| Ji
bo amadekarên „Şeva Bîranîna Cangoriyê Êzdiyan“
Birêzan,
Ji bo vexwendnama we em pir spas dikin û hêvîdar in hûn di
kar û xebatên xwe da her serkeftî bibin.
Wek we jî di vexwendnama xwe da diyar kiriye, reng û dengê
qedîm yê Kurdistanê, birayên me yên Êzîdî bi dehan car rastî
qetlîman hatine. Lê belê dîroka Kurdistanê jî bi eşkereyî
nîşan dide, ku Êzîdî tu car li ber zulmê serî danenîne
û bi berxwedana xwe her mane û îro jî li ser piya ne.
Armanc û hedefên dagirkeran û peykên wan yên terorîst, bê
guman ji holê rakirina nasnama Êzîdî ya hezar salan e. Lê
belê taybetmendiyeke êrîşa têrorîstî ya 14. Tebaxa 2007´an
heye û divê neyê ji bîr kirin. Pêvajoya Kerkuk, Maxmûr, Şengal
û derdorên Kurdistana Azad ji aliyê raya giştî va eyan
e. Kurdistanî, bi giştî ji bo ku Kerkuk û derdorên heremê
vegerin li ser Kurdistanê, her dem çalak in. Ev ne tenê daxwazeke
sirûştî û dîrokî ye, her weha ji aliyê raya piraniya
gelên Iraqê va hatiye pejirandin û di Makzagona Dewleta Iraqê
da jî cîh girtiye.
Deshilatdarên dewletên heremê, wek her deskeftiyên Kurdistana
Azad, ji van çalakiyên Kurdistaniyan jî aciz in û her dem
têkilî pêvajoya Kerkukê dibin. Ji ber ku ew baş dizanin,
ku „Kerkuk dilê Kurdistanê ye“ û ger vegere nav tixubên Hukûmeta
Herêmî a Kurdistanê, wê deshilatdariya Kurdistana Azad hîn
bi hêztir dibe. Ji ber van sedeman dagirker tu car ji êrîşên
têrorîstî dest nakşînin û alîkariyê didin hêzên terorîst
yên heremê.
Bê guman êrîşa 14. Tebaxa 2007´an jî parçeyeke van lîstikên
dagirkeran e. Lê belê divê neyê ji bîr kirin; Êzîdiyatî rengeke
bingehîn ya çand û diroka Kurdistanê ye. Çi Êzîdî, çi Musluman,
çi Mesîhî û çi Xaçparêz, Kurdistanî li dijî êrîşkariyên
bi her rengî wê mil bi mil berxwe bidin û ev êrîşana
wê yekîtî û berxwedana Kurdistaniyan bi hêztir û bilindtir
bike.
Em êrîşên her cure yên li ser Êzdiyan wek li me hatiye
kirin dihesibînin, êrîşa 14. Tebaxê bi tundî careke din
şermezar dikin û şehîdan bi giramî bi bîr tînin.
Êşa we, êşa me ye.
Şêhîdên Kurdistanê namirin!
Bijî Kurd û Kurdistan!
13.08.2008
Yekîtiya Komelên Kurdistan-KOMKAR
|