|
Ji dagirkeriya
Kurdistana Başûr ra na!
Dewleta Tirk, bi bombebarana xwe ya li ser
gelên sîvîl û pir û çiya û baniyên Kurdistanê têr nebû. Bi
hêzên leşkerî yên zemînî dest bi êrîşê kir. Li gor
agahdariyan 10 hezar leşkerên Tirk, bi alîkariya tank
û helîkopteran tixûba Kurdistana Başûr derbas kirin û
ketin nava axa Kurdistana Azad. Dîsa li gor agahdariyan, 4
hezar Kurdistaniyên derdora Amediyê dor li tank û leşkerên
Tirk girtine û xwestine ew ji axa Kurdistanê werin derxistin.
Dewleta Tirk, hebûna hêzên PKK li ser tixûbê
dike hêncet. Lê pirî caran bi xwe jî înkar nake û bi eşkereyî
dide zanîn, ku armanca wê ji holê rakirina Hukumeta Heremî
ya Kurdistanê û Kerkûk e. Ew, bi dehan dek û fêlan hewl da,
ku pêşî li referandûma statuya Kerkukê bigre. Armanc
û hedefa wê ya bingehîn dagirkirina Kerkukê ye, ku vê demê
eşkere nake.
Bê guman, bê agahdarkirina DYA, ev êrîş
pêk nayê. Ji ber vê yekê jî, em bang li Dewleta Yekgirtî ya
Amêrîka û Hêzên Hevpeyman dikin: Kurd li dîroka xwe haydar
in û ji bo parastina aramî û aşitiya herêmê berpirsiyariyên
xwe tînin cîh. Lê divê DYA û Hêzên Hevpeyman jî berpirsiyariyên
we yên dîrokî ji bîr nekin û rê li ber amadekariya dagirkeriyê
ya dewleta Tirk bigrin.
Em bang li hukumetên Ewrupî dikin: Tirkiye
berendamê Yekîtiya Ewrupayê ye. Zextên li ser hukumeta Tirk
zêdetir bikin, da ku dest bi êrîşkariyê berde û bi Kurdan
ra rûnê. Banga me li dewleta Tirk e: Pirs ne li derveyî tixûban
e. Pirs, pirsa gelekî 20 mîlyonî ye di nav tixûba Komara Tirkiyê.
Di pêvajoya îroyîn da pirsgirêk ne bi riya şer, bi riya
diyalogê çareser dibin. Werin guh bidin dengê gelê Kurd yê
aşitîxwaz, da ku di navbera gelê Kurd û Tirk da birînên
kûr yên tu car cebar nabin peyda nebin.
Banga me li hukumet, dezgeh û berpirsiyarên
Kurdên Başûr e: Em hesasiyetiyên we fam dikin. Lê dîsa
jî li dijî êrîşkariya dewleta Tirk helwestên hin bi hêztir
nişan bidin. Ji bîr nekin, ji helwesta Kurdistaniyên
derdora Amediyê jî careke din eşkere dibe, ku çi bakûr
û çi başûr, çi rojhilat û çi rojava, Kurdistan yek welat
e û êşa her Kurdekî bi giştî dilê Kurdan diêşîne.
Em bang li hêzên Kurdistanî yên Bakûrê Kurdistanê
dikin: Nakokî û cudatiya xwe deynin aliyekî. Gelê Kurd hewcedarî
pêşengiyeke yekgirtî ye. Ji bîr nekin, ku gelê me yê
cefakar û wefadar ji bo azadiyê zortirîn bedel da di rûbarê
cîhanê da. Divê em li hember vî gelî stûxwar nebin. Li hember
zilm û zorê hêzên xwe bikin yek. Bi metodên demokratîk û hevdem
derkevin pêşiya gel û di her qada jiyanê da berxwedana
xwe geştir bikin.
Banga me Kurdistaniyên li Ewrupê ye: Hêzên
xwe bikin yek. Çalaktir bibin. Li ku dibin bila bibin, li
hember zilma dewleta Tirk dengê xwe bilind bikin. Gelê me
yê Kurdistanê tenê nehêlin. Pişgir û alîkarên Kurdistanê
zêdetir bikin. Ji bîr nekin: Wek rêberê nemir
Doktor Abdurrahman Qasimlo goti, „Hezar dost
hindik, dijminekî zêde ye!“
23.02.2008
Yekîtiya Komelên Kurdistan-KOMKAR
|