Yekitîya Komelên Kurdistan
Kürdistan Dernekler Birliði
Verband der Vereine aus Kurdistan
-
Neumarkt str 29 42103 Wuppertal
Tel.:0202-7180891
-
Pêwendî / iliþki
Rojev / Gündem
Belavok /Bildiri
Weþan /Yayin
Ji arþîvê
Galeriya wêneyan

E-mail
Deutsch

 

 

   
 

Silav li Serhildana 12ê Adarê!
Rêz û hurmet ji bo şehîdên Kurdistanê!

Beriya 4 salan, Kurdên Başûrê-Rojava, li gelek gund, bajarok û bajarên Kurdistanê, li hember zilm, zor û stemkariya dagirkeran serî hildan.

Ji vir çar sal berê, Kurdên Suriyê qehremanî û netirsiya gelê me yê Başûrê-Rojava careke din raxistin ber çavan û dan zanîn, ku gelê Kurd li hember zordestiyê tu car serî danayne. Kurdên Başûrê-Rojava, di vê berxwedana xwe da bi dehan şehîd dan, lê belê 12ê Adarê bi tîpên zêrîn li dîrokê kolan.

Wan rojan, ne tenê Kurdên Suriyê, li çar hêlên Kurdistanê û li seranserê dinyayê Kurd û dostên Kurdan rabûn ser piyan û bi yek helwest û yek dengî eşkere kirin, ku di kîjan perçeyî dibe bila bibe, dilê Kurdan bi hev ra lê dixe.

Di 12ê Adarê da rastiyek careke din derkete holê û ev rastî îro jî giringtirîn bûyer e ji bo hemû hêzên Kurdistanî. Dijmin û xêrnexwazên Kurdan, li hember gelê Kurd her dem nakokiyên xwe datînin aliyekî û dibin yek helwest.

Divê hêzên Kurdistanê jî ji dîroka xwe û ji helwestên dijminan dersan bigrin. Êrişkariya dewleta Tirk ya li ser axa Kurdistana Azad a dawiyê, elzemiya yekitî û tevxebatên hêz, rêxistin û partiyên Kurdistanî careke din nîşan da.

Em careke din bang li hêz, rêxistin û partiyên her çar parçeyên Kurdistanê dikin, ku tevxebata di navbera xwe da bihêztir bikin û li ser esasa netewî yekîtiya xwe pêk bînin.

Em di salvegera serhildana 12ê Adarê da, careke din li berxwedana bi rûmet silav dikin û dibêjin rêz û hurmet ji bo şehîdên Kurdistanê.

Bijî serhildana 12ê Adarê!

Bijî Kurd û Kurdistan!

12.03.2008

Yekîtiya Komelên Kurdistan-KOMKAR

 


Yekitîya Komelên Kurdistan • Kürdistan Dernekler Birliði Verband der Vereine aus Kurdistan
Neumarkt str 29 42103 Wuppertal
Tel.:0202-7180891
e-mail : komkar-merkez@web.de