûn rastîyê ji wan wedişêrin, ew jî ew qasî nezan an jî dij-Kurd in, ku bi hemû gotinên we bawer dikin.

Di kampa me da ji gotarvanên me yek Rêzdar KEMAL BURKAY (Sekreterê Giştî yê Partîya Sosyalist a Kurdistanê yê berê ) bû. Ew kesê ku mora xwe li polîtîka Kurdistanê xistiye, daxwazên realist ji bo safî kirina pirsa Kurdî aniye (federasyon), ji alîyê hemû partî û hêzên TC ve tê naskirin.

Belengazno, ger hûn nizanin,  ji me bipirsin, em ji we re bêjin Kemal Burkay kî ye, em kî ne? Em xwe venaşêrin!!!

Gotarvanê me yê din Rêzdar Alî Haydar Koç jî dîroknasekî Kurd e. Ew bi gelek belgeyan ve hemû gemarîyên dîroka  TC û dema Osmanî radixe ber çavan.

We tiştekî baş kiriye, fotoyê 60-70 cîwanan, gel Rêzdar Burkay û Alî Haydar Koç di malpera xwe de daye nasîn. Ev têrê dike ku derewên we derkevin holê. Dîsa, we fotoyekî din ve jî rastiyê eşkere kiriye. Ew rasiya jî ev e, ku Apocî tu caran ALAYA Kurdî ya pîroz di civînên xwe de dernaxin berbipêş. Lê di civînên me de ALAYA Kurdî jî herdem li pêşîyê ye.

Çima beşeka semîneran bi zimanê Tirkî bû? Ev jî rûreşiyeke dewleta dagirker e, ango TC ye. Zimanê me qedexe nebûya me wê tenha bi zimanê Kurdî semîner bimeşandana. Lê em li serê Kurdistanê sond dixwin, ku emê zimanê xwe hînbin û rojekê semîneran tenê bi Kurdî bidin. Tiştekî din jî heye, ku em cîwanên Kurdan 2-6 zimanan dizanin. (Kurdî, Almanî, Ingîlîzî, Frensî, Holandî, Swêdî, Norvêcî, Ispanyolî, Farisî, Erebî hetanî bêjî zimanê we jî ango Tirkî). Êdî hûn nikarin vir û vizên xwe li ser Kurd û Kurdistanê belavbikin.

Hûn bi van kirinan xizmeta gelê xwe jî nakin, ji ber ku temamiya Ewropa Kemal Burkay, Alî Haydar Koç û KOMCIWANê nas dikin.

Xwe mekin pêkenok, carekê jî rastîyê bêjin. ŞOVENÎSTÎ, NIJADPERESTÎ, HÛN KOR KIRINE. Lê feyde tune, emê destên we bigrin û ji vê astengîyê xelaskin, ji ber ku em tenê maf û azadiya xwe  û azadiya erdê kal û bavên xwe dixwazin. Çavên me ne li ser erdê kal û bavên we ye. Ji xwe azadiyê jî em ji bo we jî dixwazin.

Nijadperestî û perwerda dîroka derewîn, erdnîgariya derewîn hûn kor kirne. Dermanê hemû derdan hene, lê yê famkorîyê tune, dibe ku rojekê bê dîtinê ku hûn ji famkorîyê xelasbin.

KOMCIWANê tim û tim bê xewna we, ji ber ku Komciwanî ji bo Kurdistaneka Azad û Demokratîk dixebitin.

Bijî Kurdistan

Bijî KOMCIWAN

24.01.2008

Komîta Birêvebir ya Komela Ciwanên Kurdistan-KOMCIWAN

 


Yekitîya Komelên Kurdistan • Kürdistan Dernekler Birliði Verband der Vereine aus Kurdistan
Neumarkt str 29 42103 Wuppertal
Tel.:0202-7180891
e-mail : komkar-merkez@web.de