Yekitîya Komelên Kurdistan
Kürdistan Dernekler Birliði
Verband der Vereine aus Kurdistan
-
Neumarkt str 29 42103 Wuppertal
Tel.:0202-7180891
-
Pêwendî / iliþki
Rojev / Gündem
Belavok /Bildiri
Weþan /Yayin
Ji arþîvê
Galeriya wêneyan

E-mail
Deutsch

 

 

   
 
 
Newroza Bottropê ya 2008’an, bi coş hate pîrizkirin

Dema Nu / Bottrop

Meha Adarê ji bo me kurdan ji alîkî ve meha dilxweşîyê ye. Çejna Newrozê bi kilam û govend, bi xemla kurdistanî, rengên kesk û sor û zer, kofî û kitanên jina kurd, şal û şapikên xortên kurd ve tê pîrozkirin. Ji alî kî di ve jî meha xemgînîyê ye. Enfalê, Helepçe, 12 Adarê û 31. Adarê tîne bîra me kurdan. Pêşya gotîye: „Şîn û şayî birê hev in“. Me kurdan bi vê felsefê ve hetanî îro berxwedaye, hetanî azadîya Kurdistan û Kurdan wê weha jî berdewam bike.

28. Adarê 2008 an saet 19.00 an de agirê Newrozê li bajarê Bottropê jî hate geşkirin. Qiz û xortên kurd li dora agirê Newrozê li ber qeydên def û zurnê govend kişandin, reqisîn, ser êgir re bazdan û dilxweşîya xwe nîşandan. Gelek malbatên kurd, mêvanên Elman, berpirsîyarên sazî û part1îyan di pîrozkirina Newrozê de beşdar bûn. Hinek kesan agadarî li ser dîroka newrozê berhev dikir, hineka govend dikişand , hinekajî bi balkêşî çek û rihelên kurdan temaşe dikirin.

 Ji piştî govend û reqsa li dora agirê Newrozê bernamê di salonê de berdewam kir. Ji piştî axaftina serokê Komela HEVALTÎ – Bottrop Husoyê Emîn şevê detpêkir. Di axaftina xwe de Husoyê Emîn xêrhatiniya mêvanên Elman bi zimanê Elmanî kir bi kurtî dîroka Newrozê anî ser ziman. Wekî di bal kişand ser bûyerên ku li Kurdistana Bakûr, Kurdistana Rojhilat û Başûrê Rojava û got: „Xêrnexwazên kurdan timû tim xwestine bi darê zorê Kurdan bin bandoran xwe de bigrin, lê bira wan eyan be, Kurdistanê azad be, Kurdên azadbin.“

Serokê Dayra Cîwanan (Jugendamt)- Bottrop  berêz Martin Notthoff hate ser dîkayê û  bi zimanê kurdî xêrhatinîya  mêvanan kir û ew silav kirin. Dilxweîya xwe anî ser ziman ku ew  cara dudan di Newrozê de besdarê û tevî Hevaltîyê Newrozê pîroz dike. Martîn eşkere kir ku ewê tim û tim Newrozê de rola xwe bileyîze.

Wekî di berpirsîyara partîya keskan Xanim Siegrid Lange, Serokê dayra Tenduristîyê Berêz Ekrath, srokê Xaça Sor, Berpirsîyarê CDU (Partîya Xiristîyanên Demokrat), Serokê RAA  û berpirsîyarê Komisyona Entegrasyonê berêz Dieter Pillath, mamoste Dieter Sauerwald û hevala wî, û gelek almanên ku gel wan hatibûn bi kêfxweşî di şeva Newrozê de beşdar bûn.

Hinek kesên ku nikaribûn bêne Newrozê jî mesajên xwe şandibûn. Serokbajarê (Şaredarê Bottrop) Peter Noetzel, Dezernetê karê cîwakî berêz Paul Ketzer, parêzer Stephan Urbach Cîgirê Serokbajêr

Di bernama çandî de dîsa KOMA MIRAZ cîh girtibû û coş û rengekî xweş da şahîya Newrozê. Komê bi def û zurne û kilamên xweşik ve cîwan bi şevê ve girêda.

Dîsa Dengbêjê Mûşê (Ebdurehîmê Mûşî) bi bilûra xwe û stranên klasîk ve beşdarên şevê birin li Kurdistanê ser çîya û banîyan, deyşt û zozanan gerandin, ji alîkî ve xemgîn kirin ji alî kî ve jî bîranînên wan jîndar kirin. Paşê jî bi dengê xwe yê zelal ve çend kilamên klasîk gotin.

Kilambêja cîwan, Mizgîn (Müjde) yê rengekî nû da şeva Newrozê, bi dengê xwe yê zelal ve keç û xort, kal û pîr temamî rakirin li ser pîyan.

Bi giştî ew çoşa ku li hemû deran hebû hakimê Newroza Bottropê bû, hemû beşdar bi kêfxweşî ji salonê derketin.

Di dawîya şevê de Husoyê Emîn ji bo alîkarîya wan,    Komela Duisburg, malbatên ku xureg çêkiribûn û hemû hunermendan re sipazîya xwe pêşkêş kir. Carek di Newroz hemû Kurdan pîroz

 


Yekitîya Komelên Kurdistan • Kürdistan Dernekler Birliði Verband der Vereine aus Kurdistan
Neumarkt str 29 42103 Wuppertal
Tel.:0202-7180891
e-mail : komkar-merkez@web.de