|
|
Birêz
Gerhard Schröder
Serokwezîrê
Alamanya
Serokwezîrê
birêz
Li
rayagiştî hate ragihandin, ku hunê herin seredana Tirkîyê
ye. Bi munasebeta vê, em Kurdên lijêri mora me heyî, ku
jiber zagon û polîtîkayên ne domokratî yên Tirkîyê li welatê
we dijîn, bi destura we, em dixwazin bona demokratîkbûn
û aşitîya Tirkîyê, çend xalên girîng pêşkêşî
we bikin. Ev çend xalên ku emê li jêr birêzkin, him bona
aşitîya nav Turkîyê û him jî bona aramîya herêmê gelek
giring in.
Serokwezîrê
birêz,
Seredana
we ya Tirkîyê di demek gelek giring da diqewime. Bi hêlekê
ve, di encama operasyona li dijî dîktatorîya Iraq'ê da,
pêvejoya damezrandina dewletek federal li vî welatî, di
nav Iraqek yekgîrtî da çareserîya kêşeya Kurdistana
başûr û helbet helwesta Tirkîyê ya di vê mijarê da,
di hêla din da pêvejoya tamendamtîya Tirkîyê û kêşeya
Kurdistana bakur li benda çareserîyê ye. Hun jî baş
dizanin, di panzde salên bihurî da şerekî gelek dijwar
û bêhiquq hate meşandin. Gelê Kurd zirar û tahrîbatek
mezin dît û niha jî, di nav şertên neçarî û belengazîyeke
kûr da dijî. Ji ber ku li Tirkîyê, bona çareserîya pirsgirikan,
bilî Enqerê ti kes û der ne xwedî biryar in, lowma hemû
pirsgirêkên gelê Kurd bê çareserî di halê xwe da disekinin.
Dema
ku şer rawestîya, an jî Partîya Karkerên Kurdistan'ê-PKK
bi yek alî şer rawestand, hêvîyek gelek mezin rûda,
daku derfetên çareserîyê dê derkevin, eger bi rastî jî bona
çareserîyê nîyetek paqiş hebe, rewş jêra misaît
bûbû. Sal diherikin lê, mixabin wek ku gelê Kurd û derdorên
aşitîxwaz hêvî dikirin, heta îro bilî hinek guhertinên
kozmetîk ti pêngavên bingehî nehatin avêtin. Guhertinên
ku Tirkîye xwe pê dipesine, mîna pêkanîna "Pîvanên
Kopenhaginê" dinimîne, her çiqas ji berê rewşek
pêştatir derdêxe jî, bona çareserkirina kêşeya
Kurdistanê li Tirkîyê pê nake, divê ev rastî bê dîtin. Weke
ku di dîroka wê da gelek mînak jî hene, mixabin Tirkîye
li hemberî hemû pirsgirikan polîtîkayên ku wext di navberêkeve,
kêşe bêtir di navhev da gilok be û bi hinek faktorên
din ve alozî bêtir bibe, dimeşîne. Di kêşeya Kurdistanê
da jî, di nav helwestek wisa da ye. Bomînak "Pîvanên
Kopenhaginê" li ber çavan ne, dev ji pêkanîna Pîvanan
berdaye, ketiye nav qilqalê (telaş) ku hindirê wana
vala bike, li hemberî rayagiştî bê wate bihêle.
Serokwezîrê
birêz,
Em
hemû dizanin, ku ev guhertinên kozmetîk jî di pêvejoya tamendamtîya
Yekitîya Ewrupa-YE da pêk hatin. Mirov dikane bêje, ku hemû
jî li ser daxwaza YE bû. Bi ya vê dewletê be, 'li Tirkîyê
hemû Pîvanên Kopenhaginê pêk hatine, tenê di çend xala da
kêmaya jîndar kirinê heye.' Lê, tê zanîn ku Pîvanên Kopenhaginê
ne ew bitenê ne, çarçowa wana firehtir e û armanc b irasti
jî bi cih kirina demokratîyek tam e. Di vê mijarê da xala
herê giring, lazime ev guhertinên ku YE di nav çarçowa Pîvanên
kopenhaginê da dixwaze, divê pêşîya çareserkirina kêşeya
Kurd veke. Eger pêvejoya çareserkirinê venebe, aşîtî
û herweha aramî li Tirkîyê cih nagre. Hema mirov dikane
dîrek bêje, wek ku salên bihurî jî hate dîtin, aramîya hindirê
vî welatî bi çareserîya kêşeya Kurd ve yekûyek girêdayî
ye. Herweha tê zanîn, ku aramîya Tirkîyê ewlekarîya Ewrupa
jî bi nîzik ve eleqeder dike.
Em
jî dizanin ku tamendamtîya Tirkîyê ya YE, bi hemû şiweyê
dê kêşeya Kurd çareser neke lê, ya herê giring ev e,
ku pêşî li çareserîyê vedibe û herweha rêbazên demokratîk
û sîyasî bikar têne. Di halê îro da, barekî giran ketîye
ser milê YE û taybet jî dewleta Alaman. Lewra Alamanya,
di nav YE da xwedî giranîyek bi qîmet e. Bona vê rastîyê,
em ji we dixwazin ku ev çend xalên li jêrê hatine rêzkirin,
ligel Tirkîyê, hun di vê seredana xwe da bînin rojevê û
li ser vê dewletê tehde bikin, daku ew pêngavên aşitîye
bavêje.
1.
Tirkîyê her çiqas qala guhertinên demokratîk dike jî, hê
bi temamî astengên li pêşîya serbestîya fîkr û tevgerbûne
ranekirîye. Li pêşîya sîyasetê, li ser weşanê
û li ber serbestîya fîkrê gelek zagonên qedexeyî hene û
li ser partîyên, ku bi nasnameya Kurd têne naskirin bi armancê
girtina van partîyan zordestî, çewsandin heye. Berîya hertiştî,
wek dewletên demokratî, divê serbestîya fîkr, weşan
û serbestîya tevgerbûnê hebe û herweha astengên li pêşîya
partîya jî rabin. Kurd divê bi nasnameya xwe xwedî partî
bin, di nav çarçoweya demokratîk da sîyaseta xwe bimeşînin.
2. Divê
asteng û qedexeyên li pêşîya ziman û çanda Kurdî rabin,
bi zimanê Kurdî hemû çûrreyên weşanê hebin û herweha
alîkarîya dewletê ya bona weşanên zimanî Tirkî herçend
e, lazim e bona zimanî Kurdî jî ewçend be.
3.
Mafê radyo û televîzyona Kurdî, wek yên bi zimanî Tirkî
çawa ne, divê wisa be. Qedexe û astengên pêşîya radyo
û televîzyona Kurdî divê rabin.
4.
Perwerdeya bi zimanî Kurdî, mafê her Kurd e. Di hiquqa navneteweyî
da, heqê her zarokê Kurd heye, ku bi zimanê Kurdî perwerde
bibe. Çarçoweya Pîvanên Kopenhaginê jî wisa ne. Kurd li
Tirkîyê ne kêm netewe in, hêcmara gelê Kurd ji 15 mîlyonê
zêdetir e. Seranser li Kurdistanê gel, ser li birêvebirên
wîlayetan dide ku zarokên xwe bi zimanî Kurdî di dibistanan
da perwerde bibin lê, hemû têne red kirin.
5.
Tirkîye dewletek merkezî ye. Biçûk an jî mezin hemû pirsgirik
li Enqerê dicivin. Ji dest vê çareserî nabe. Taybet pirsgirêken
civakî û aborî yên Kurdistanê, heştê salên ku bi çavên
sêwêtî hatine lêmezekirin. Her dem herêma Kurdistanê ya
herê neçar û paşmayî ye. Di her cîhetî da di navbera
Kurdistanê û rojavayê Tirkîyê da ferqek gelek mezin heye.
Mirov dikane bêje, ku rojavayê Tirkîyê nizikî sewîya Yewnanîstanê
lê, herêma Kurdistanê jî wek Bengladeşê ye. Divê di
pêvejoya tamendamtîya YE da, ew ferqa di navbera herdu herêma
da rabe, qet nebe kêm bibe.
6.
Ji ber ku gelê Kurd li ser çareserkirina pirsgirikên xwe
ne xwedî biryar e, bi paşve maye, di nav belengazîyê
da maye. Eger şaredarîyên (beledîye) herêmê, bi zagonî
xwedî biryarbin, deshilatîya wana wek dewletên demokratî
fireh bibe, di demek kin da emê bibînin ku gelek pirsgirikên
ku bi salan temenê wana hene, dê çareserbibin. Mijarek gelek
giring e, lazim e YE di pêvejoya tamendantîyê da li ser
vê mijarê bi rastî raweste.
7. Jı
bona kesên ji dervayî Tirkîyê dijîn û yên di girtîgehan
da ne, divê afûyek giştî bê dîyar kirin. Ev, him bona
hîssîyata rayagiştî û him jî bona aşitîya navxweyî
pêngavek ewil e û moralî ye. Bi pêngavek wisa ve, bi hezaran
kes dê ji welatên Ewrupa vegerin welatê xwe. Û herweha
kesên çekdar jî dê çekan berdin.
8.
Tirkîyê dixwaze mudaxilê karê hindirê Iraqê bibe. Heqê Tirkîyê
tine ye. Wek ew dibêje, bi rastî ji Kurdistana başûr,
ango ji bakurê Iraqê ti êrêş û xeter bona Tirkîyê naqewimin.
Tirkîyê gotinên wisa bona xwe dike sedem û dixwaze di Kurdistana
başûr da herdem bêaramî û alozî derkeve, Kurd nebin
xwedî mafên xwe yên neteweyî. Herçend Tirkîyê destê xwe
di nav karê Kurdistanê ke, ewçend jî evê bibe serçavîya
bêaramîyê ye. Dema ku tiştekî wisa dest pêbike, elbet
bêaramî dê hilciniqe Tirkîyê û zirara vê dê bigehê Ewrupa
jî. Lazim e YE, wek dema operasyonê, îro jî, di vê mijare
da hessas be, bala Tirkîyê bikşîne.
Serokwezîrê
birêz,
Elbet
pirsgirêkên Tirkîye ne ev bi tenê ne. Lê, encax em dizanin
ku sedema bingehîn ya van pirsgirikan ne demokratîkbûna
sazumana Tirkîyê ye. Pêvejoya YE bona demokratîkbûna vî
welatî derfetek giring e. Lê divê bêtawîz bikar bê. Nîzikbûnek
pragmatîk, wek ku di dîrokê da gelek mînakên wê hene, çareserîyê
ji wir berdin, dê telvêhevîyê zêde bike.
Em,
ji we bawer in ku hun jî aşitî û aramîya Tirkîyê dixwazin
û herweha bona gelê Kurd jî dilgerm in. Kurd jî bona we
û Partîya Sosyaldemokrata Alamanya erênî û piştevan
in. Dema ku di vê seredana we da, ev mijar bêne rojevê û
rayagiştîya gelê Kurd bibîne ku hun hestyar in, wê
demê eleqe û peştevanîya gelê Kurd bona we û partîya
we dê pirrtir bibe.
Ji
niha ve em, spasîya xwe pêşkêş we dikin û di seredana
we da serketin dixwazin.
Bi
silav û rêz.
---------------
Mahmut Kilinc (Parlementerê DEP'ê); Şivan Perwer (Hunermend);
Nejdet Buldan (Serokê Şaredarîya Geverê yê berê); Fikret
Yildiz (Doktor); Ali Haydar Koç (Dirokzan); Munzur Çem (Niviskar,
lêger); Mehmet Bayrak (Nivîskar lêger); Osman Aydin (Parêzger,
nivîskar); Zerdeşt Haco (Nivîskar, Serokê PENA Kurd)
Yilmaz Çamlibel (Nivîskar), Abdül Rahman Kejo (Doktor), Ahmet Akbaş (Mamoste), Ahmet Çamlibel (Nivîskar), Ahmet Zemji (Doktor), Akif Hasan (Rojnamevan), Akram
Naassan (Doktor), Ali Atalan (Polîtolog), Ali Baran (Hunermend),
Ali Tahran (Doktor), Ali Tuku (Mamoste), Baki Coşkun
(Parêzger), Bedil Güden (Hunermend), Berivan Roj (Zmanzan),
Cahit Kaplan (Mamoste), Cankurd (Nivîskar),Celel Vural (Parêzger),
Çeko Kocadağ (Nivîskar), Dilbixwîn Dara (Rojnamevan),
Evina Welat (Hunermend), Fahrettin Adsay (Doktor), Fatma
Aslan (Hunermend), Fettah Timar (Mamoste), Feyyaz Ekmen
(Mamoste), Fikret Zengin (Doktor), Giyasedin Zaroj Stêrk
(Mamoste), Gohdarz Hajo (Doktor), Gulistan Sarıbaş
(Doktor), Gulmurad Muradi (Prof.Doktor), Güney Aslan (Rojnamevan-Nivîskar),
Halil Raşov (Doktor), Hasan Taşkale (Mamoste),
Haşim Saydan (Wênevan), Hejar Maroof (Doktor), Hemin
Rasch (Doktor), Hüseyin Bektaş (PD Dr. – Perwerdekarê
Zanîngehê), Hüseyin Güneş (Hunermend), Hüseyin
Habasch (Şair - Werger), Hüseyin Temurlenk (Mamoste),
İbrahim Mahmud (Rojnamevan), Kamran Bêkes (Doktor),
Kazım Özdemir (Mamoste), Kemal Tolan (Nivîskar), Kemel
Sido (Doktor), Lorin Bektaş (Parêzger), Mehmet Deniz
(Doktor), Mehmet Tanrıkulu (Mamoste), Mesut Bayram
(Mamoste), Muharrem Yıldız (Mamoste), Mustafa
Birden (Mamoste), Mustafa Seydo (Doktor), Muzaffer Özgür
(Rojnamevan), Nazif Telek (Nivîskar), Nesmil Ghassemlou
(Doktor), Newroz Saidpour (Nivîskar), Nishtaman Rasch (Doktor),
Nuh Ateş (Nivîskar), Omar Sımo (Doktor), Osman
Kızılkan (Doktor), Ömer Tuku (Mamoste), Ramazan
Kaya (Hunermend), Ressoul Akmed (Doktor), Sedat Karakaş
(Hunermend), Senem Çamlıbel (Mamoste), Serefettin Kaya
(Parêzger), Serhat Bucak (Parêzger), Sertaç Bucak (Muhendis),
Sexo Kartal (Hunermend) , Seyidxan Kurij (Rojnamevan – Nivîskar),
Şükrü Gülmüş (Rojnamevan – Nivîskar), Süleyman
Ateş (Mamoste), Süleyman Gülpınar (Mamoste), Şirin
Perwer (Hunermend), Şükrü Güler (Doktor), Vanike Elixan
(Rojnamevan - Nivîskar), Yaşar Kaya (Nivîskar – Serokê
PKDW ê berê), Zeki Öztürk (Parêzger), Zorab Aloian (Dîrokzan
– Zimanzan), Zübeyde Öner (Mamoste)
|