|
Kurdên
Leerê 8ê Aadarê pîroz kirin
Kurdên Leerê, cara yekemîn, 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, bi
dezgehên Alman pîroz kirin. Pîrozbahî di salona Zollhausê
pêk hat.
SPD jî di nav amadekarên pîrozbahiyê bû û Endamê Parlametoyê
yê SPD Clemens Boll di pîrozbahiyê da axaftinek kir. Boll
di axaftina xwe da nerazîbûna xwe li dijî helwesta hukumeta
Tirk li hember Kurdan nîşan da û usa got: „Neheqî ye,
ku ji bo gelê Kurd yê 40 mîlyonî dewletekê neyê avakirin,
ji gelekî 2 mîlyonî yê Kosovayê dewletekê bê ava kirin.“ Boll,
got, ku ewê di wektekî nêzîk da bi Kurdên Leerê ra hevdîtinek
çêke û li ser van pirsan bi wan ra biaxive.
Pîrozbahî bi stran û govendên Kurdî û bi serfirazî bi dawî
bû.
|