Yekitîya Komelên Kurdistan
Kürdistan Dernekler Birliði
Verband der Vereine aus Kurdistan
-
Neumarkt str 29 42103 Wuppertal
Tel.:0202-7180891
-
Pêwendî / iliþki
Rojev / Gündem
Belavok /Bildiri
Weþan /Yayin
Ji arþîvê
Galeriya wêneyan

E-mail
Deutsch

 

 

   
 

Babeta Çalakya
KOMKAR - Duisburgê
a Meha Gulanê
1 Gulan bu

Husoyê Emîn / Dema Nu - Duisburg

Çalakya Komela KOMKAR’ê ya li Bajarê Duisburgê ku mehê carek roja Înîya sifte pêk tê 02.05.08 an da hate pêk anîn. Babeta gengeşî û ramanên vê carê jî,1 Gulan bu. 

Seet 18’ê êvarê pêva endamên Komelê, Mêvan û Malbatên xwe gav bi gav hatne komelê. Heta seet 20’an malbat û mêvanên hatî di navbera xweda hal û xatirên hev pirsîn, û sohbetên li ser jîyana rojane kirin. Di vê navberêda endamên Komelê xwarinek bi navê „Sîrî“ kû xwarinek Taybetê li Dêrsim û derdorên wê pir hizkirîye hat amade kirin. Seet piştî 20’ an xwari hate xwarin.

Pey xwarin û vexwarinê Serokê Komelê Birêz Kemal Yaxcibulut bi axaftinek kurt beşa Gengeşî û ramanan da destpêkirin.

Birêz Yaxcibulut weha got: “ Xwîşk û Birayên hêja, Mêvanên qedir bilind çawa hunjî zanin em her Mehê Roja Înîya sifteyîn, gor buyer û qewimandinên rojevê babtek dijbêrin û li ser wê guftû go dikin. Babeta meya Îroyîn jî, li ser Yekê Gulanê û buyerên kû di yekê gulanêda ru dane ye. Wek hergav dibêjin armanc ne ewe kû wek semîner kesekî pispor deheqa babetekêda xwe amade bike û em hemujî li wî guhdar bikin û dawyêda hinek pirsan jê bipirsin. Êm hemu radyo Televizyonan guhdar û temaşe dikin anjî rojnaman dişopînin. Erênî anjî Neyêni ev informasyonana tesîrê li ramanên me jî dikin. Lê bi vî cureyî gengeşî û raman anîna zman rengekî kesayetî, ramanên kesayetî derdixe holê ji bo wêjî vî cureyî gengeşî û raman anîna zman daha baş dibe“.

Piştî axaftina Serokê Komelê beşdarvan derbasî beşa Gengeşyan bun. Em dikarin bêjin ku, ramanên hevbêş yên gengeşya b kurtî wehabun: „Buyerên yek Gulanêda li Tirkîyê rudane da Dewlet çiqas gunehkar be, ewqasjî hukumeta AKP gunehkare. Gotinên Serokwezîr Erdoganên „Pê nikarin Sêri rêbibin“ ji xwe starta van buyeran û ru û mêjîyê wî yê derheqa Karkeran da eşkere dikir. Li vî welatî heta Rêjima rizyayî,Ideolojîya Kemalizmê û desthilatya Generalan neyê guhurandin tucar Demo-Memo di vî welatîda pêk nayê. Hinek kesên Demoqrat û Lîbberal yên Bawerya xwe ji bo YE bi erdogan û Hukumeta wî dianîn êdî ewjî bere bere bi rasyê ra rûbi ru dibin“.

Di nava Gengeşyêda Çalakbuna Rêxistin û Komeleyên Kurdan sêrîda KOMKAR û Komeleyên Komkarê li seranserî Avrupa da paye bilind hate nirxandin.

Durajî derbasî beşa Çandi bun. Di beşa çandîda Hunermendên nu gîha bi deng û awazên xwe çalakî geştir kirin. Hetanî saet danzda stran hatin gotin û Govend hatin gerandin. Bi vî awayî Komelê çalakîka serketî disa li pişt xwe hîşt.

 


Yekitîya Komelên Kurdistan • Kürdistan Dernekler Birliði Verband der Vereine aus Kurdistan
Neumarkt str 29 42103 Wuppertal
Tel.:0202-7180891
e-mail : komkar-merkez@web.de