| |
Serokwezîrê
Komara Tirkiyê Birêz Recep Tayyip Erdogan
Ankara
Serokwezîrê hêja,
Wek Yekîtiya Komelên Kurdistan-KOMKAR, em dixwazin bi vê
nameyê bîr û bawariyên xwe yên li ser pirsa Kurd û çareseriya
wê peşkeşî we bikin.
Birêz Erdogan,
Pirsgirêka Kurd, problemeke “asayîş” û “terorê” nîne.
Herwekî te jî di axaftineke xwe ya Amedê da gotibû, “pirseke
siyasî, çandî û aborî” ye û herwekî pirsgirêkên dinê yên siyasî
û civakî ne bi rêka zext, zilm, girtin û kuştinê, lê
bi rê û olaxên siyasî tê çareserkirinê.
Cenabê te li Diyarbekirê gotibû, ev pirs di çarçuveya “prensîba
yek dewlet, yek al, yek netew” dê çareser bibe. Em ne ligel
vê baweriyê ne. Ji ber ku “prensîba yek dewlet, yek al, yek
netew” prensîbeke Kemalîzmê ye. Bûyerên dîrokî jî nişan
didin ku, prensîbên Kemalîzme ne tene pirsgirêkan çareser
nakin, her usa aloztir û tevlihevtir dikin. “Prensiba yek
dewlet, yek al, yek netew” bi zirufên Tirkiyê li hev nayê.
Ji ber ku li Tirkiyê gelek grubên olî û netewî yên cuda hene
û prensîba hanê jî dixwaze wan hemû bixe nav kirasekê. Daxwaza
çareserkirina pirsa Kurd bi “prensîba yek dewlet, yek al,
yek netew”, mixabin ligel axaftina te lihev naye, ku cenabê
te kêşeya Kurd wekî “Pirsa Kurdî” destnîşan kiribû.
Birêz Erdogan,
Li Elmanyayê nêzikî mîlyonekê Kurd dijîn. Siyaseta tund
û tîjî û ne çareserkirina pirsa Kurd, her weha bandora xwe
li seranserê Ewrupayê, bi taybetî jî li Elmanyayê dihêle.
Hin dezgehên regezperest ên Tirk, ku li Elmanyayê kar û xebatên
xwe dimeşînin, ji bûyerên ku li Tirkiyê qewimîn cesaret
girtin û êrîşî hin kes û dezgehên demokratîk yên Kurd
kirin. Ev êrîşana her weha dibin sedem, ku di navbera
Kurd û Tirkên Ewrupayê da nakokî rû bidin û ev jî dê bibe
talûkeyek ji bo aşitî û istiqrara welatên Ewrupî.
Serokwezîrê hêja,
Bûyerên Rojhilata Navîn careke dinê nişan dan ku, pirsa
Kurdî pirsgirêka çar welatên heremî ye. Kurdên her parçeyî,
derbareyê siyasetên ku di parçeyên dinê da, derheqa birayên
xwe têne bikaranîn, hestyar in. Eger dixwazi li Tirkiyê pirsa
Kurd çareser biki, divê diji xebata netewî û demokratîk yên
beşên dinê yên Kurdistanê dernekevî. Bo nimûne tu him
behsa çareserkirina pirsa Kurdî bi rêka demokrasiyê dikî,
him jî balafirên Tirk axa Kurdistana Başûr dide ber bomban,
gund û waran kawil dikin, mirovên sîvîl tên kuştin û
ji cihê bav û kalên xwe koç dikin û dewleta Tirk hewl dide
ku, daxwaza Kurdên Iraqê di qanûna esasiya nû ya Iraqê da
cî negrin. Ev herdu bi hevra nabe, li huvûdu nayên.
Eger dixwazi di vî warî da pêgir û dilsoz bî, pêwîst e,
ku gefan li Federasyona Kurdistanê nexwî, dest dirêjiya kar
û barên hundirî ya Kurdistana Başûr nekî, bi Hikumeta
Herêma Kurdistanê pêywendiyên siyasî, çandî û aborî daynî.
Cenabê te gelek caran gotiye ku “berjewendiya Tirkiyê di aramî
û istîqrara heremê da ye”.
Dijmintî nekirin ji bona xebata netewî û demokratîk yên
beşên dinê yên Kurdistanê û alîkarîkirin ji bona çareserkirina
pirsa Kurdî bi rêka demokratîk û bi şîweya aşitî,
pişgiriyeke gelek xurt e ji bona aramî û îstîqrara navçeyê.
Pirsa Kurd, pirseke netewî ye. Li seranserê dinyayê pirsên
netewî bi nasandina mafên netewî hatine çareserkirinê. Pirsa
Kurd jî wekî wan dikare çareser bibe. Ango bi nasandina mafên
netewî ku di gelek peymanên navnetewî da ci girtine.
Birêz Erdogan,
Bi baweriya me pirsa Kurd bi nasandina mafê çarenusî ji
bo gelê me tê çareserkirinê, ku mafê hanê di peymanên navnetewî
da jî cî digrin. Li Tirkiyê hin partiyên legal hene, ku ji
bo çareseriya pirsa Kurd federasyonê destnîşan kirine
û di nav bernamên xwe da cîh dane vê yekê. Partiya Maf û Azadiyan-HAK-PAR
yek ji wan e, ku demek berê Dadgeha Bilind ya Tirkiyê daxwaza
qedexekirina wê red kir. Bi baweriya me sazûmaneke federatîf,
ku li ser wekheviyê were damezrandin, him dikare pirsa Kurd
çareser bike him jî dikare bibe bingeha pêşveçûn û guhartinê.
Lê belê ev yeka hanê bi carek va pêk nayê. Ji bona vê yekê
divê guhartineke fikrî di hizir û bîra gelê Tirk da çêbe û
şert û zirûf jê ra amade bin. Berî her tişti divê
gavên jêrîn werin avêtin:
- Qanûna Esasî ya sala 1982’an, ku berhema rejîma 12 İlonê
ya faşî ye û sazî û dezgeyên dij-demokratiyê werin rakirin
û li şuna wê qanûna esasî ya nû were danîn û tê da mafê
Kurd û grubên din yên olî û netewî jî hebin û werin parastinê.
- Ji bona ku nermî û aramî di nava civatê da pêk bê, divê
lêborîneke giştî ya bê qeyd û şert were îlan kirinê.
- Zextên, ku li ser ziman û çanda Kurd hene, divê werin
hildanê. Zagonên pêwîst bêne derxistin, daku ji dibistana
ewil heya zaningehê, perwerdekirin bi zimanê Kurdî be. Di
radyo û televîzyonên fermî da bê qeyd û şert divê bernamayên
Kurdî bêne weşandinê; divê weşana taybet jî azad
be.
- Qanûnên ku li pêşiya xebata serbest a rêstinên Kurdan
asteng in, divê bêne rakirin. Rijêya (bend) hilbijartinê,
ku bona pêşî lêgirtina temsîlkariya Kurd û sosyalîst
li meclîsê hatiye danîn, divê were hildanê.
- Kurdên ku ji aliyê hêzên asayişa Tirk ji warê bav
û kalan hatine derxistin û hatine nefîkirinê, divê vegerine
şûn û warên xwe yên berê û divê zirarê wan bê tazmîn
kirinê.
Serokwezîrê hêja,
Herwekî cenabê te dizane, avêtina gavên han û yên wekî wan,
tenê riya çareserkirina pirsa Kurd xweş nake, her usa
jî di pêvajoya endemetiya Yekîtiya Ewrupa da alîkariya hikumetê
dike, ku him cenabê te û him jî hikumeta we bona endametiya
YE cehd û xebat kirine. Ev yeka her wusa xizmeta pêwendiyên
aşîtiyane di navbera Kurd û Tirkên Ewrupê jî dike.
Birêz Erdogan,
Eger pirsgirêk hebe, siruştî ye ku alî û hêlên vê pirsê
jî hebin û bona çareseriyê divê di mabeyna alî û hêlan da
pêywendî û diyalog hebe.
Li Tirkiyê heya îro, yên ku nedixwestin pirsa Kurd bê çareserkirinê,
hertim digotin “em ligel çekdaran pêywendî danaynin, bi wan
ra rûnanin.” Lê belê yên ku wan gotinan dikin û naxwazin pirsgirêka
Kurd bê çareserkirinê, li nezanînê tên ku, ew bi xwe û siyaseta
wan bû ku bû sebeba çekhilgirtinê.
Lê, hemû rêxistinên Kurd çek hilnegirtine û bi gotina cenabê
te “terorîst” nînin. Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK yek
ji wan e. Îro jî bona pêywendî girtinê muhatab, alî hene:
Partiyên ku rê û olaxên aşitîxwaz hilbijartine, partiyên
legal, parlamenterên Kurd, serokên şaredariyan, sazî
û dezgeyên çandî û hwd...
Her weha hikumet bi tenê jî dikare daxwazên jorê, ku daxwaza
piraniya Kurdan e, bi cî bîne.
Serokwezîrê hêja,
Wek yek ji dezgehên temsîlkar yên Kurdên Ewrupayê, me hewl
da, ku bi kurtî bîr û baweriyên rêxistinên xwe li ser çareserkirina
pirsa Kurd bînin zman. Em dixwazin dubare bikin, berjewendiya
herdu gelan jî di çareserkirina pirsa Kurdî bi riya demokrasî
û aşîtiyê da ye. Rêxistina me amade ye, ku alîkarî bike,
eger di vî warî da gavên baş û maqûl bên avêtin.
Ligel silav û rêzan...
07.02. 2008
Birêvebiriya Navendî ya
Yekîtiya Komelên Kurdistan-KOMKAR
|