20
saziyên demokratîk yên Kurdên derveyî welat, ji Papa ra nameyek
şandin
"Em piştrast in,
ku hûnê wek rêzdarekî aşitîxwaz tim li gel gelê Kurd yê
aşitîxwaz bibin“
20 saziyên demokratîk yên Kurdên derveyî welat,
ji Papa Benediktus a 16. ra nameyek şandin. Rêxistin
û saziyên Kurd yên seranserê Ewrupayê, ji bo kar û xebata
wî ya bo aşitî aramiya cîhanê û alîkarî û pişgiriya
wî ya ji bo gelê Kurd spasdariya xwe pêşkêşî Papa
kirin. Kurdên derveyî welat nameya xwe da her weha eşkere
kirin, ku ew dixwazin bi heyetek va Papa zîyaret bikin.
Nameya sazî û rêxistinên Kurdên derveyî welat
li jêr e:
„Rêzdar Papa 16. Benedictus,
Em dixwazin bi alîkariya vê nameyê spasdariya
xwe pêşkêşî cenabê we bikin, ji ber ku helwesta
we ya li hember êşa gelê Kurd, cihê şanaziyê ye.
Wek li we jî eyan e, ku Kurd miletekî qedîm
e li Rojhilata Navîn. Her usa em, miletekî mazlûm û aşitîxwaz
in û dîrok jî şahid e, ku gelê Kurd herdem xwestiye bi
cîranên xwe û bi gelên cihanê ra di nav aşitî û aramiyê
da bijî.
Wek tê zanîn, Kurd îro jî ji mafên xwe yên bingehîn ên însanî
û netewî bê par in. Dewletên cîran bi salan e li ser gelê
Kurd zulm û zordariyeke nedîtî dimeşînin. Li her çar
perçên Kurdistanê, Kurd hemberî tevkuştinan hatin, bi
hezaran gundên Kurdistanê hatin valakirin û ruxandin. Bi sedhezaran
Kurd ji cihên bav û kalan hatin derxistin û koçber bûn. Ev
pêvajo îro jî berdewam e.
Ji 15 salan vir ve ye, ku parçeyeke welatê
me azad e. Îro li başûrê Kurdistanê, gelê me xwedî çarenûsa
xwe ye. Ji aliyê raya giştî û dezgehên navnetewî jî tê
qebûlkirin, ku li Kurdistana Azad, jiyaneke pirrengî û pirdengî
dibişkive. Însanên xwedî ol, çand û nasnameyên curbecur
di nav aşitî û aramiyê da jiyana xwe didomînin. Li başûrê
welatê me demokrasiyeke rasteqîn bi cîh dibe. Ev rastî, ji
bo seranserê Rojhilata Navîn jî wek mînakek tê destnîşan
kirin.
Gelê me yê başûrê Kurdistanê hewl dide,
ku li seranserê Iraqê jî demokrasî û edlahî pêşde here.
Serokkomar û Wezirê Karêderve yê Iraqê Kurd in û ev jî mînakek
e ji bo vê hewldanê.
Dewletên heremê, bi taybetî jî dewleta Tirk,
van rojên dawiyê êrîşkariya xwe ya li dijî başûrê
Kurdistanê bilindtir dike. Gef li serok û birêvebirên başûrê
Kurdistanê dixwe. Her usa birêvebir û berpirsiyarên medya
û rêxistinên Tirk, gelê me bi tevkuştinan tehdît dikin
û ev helwest, dijminatî dixe navbera gelên cînar û dikare
bibe sedema şerekî navxweyî.
Şik tune, ku ev helwest, ji bo çareseriya
pirsgirêkan, riyeke rast û durust nîn e û xizmeta aşitiya
heremê jî nake. Em, sazî û dezgehên Kurdên derveyî welat,
ku bêtirî 40 sal in li seranserê Ewrupayê kar û xebat dikin,
ji ber sedema bûyerên dawîn, li Ewrupayê jî di bin xeterê
da ne. Tirkên nijadperest, bi organîzekirin, alîkarî û pişgiriya
balyozxaneyên dewleta Tirk, êrîşî avahî û endamên me
dikin.
Bi van bûyerên dawîn careke din jî eşkere
bû, ku pirsa Kurd pirseke navnetewî ye û ger bi riya dîyalog
û aşitiyê çareser nebe, li Rojhilata Navîn, Ewrupa û
dinyayê aşitî û aramiyeke rasteqîn bicîh nabe..
Kar û xebatên we yên ji bo aşitî û aramiya
cîhanê berbiçav e. Her usa, ji bo bang û daxuyaniyên we yên
li ser çareseriya pirsa Kurd bi riya aşitiyê û ji bo
pişgiriya we ya li gelê Kurd yê aşitîxwaz, wek dezgehên
sîvîl û demokratîk yên Kurdên derveyî welat, em spasdariya
xwe pêşkêşî cenabê we dikin. Û
em hêvîdar in, ev piştgiriya we her berdewam bibe. Em
piştrast in, ku hûnê wek rêzdarekî aşitîxwaz tim
li gel gelê Kurd yê aşitîxwaz bibin.
Li gel rêz û silavan…
Têbinî: Em dixwazin bi heyetek va we zîyaret
bikin û bi navê Kurdên derveyî welat spasdariya xwe pêşkêş
bikin. Ger hûn wextek ji bo me veqetînin, emê kêfxweş
bibin.
-
KOMKAR-Almanya
-
Civata Kurd li Fulda
-
Mala Êzdiyan li Oldenburg
-
Federasyona Kurdî li Swêd
-
HEVKAR-Hamburg
-
KOC-KAK-Hollanda
-
KOMJIN-Almanya
-
KOMCIWAN-Almanya
-
Federasyona Kurd li Avusturya
-
KOMKAR-Avusturya
-
KOMKAR-Belcika
-
KOMKAR-Danimarka
-
KOMKAR-Hollanda
-
KOMKAR-Ingiltere
-
KOMKAR-Swisre
-
KOMKAR-Swêd
-
Enstituya Çand û Zmana Kirmanci (Zazaki) IKK-Berlin
-
Kultur Kreis Kurdistan e.V.-Karlsruhe
-
Komela Kurdên Sûrî li Avusturya
-
Komela Xwendekarên Demokrata Kurdistana Îran li Avusturya“
|