Yekitîya Komelên Kurdistan
Kürdistan Dernekler Birliði
Verband der Vereine aus Kurdistan
-
Neumarkt str 29 42103 Wuppertal
Tel.:0202-7180891
-
Pêwendî / iliþki
Rojev / Gündem
Belavok /Bildiri
Weþan /Yayin
Ji arþîvê
Galeriya wêneyan

E-mail
Deutsch

 

 

   
  Ji bo raya giştî

Di malpera HPG da, bi navê Aram Masîs nivîsarek hat weşandin. Di vê nivîsarê da siyasetvan û rewşenbirê Kurd Îbrahîm Guçlu wek merivê dewleta kûr û JITEMê tê îtham kirin. Aram Masîs di nivîsara xwe da bang li ciwanên Kurd dike û dibêje divê devê Îbrahîm Guçlu bê girtin. Ango Îbrahîm Guçlu bi kuştinê tê tehdît kirin.

Ji vê yekê jî xuya dike, ku PKK û merivên wek Aram Masîs dev ji siyaset û kirinên xwe yên ku zirar didin tekoşîna gelê Kurd bernedane. Wek tê zanîn PKK heya niha pirî caran erîş birine ser kesên ku siyasetên wan rexne kirine û wan bi zimanekî qirêj û erîşkar tawanbar kirine. Ev nivîsar jî, wek Masîs îddia dike xizmeta gelê Kurd nake, eksê wê, xizmeta dewleta kûr û JITEMê dike. Ji ber ku peyayên JITEMê wek gurên dev bi xwîn li bendê ne, ku êrîş li ser welatparêzan bikin. Û baş tê zanîn ku mij û dûman kêrî guran tê.

Îbrahîm Guçlu bi şaşî û başiyên xwe nezikî 40 sal in ji bo Kurd û Kurdistanê kar û xebat dike. Tiştên ku Aram Masîs di derheqê Îbrahîm Guçlu da dibêje, bi rastî jî wek pêkenok in. Kurdên welatparêz Îbrahîm Guçlu baş nas dikin. Ew pirî caran ketiye hepsê, teda û cefa dîtiye.

Em bi xurtiri pişgiriya Îbrahîm Guçlu dikin û dibêjin Îbrahîm Guçlu ne bi tene ye.  Em bang li hemû welatparêzan dikin û dibêjin li hember van êrîşan bê deng nemînin. Em bang li HPG û PKK jî dikin û dibêjin dev ji vê siyaseta xwe ya ku xizmeta Kurd û Kurdistanê nake berdin.

28.01.2008

Yekîtiya Komelên Kurdistan-KOMKAR

 


Yekitîya Komelên Kurdistan • Kürdistan Dernekler Birliði Verband der Vereine aus Kurdistan
Neumarkt str 29 42103 Wuppertal
Tel.:0202-7180891
e-mail : komkar-merkez@web.de