Yekitîya Komelên Kurdistan
Kürdistan Dernekler Birliði
Verband der Vereine aus Kurdistan
-
Neumarkt str 29 42103 Wuppertal
Tel.:0202-7180891
-
Pêwendî / iliþki
Rojev / Gündem
Belavok /Bildiri
Weþan /Yayin
Ji arþîvê
Galeriya wêneyan

E-mail
Deutsch

 

 

   
 

 

Kurdan Dara Mafên Mirov Çandin

Çarîn Rojcan

Li Almanya, bajarê Nürnbergê sazîyên Kurd di çarçeweya projeyek bi navê “Darên ji bo Mafên Mirov” ku şaradarîya vî bajarî jî piştgirî dide da, roja 03.05.2008 an li meydana bi navê Plärrer darek ji bo mafên mirov çandin. Armanca vê projeyê ew e, ku şêst darên mabedê (Ginkgo Biloba) bên çandin û bi şêst zimanên cuda cuda 31 bendên mafên mirov yên ku ji alîyê Dinyayê va tên qebul kirin li bin van daran bên nivîsîn, û bala însanan bikişînin ser mafên mirov. Taybetîya dara mabedê ew e, ku ev dar piştî bombebarankirina Hîroşîmayê dara yekem e ku di nav xalîyên Hîroşîmayê da şîn bûye. Dara mabedê gelek bi hêz e û zêdeyî du hezar sal dijî.

Di merasîma çandina dara mafên mirov da, nûnerê Şaradarîya Nürnbergê û xwedanê vê projeyê birêz Dr. Liehnhard Barz axaftinek kir, û bal kişand ser girîngîya mafên mirov û ji ber ku li bajarê Nürnberg darek ji bo mafên mirov ji alîyê Kurdan va tê çandin bextewarbûna xwe anî ziman. Dr.Liehnhard Barzê ku ji alîyê Kurdên vî bajarî va bi germî hat pêşwazî kirin, her usa ji alîyê Kurdan va bi xalîçeyek û alayek Kurdistanê jî hat dîyarî kirin. Piştî Dr. Liehnhard Barz li ser navê kurdên Nürnbergê jî axaftinek hat kirin.

Li bin dara ku ji alîyê Kurdên Nürnbergê va, li meydana Plärrerê hat çandin, li ser lewhayekê, benda sêyemîn a ji mafên mirov yên ku ji alîyê hemû Dinyayê va tên qebul bi zimanê Kurdî hat nivîsîn. Benda sêyemîn a mafên mirov usa ye:

Jîyan, azadî û ewlekarîya ferdî mafê kerkesî ye.

Di merasîma çandina dara mafên mirov da gelek kurdên vî bajarî jî beşdar bûn û bi stran û kilamên kurdî govend gerandin.

Tiştê herî girîng ew bû ku, ew kar û xebata ji bo çandina dara mafên mirov li bajarê Nürnberg ji alîyê hemû rêxistin, komele û partîyên kurdan va hatibû kirin.  Merasîma ku di saet 17:00 an da destpêkirî heta saet 20:00 an berdewam kir.

Belevoka sazîyên Kurd yên li bajarê Nürnbergê li jêr e:

Miletekî Bê Dewlet

Kurdistan gotinek polîtîk-dîrokî û netewî-erdnîgarî ye. Kurdistan navê welatê Kurdan e. Kurd miletek ku li Dinyayê wekî miletekî ji miletên herî kevnartirîn tên nasîn in. Nifûsa miletê Kurd di navbera 35 heta 40 Mîlyonî da ye. Axa Kurdistan, welatê Kurdistaniyan 530 000 km² ye. Ango Kurdistan qasî welatê Fransa mezin e.

Ji ber dewlemend bûna axa Kurdistan, wekî neft û gelek dewlemendîyên din, yên binerd û sererd welatên ku di şerê yekemîn ê cîhanê da  serketin gor dilê xwe miletê Kurd û Kurdistan di navbera Tirkîye, Îran, İraq û Surîyê par kirin.

Belê, miletê Kurd li her çar parçeyê welatê xwe, ji bo azadîya xwe, ji bo mafên xwe yên demokratîk li berxwe da. Li hember zilm û zora dagirkerên welatê xwe, ji bo çand û kultura xwe û ji bo nasnameya xwe a netewî biparêze şer kir û têkoşîn da û îro jî dide. 

Ji ber egoîzma dewletên ku Kurdistan di navbera xwe da parçe kirin, ku îro di nav pirsa kurd da digevizin, mixabin pirsa Kurd û Kurdistanê heta îro bi polîtîk û adilena nehatîye çareser kirin.  Lê divê bê zanîn ku heta pirsa Kurd û Kurdistanê neyê çareser kirin, aştî û aramî nayê Rojhilat Navîn.

Divê Dinya, bi taybetî jî Yêkitiya Ewropa û welatên wekî Almanya ku rolekî wan î girîng di polîtikaya Dinyayê da hene, rola xwe bilîzin û çareserîyeke polîtîk ji pirsa Kurd ra bibînin.

Em bi navê hemû Kurdên ku li bajarê Nürnberg dijîn spasî şaradarîya Nürnbergê, lê bi taybetî jî spasî birêz Dr. Liehnhard Barz dikin ku ji bo vê projeya girîng kar û xebatek hêja kiriye û firsend da ku em jî darekê ji bo mafên mirov biçinîn. Bê guman ev kar û xebat ji bo vî bajarî jî gelek girîng e. Piştî xemgînîya şer, kuştin û xera kirina rejîma Nazîyan li Nürnberg ev projeyeke gelek baş e û rûyê vî bajarî geş dike. Kurdên li Nürnbergê dixwazin kar û xebata ku dikeve ser milê xwe bikin û darekî ji bo mafên mirov û aştîyê biçînin.


Demokratische Partei Kurdistan Nürnberg

(Partîya Demokrat a Kurdistan-PDK)

Kommunistische Partei Kurdistan Nürnberg

(Partîya Komînîst a Kurdistan-Iraq)

Kurdische Gemeinde Nürnberg e.V.

(Komela Kurd Li Nürnberg)

Kulturzentrum Kurdistan Nürnberg e.V.(KOMKAR)

(Navenda Çanda Kurdistan li Nürnberg)

Medya Volks Haus e.V. Nürnberg

(Mala Gelê  Medya li Nürnberg)

Patriotische Union Kurdistan Nürnberg

(Yêkitîya Niştîmanî a Kurdistan-YNK)

Verein zum Schutz der Menschenrechte  der Kurden Nürnberg e.V.

(Komeleya Kurd a Parastina Mafê Mirovan li Nürnberg)

 


Yekitîya Komelên Kurdistan • Kürdistan Dernekler Birliði Verband der Vereine aus Kurdistan
Neumarkt str 29 42103 Wuppertal
Tel.:0202-7180891
e-mail : komkar-merkez@web.de