|
|
|
Koln,11. 01. 2004
Birêz Kak Mesut Barzanî
Serokê Partî Demokrat a
Kurdistan
Gelê Kurd ji dehan ve salane ji bo azadîya welatê xwe,
ji bo azadîya netewa Kurd berxwe dide. Gelê me di vê tekoşinê
de bi hezaran qurban daye. Em dikarin bêjin, ku her bihuteka
axa Kurdistan bi xwîna şehîdên Kurd û Kurdistan hatîye
avdan.
Taybetî jî li Kurdistana Başur, gelê me di bin
zulm û zordarîya Saddam û Beehsîyên xwînxwar de gelek kişandîye.
Kurdan kujtina giştî/ genosit, bombebaranên jehrî,
enfal dîtine. Ew sûretana hê
jî ji
bîra Kurdan
neçûne. Lê Kurdan
tu caran daxwazîya
xwe ya azadî
û rizgarîyê ji
bîr nekirîye, dev
ji berxwedanê
bernedaye. Tim û tim xwastine, ku ew jî
li ser
axa pîroz
serbilind û azad bijîn.
Ji 12 salan vir ve,
ji piştî
ewqas zulm û zordarîyê,
belengazîyê ne gor dilê
me Kurdan be
jî, li
Kurdistana Başûr
bayê azadîyê tê. Gelê
me yê
li Kurdistana
Başûr ji piştî ewqas
zulm îdara
xwe girtîye destê
xwe, roj bi roj berbi
rojên hê jî
serfiraz û bextewar
gavan davêje.
Birêz Barzanî,
em wek Yekitîya
Komelên Kurdistan - KOMKAR, xwe
ji ber van destkeftîyên Kurdistana Başûr û polîtîkaya ku hûn
dimeşînin gelek
bextewar dibînin û dilxwaşin. Taybetî jî, hevkirina we,
ya li
ser bingeha
biryara Parlamena Kurdistan, daxwaza „ Federalîzma netewî, cografî û sîyasî“. Em wek KOMKAR bi vê helwesta wekhev
û yekgirtî ya
PDK û YNK û yekbûna parlamena Kurdistan û daxwaza sîstema Federal li ser esasên
li jôr
navkirî gelek
serbilindin. Yekitîya we rezê serketina gelê me ye.
Ez carek di bi navê Komîta Giştî ya KOMKAR ê û
navê temamîya endamên KOMKAR rêz û silavên xwe pêşkeşî
we dikim û eşkere dikim, ku çavên me hemû Kurdan li
Başûr e. Em amadene, di hemû waran de alîkarîya ku
ji destê me tê bikin. Ji ber ku erkê
me ye.
Rêz û silavên me ji bo we
Fettah Timar
Serokê KOMKAR
|
|
Koln, 11. 01. 2004
Birêz
Mam Celal Talabanî
Serokê Yekitîya Niştimanî Kurdistan
Gelê Kurd ji dehan ve salane ji bo azadîya welatê xwe,
ji bo azadîya netewa Kurd berxwe dide. Gelê me di vê tekoşinê
de bi hezaran qurban daye. Em dikarin bêjin, ku her bihuteka
axa Kurdistan bi xwîna şehîdên Kurd û Kurdistan hatîye
avdan.
Taybetî jî li Kurdistana Başur, gelê me di bin
zulm û zordarîya Saddam û Beehsîyên xwînxwar de gelek kişandîye.
Kurdan kujtina giştî/ genosit, bombebaranên jehrî,
enfal dîtine. Ew sûretana hê
jî ji
bîra Kurdan
neçûne. Lê Kurdan
tu caran daxwazîya
xwe ya azadî
û rizgarîyê ji
bîr nekirîye, dev
ji berxwedanê
bernedaye. Tim û tim xwastine, ku ew jî
li ser
axa pîroz
serbilind û azad bijîn.
Ji 12 salan vir ve,
ji piştî
ewqas zulm û zordarîyê,
belengazîyê ne gor dilê
me Kurdan be
jî, li
Kurdistana Başûr
bayê azadîyê tê. Gelê
me yê
li Kurdistana
Başûr ji piştî ewqas
zulm îdara
xwe girtîye destê
xwe, roj bi roj berbi
rojên hê jî
serfiraz û bextewar
gavan davêje.
Birêz Talabanî,