Yekitîya Komelên Kurdistan
Kürdistan Dernekler Birliði
Verband der Vereine aus Kurdistan
-
Neumarkt str 29 42103 Wuppertal
Tel.:0202-7180891
-
Pêwendî / iliþki
Rojev / Gündem
Belavok /Bildiri
Weþan /Yayin
Ji arþîvê
Galeriya wêneyan

E-mail
Deutsch

 

 

 

   
 

Riya çareseriya pirsa Kurd, dîyalog e!

Dewleta Tirk, careke din hebûna PKK li ser tixûban kir bahane û bi balafir û topan çiya û gundên Kurdistana Başûr bombebaran kir. Gor agahdariyan ji ber van êrîşan, yek ji wan jin, 3 gundiyên Kurd û 5 çekdarên PKK´yî jiyana xwe ji dest dan. Em vê êrîşa hovane bi tundî şermezar dikin.

Ji protokola PSK û PKK ya 1993´yan vir da, PKK pirî caran agirbes îlan kir û eşkere kir, ku ji bo çekdanînê amade ye. PSK, PDK-Bakûr û PWD meha çûyî belavokek derxistin û gavên bingehîn, ku ji bo çareseriya pirsa Kurd divê bên avêtin, îlan kirin. Her çiqas ji bo pirsa gelekî 40 milyonî tu car têrê neke jî, van rojên dawiyê PKK jî ji bo çareseriya pirsa Kurd protokolek 7 xalî eşkere kir.

Berpirsiyarên dewletê yên leşkerî û sîvîl, ji aliyek kêmasî û xeletiyên xwe tînin zman û behsa ji çiyan daketina çekdaran dikin û ji aliyek din, çiya û baniyên Kurdistanê didin ber bomban. Ji aliyek tê gotin, ku „Dewlet bi çekdaran ra rûnanê“ û behsa amadekariya berfirehkirina yasaya poşmaniyê tê kirin, ji aliyê din zextên li ser temsîlkarên hilbijartî yên wek DTP´yî tundtir dibin.

Bi van bûyerên dawîn, careke din eşkere dibe, ku dewleta Tirk, ji bo çareseriya Kurd bi riya diyalog û aşîtiyê amade nîn e û dixwaze raya giştî ya Kurd û Tirk û ya navneteweyî bixapîne.

Em careke din eşkere dikin: Di rewşa îroyîn ya cîhanê da şer û pevçûn, bombebaran û şîdet pirsan çareser nake. Ger berpirsiyarên dewleta Tirk dixwazin pirsa Kurd bi riya aşitiyê çareser bibe, divê ji bo diyalogê jî amade bibin. Divê efûyeke giştî bê derxistin. Ji bo ku pirsa Kurdî bi serbestî were gengeşî kirin, divê makzagon û yasayên din li gor realîta Tirkiyê û Kurdistanê ji nû ve bên amadekirin.

Em bang li raya giştî ya demokrat a Tirk dikin: Ji bo ku êdî xwîn nerije, ji bo ku nava herdu gel da aşitî û aramiyê cigir be, lı ser bıngeha wekhevi hurdu gel bihevra bijin, dengê xwe bilind bikin û zor bidin dewleta Tirk. Ji ber ku riya çareseriya pirsa Kurd ne êrîşkarî, lê belê diyalog e.

17.12.2007

Yekîtiya Komelên Kurdistan-KOMKAR

 


Yekitîya Komelên Kurdistan • Kürdistan Dernekler Birliði Verband der Vereine aus Kurdistan
Neumarkt str 29 42103 Wuppertal
Tel.:0202-7180891
e-mail : komkar-merkez@web.de