Yekitîya Komelên Kurdistan
Kürdistan Dernekler Birliði
Verband der Vereine aus Kurdistan
-
Neumarkt str 29 42103 Wuppertal
Tel.:0202-7180891
-
Pêwendî / iliþki
Rojev / Gündem
Belavok /Bildiri
Weþan /Yayin
Ji arþîvê
Galeriya wêneyan

E-mail
Deutsch

 

 

   
  KOMCIWANê kampa xwe ya havînê ya 2008an û komcivîna xwe ya asayî bi serkeftî pêk anî

KOMCIWANê di navbera rojên 2-9ê Tebaxê de ligel Komcivîna xwe ya asayî kampa xwe ya havînê jî pêk anî. Kampa havînê ya Komciwanê ku di 2ê Tebaxê de li bajarê Himmighausen/Nieheim pêk hat, bi civîna delegeyan dest pekir. Di civîna ku bi beşdariya hemû şax û komîteyên Komciwanê hat lidarxistin, de xebatên du salan hatin nirxandin û ccalekî û xebaten ku di bernameyê de hebûn lê bicîh nehatibûn, li sr sedemên wan hat rawestandin.

Di roja duduyan ya bernameyê de ciwanên Komciwanê bûn ccend grûp û dest bi xebatên xwe kirin.

Di xebatên grûbî de pêwendiyên navbera Komciwanê û sazî û dezgehên Alman û yên Kurd û çalekiyên pêşerojê hatin gengeşîkirin. Pişt re rapora xebatan û ya aborî ya Birêvebiriya Komciwanê hat xwendin. Piştî ku rapor hatin erêkirin, Birêvebiriyeke nû ku ji 11 kesan pek tê, hat hilbijartin.

Ciwanên Komciwanê piştî lidarxistina komcivîna xwe, di navbera rojên 4-9ê Tebaxê de kampa xwe ya havînê pek anî.

Di roja yekem ya kampê de ji aliyê dîrokzan û lêkolîner Ali Haydar Koç ve bi navê “Di şerê yekem û duyem yê cîhanê de Kurd û Kurdistan“ semînerek hat peşkêşkirin. Piştî semînerê, Ali Haydar Koç diyar kir ku ew, ji ber eleqeya ciwanan ya ji semînere re gelek kefxweş bûye.

Kampa Komciwanê, di roja duduyan de ji aliyê Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîsta Kurdistan-PSK birêz Mesut Tek, Serokê Giştî yê KOMKARê birêz Beko Topgîder û yek ji endamê Komkarê birêz Ramazan Uçar ve hat ziyaretkirin. Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîsta Kurdistan birêz Mesut Tek, di vê serdanê de ji ciwanan re axaftinek kir. Tek, di axaftina xwe de derbarê polîtikayên PSKê û rojeva siyasî ya Kurdan de ciwanan agahdar kir û pirsên ciwanan bersivand.

Serokê Giştî yê KOMKARê birêz Beko Topgîder jî bi kurtî axaftinek kir û destnîşankir ku ew ji van xebaten ciwanan gelek kêfxweş in û hevî kir ku ciwan, he bêtir bi berpirsyarî beşdarê xebat û çalekyan bibin.

Ciwanên Komciwanê, di roja sisêyan de li bajarê Paderbornê gerek lidar xistin û li cihên cûda yên bajar geriyan

Di roja ccaran ya kampê de rejîsor Mahmut Canbay derbarê şanoyê de hin agahî da ciwanan û piştre jî hin leyistikên piccûk pêşkêşê ciwanan hat kirin. Di heman rojê de rêxistina siwan ya Komciwanê DJOê jî beşdarê kampê bû û yek ji berpirsyarê DJOê Johanna Bonpzol bi birêvebiriya nû ya Komciwanê re hatin bahev û derbarê xebatên peşerojê de proje hatin amadekirin.

Di roja pêncan ya kampê de ji aliyê rejîsor Mahmut Canbay ve hin dans û leyistiken Emerikaya Latîn hînê ciwanan hat kirin. Herweha, di heman rojê de programccêkerê kompiturê Peter jî besdarê kampê bû û bi ciwanên Komciwanê re ji bo Komciwanê malpereke internetê amde kirin.

Di roja şeşan de carek din ciwan lihev civiyan û pêvajoya kampê nirixandin û derbare kampa zivistanê de jî nêrîn û pêşniyar hatin guftugohkirin.

Herweha, di ccarccoveya bernameya Kampa havînê ya Komciwanê de her êvaran şahî hatin lidarxistin.

Kampa havînê ya Komciwanê di roja heftan de bi dawî bû û ciwanên Komciwanê bi moralekî baş hatin motîvekirin û ji kampê vegeriyan.

Komciwan (Azad Kaya)

 


Yekitîya Komelên Kurdistan • Kürdistan Dernekler Birliði Verband der Vereine aus Kurdistan
Neumarkt str 29 42103 Wuppertal
Tel.:0202-7180891
e-mail : komkar-merkez@web.de