|
Çalakiya
KOMKAR Duisburgê ya vê carê,
Kurdên li Diyasporayê û Xebatên Lobîtyê
bû!
Huseynê Emîn / Dema Nû / Duisburg
Wek me berêjî agahdarî dabû xwendevanên xwe, Komeleya KOMKAR’ê
ya Duisburgê mehê carek di Înîya pêşîn ya mehê de çalekîyek
li dardixe. Di destpêka van çalakîyanda li ser Babetek Beşdar
dîtinyê xwe tînin ziman û dû xwarin û vexwarinê ra jî derbasî
beşa çandî dibê û Klam û Stranên kurdî yên ji zaraveyên
cure tên gotin û govendên Kurdî tên kişandin.
Çalakya Meha Sibatê ya Înîya siftê ji ber Fuara Pirtûkan
li Wuppertalê ku ji alîyê KOMKAR’ê va pêkhat, hefteyek paşta
hatibû xistin. Yanî dewsa yekê meha Sibatê Heyştê mehêda
hate pêkanîn.
Berê xwarin û vexwarinê hate dayîn û dûrajî derbasî beşa
mijara vê mehê bûn.
Babata vê carê Kurdên li Diyasporayê û Xebatên Lobîyê li
Dîyasporayê bû. Ji bo wê jî Endamê Partîya Keskan û nûnerê
wan yê Meclîsa bajarê Duisburgê, yê Esilkurd birêz Seîd Keleş
jî bi mêvanî beşdarî çalakyê bûbû.
Birêz Keleş, Sipasyê xwe pêşkêşî Rêvabirên
Komelê û Birêz Riza Katurman kir ku, wan ev mecal dane wî
ku, ew derheqa pêwîstîya kar û xebatên bîyanyan û bi taybetî
ya kurdan, di partî, rêxistin û Dezgahên Bajarvanîya Duisburgê
da Agahdar bin û di nav van Dezgahanda cîh bigirin. Her usa
dîtinê xwe û partîya xwe (Partîya Keskan) bi mêvananra parvebike.
Piştî axaftina birêz Keleş Dîtinî û pêşnîyaryên
xwe anîn ziman. Dikarin bêjin; bi giştî hemû mêvan di
wê dîtinyêdabûn kû:
- Divê êdî
Kurd, Partî û Dezgehên Almana di warê ku meriv li ber bigirî
û Edebîyata Lome lê kirinê nebîne.
- Di nav
da çalak be, û pir rengîya civata kurd bide ber çav û daxwazên
konkret û real di çarçeva plan û programan da bike, wek nimûne
Hejmara Rûniştvanên Kurd li bajar û taxê bajaran da bi
lêkolîn wek îstatîstîk bêne kifşkirin.
- Wextê
Hilbijartînên Eyalet û li seranserîya Elmanyayê nêzîk dibin,
Komel û Dezgahên Kurda; Siyasetmedar û Partîyên Almanan xên
ji yên nîjadperst û dij-bîyanî vexwînin Komeleyên xwe û xwe
pê bidin nasîn. Bêjin ger hun rayên me dixwazin divê hun me
binasin, hay ji daxwaz û problemên me hebin. Em ne ji netewên
welatên lê tên (Tirk-Ereb-Ecem) û hun me ji wan dihesibînin,
lê em li vir dijîn û beşek ji vê civatêne.
Pey Axaftin û pêşnîyarîyên Mêvanan derbasî beşa
çandî bû. Di vê Beşêda dîsa Hunermend Miraz û Yaşar
bi Blûr, Mey û Uda xwe va ji hev rengîntir Stran û awazên
cur be cur ji her çar hêlên Kurdistanê û ji zaraveyên ji hev
xweşiktir, bi klam û stranan va mêvanan anîne coşê
û evarek xweş pşêkeşî wan kir.
Hemû beşdarên civînê û her usa jî birêz Keleş
dubare spasîyên xwe pêşkêş kir û got „ez xwe bextewar
dibînim û ji vir weha di van civînên we da ez jî mêvanek qewîm
û daîmî me. Pişti wê mêvanan, bi hêvîya çalakîya meha
Adarê bi kêfxwaşî xatir ji hev xwestin.
|