| |

Konferansa Cegerxwîn çêbû
Wuppertal
Konferansa Cegerxwîn, ku bona sedsalîya şaîrê
mezîn, ji alîyê Yekitîya Komelên Kurdistan-KOMKARê hatibû
amade kirin, di 06.12.03’an da li bajarê Wuppertalê bi beşdarbûna
bêtiri 80 ronakbîr, nivîskar û şaîrên Kurd çêbû.
Konferans bi axaftina serokê KOMKARê F. Tîmar
ve destpêkir. F. Tîmar di axaftina xwe da got, ku KOMKAR
û Komîta Elmanya a Partîya Pêşverûya (ji Kurdistana
Surîyê), biryar dan, ku bi hevra bangeke derxin, rêxistinên
sîyasî û komelên demokratîk û ronakbîrên Kurd gazî civîneka
gîştî bikin û di vê civîne da li ser parastin û pêkanîna
sazîyên Kurdî minaqeşe bikin. Dî dirêjîya axaftina
xwe da, F. Tîmar got, ku “armanca me yên ewîl çêkirina muzeya
Cegerxwîn li mala wî da, parastin û piştgirîya Navenda
Lekolîna Kurdî li Moskova û rojnama Rîya Teze ye.”
Piştî axaftina F. Tîmar, zavayê cegerxwîn Bîlal Habeş,
axaftineka kurt li ser Cegerxwîn kir.
Paşê jî şaîrê bi nav û deng Dr.
Eskerê Boyîk, li jêr navê “Cegerxwîn şaîrê gel e” da,
gotarekê rêk û pêk peşkeşê beşdarên konferansê
kir. Eskerê Boyîk di gotara xwe da behsa helbestê Cegerxwîn,
peyvendîya wî ligel kovara Hawarê, peyvendîya helbestên
Cegerxwîn ligel helbestên melayê Cizîrî, Feqîyê Teyra û
Ehmedê Xanî kir. Eskerê Boyîk li ser jîyan û îdeolojîya
Cegerxwîn jî axaft û got, ku “Cegerxwîn bi helbestê xwe
va belengazîya zahmetkeşan, zilm û zordarîya dagîrkeran
li ser wan, hêvî û daxwazên gundî û rençberan anîye zimên,
Cegerxwîn ne tenê ji alîyê gundî û paleyên Kurdistanê, her
usa axa, şêx, mela û begên Kurdistanê va jî dihate
xwendin, Cegerxwîn şaîre gel bû”.
Pîştî Eskerê Boyîk, Dr. Husen Habeş li ser “Ferhenga
Cegerxwîn û pirsgirêka Ferhenga Kurdî” axaft. Dr. Husen
Habeş, got, ku “gava Cegerxwîn li Zankoya Baxdayê dersa
Kurdî dida, piranîya şagirdên wî bi zaraveyê Soranî
xeberdidan. Bona ku şagirdên xwe, wî fehm bikin biryar
daye, ku ferhengeka Kurmancî amade bike. Usa xuya ye ku
Cegerxwîn ferhengê xwe wekî 3 cîld amade kiriye, lê belê
tenê du cîld hatîye belav kirin.” Husen Habeş di axaftina
xwe da her usa bi dirêjî behsa ferhenga kurdî û ferheng
nivîsî sekinî.
Piştî wî Mamosta Heyder Omerî jî li
ser çiroknîvîsarîya Cegerxwîn gotareka rêk û pêk pêşkeşê
beşdaran kir. Mamosta Heyder, bi zanistî lekolinek
li ser çîroknivîsarîya Cegerxwîn amade kiribû. Mamosta Heyder
got, ku “jî alîye teknîka çiroknîvîsarîyê ve, çirokên Cegerxwîn
qels in, ji ber ku Cegerxwîn hîşyarkirina gelê xwe
li pêşîya hemû tiştan da girtiye.”
Divê bê gotin, ku gotarvanên konferansê,
paş pêşkeş kirina gotarên xwe, bersiva pirsan
dan.
Bi Rêvabirên KOMKARê eşkere kirin, ku wekî dokumentên
konferansên berê, dokumanta Konferansa Cegerxwîn jî wê were
belav kirin.

|
|