Yekitîya Komelên Kurdistan
Kürdistan Dernekler Birliði
Verband der Vereine aus Kurdistan
-
Neumarkt str 29 42103 Wuppertal
Tel.:0202-7180891
-
Pêwendî / iliþki
Rojev / Gündem
Belavok /Bildiri
Weþan /Yayin
Ji arþîvê
Galeriya wêneyan

E-mail
Deutsch

 

 

   
 

Daxuyanî

Di roja 03.05.08 rêveberîya KOMKAR ê civîna xwe ya Komîteya Giştî civîna xwe li jêr navê salvegera bîranîna Hêvrê tekoşer û şehîd Ali Xoce yê nemir pêkanî.

Komîteya Giştî, civîna xwe rêzgirtin li hemû şehîdên Azadîya Kurdistanê û taybetî jî kadirê tekoşerê KOMKAR ê Alî Xoce ku 21 sal berî niha,di vê rojê da, bi destê piravakoatoran, li bajêrê Hannoverê hatibû teror kirin, vekir.

Komîteya Giştî, bi berfirehî li ser kar û xebata xwe ya di navbera du civînên giştî da rawesta û yêk bi yêk li ser biryar karên ku di civîna berê de dabûn ber xwe pêdacûyinek û nirxandinek kir. Li gel şanazî bi kar û xebatên ku hatine kirin, kêmasîyên xwe destnîşan kir û ji bo çerserkirina kêmasîyan jî, hin xebatan danî pêş xwe.

Komîteya Giştî ya Komkarê, li ser xebatên Komkarê yên îroyîn rawestêya û ji bo rêkxistina xwe li seranserî Ewrûpayê û her usa ji bo armanca yêkxistina yêkitîya komeleyên Kurdistanî li seranserî Ewrûpayê,erkên pêşerojê destnîşan kir.

Her wusa ji bo kar û tekoşîna KOMKARê li ser xebatên dîplomasî ûxurtkirina lobîya Kurd û her usa çalakî û xebatên din, çend biryarên dilsozane girt. Komîteya Giştî, ji bo kar û xebatên Komkarê û ji bo bicîhanîna biryaran, wek hemû caran dilsozîya xwe nîşan da

Komîteya Giştî ya KOMKARê ,li ser bûyerên 1ê Gulanê, terora dewleta Tirkîyê li ser karker û kedkaran da şermizar kir, Her wusa li ser êrişkarîya dewleta Tirkîyê bi ser başûrê Kurdistanê, bangî Rêxistina Yêkitîya  Netewan-UN û YE, hêzên hevpeyman li deverê û dem û dezgehên mafê mirov kir ku li hemberî vê hovîya  terora dewleta Tirkîyê helwêst bigirin.

05.05.2008

Komîteya Giştî ya

Yekitiya Komeleyên Kurdistanê / KOMKARê

 


Yekitîya Komelên Kurdistan • Kürdistan Dernekler Birliði Verband der Vereine aus Kurdistan
Neumarkt str 29 42103 Wuppertal
Tel.:0202-7180891
e-mail : komkar-merkez@web.de