|
Newroz li Hamburgê
bi coş û Girseyî hate pîrozkirin
Husoyê Emîn / Dema Nû - Hamburg
Rêze Şahîyên Newroza îsalîn ku di hêla Navenda KOMKAR’ê
va li Almanyayê da dihatin amade û pîrozkirin Di roja 29-03-08
an da li Hamburgê bi pîrozkirinek coş û Girseyî û bi
awayekî serketî qedyan.
Şahîyê bi silav û xêrhatina beşdaran û deqeyek
rawestina Girseyê ji bo rêzgirtina şehîd û canfedayên
doza Kurd û Kurdistanê bi dest pêkir.
Paşê Moderatorên Şahiyê Naverok û çerçewa pîrozbahîya
Newrozê pêşkêş kirin.
Gor daxuyanîyên Moderatoran KOMKAR hersal Newrozan di bin
slogan şîyarên netewîda pêşkêş û pîroz dike.
Newrozên isalîn jî di bin Şîyara 70 saliya salvegera
serhildan û komkujîya Dêrsimê û Helebça birîndar hatine darxistin.
Granya Naveroka newroza Hamburgê piranî li ser bilindkirina
daxwazên netewî, mafên çarenusîsî ya gelê Kurd, xwedî lê derketina
destketîyên netewî li başurê welêt, yekitî û konsesyuseke
netewî di navbera hêz dezgahên netewa Kurdan
dabu. Van daxwazyana mora xwe li temamya şayîyê û axaftinên
mêvan û hunrmendên şahîyê jî xist.
Hamburgî bi Girseyeke mezin ji malbatên kurdan û gelek kesayetên
naskirî û mêvanên bîyanî va beşdarî şahîyê bibun.
Yek ji van beşdaran jî Şanovan û Sînemevanê Kurd
Nazmî Kirik bu.Di şahiyê de gelek birûsk, peyam
û axaftin hatin kirin.
Ji ber kêmbuna demê û granîya programa şahîyê tenê peyama
Sekreterê Giştî yê PSK ê yê berê Nîvîskar û Sîyasetmedarê
Kurd birêz Kemal Burkay û ya Sekreterê Giştî yê
PSK êyî naha birêz Mesut Tek û ya Serokê HAK PAR ê
Sertaç Bucak û ya Helbestvanê Kurd Dr.Eskerê Boyîk
hate xwandin.
Wextê peyama Birêz Burkay û Mesut Tek hate xwandin girseyê
bi yek deng slogana bijî Kurdistan avîtin.
Şexsîyet û rêxistinên axaftin kirin jî ev bun:
Yilmaz Çamlibêl – (Sîyasetmedar û Nîvîskarê Kurd)
Şeref Xoce – (li ser navê KOMKAR’ê)
Mihemed Elî Yildirim - Platforma kurdên Bakurê Almanya
Christa Gersch – (Partîya Keskan liqê bajarê Hamburgê)
Rêxistin û Şexsîyetên kû peyam şandibun jî ev bun:
Dr.Musa Kaval – (Nunerê Hevbendîya Demiokratîk a Kurdên
Bakur,)
ozlem Çekîç - (Nunerê Parlemena Denîmark)
Burhan Jaf – (Hukumeta Herêma Kurdistanê – Nunertîya
Ewrupa)
Hüseyin Kenan Aydin – (ji Partîya Çepên Elmana)
Dema Nu – Amed (Rojnama Hefteyî li Amedê derdiçe)
KOMJIN (Bîroya Jinên Kurd, li Almanya)
Munzur Çem – (Nîvîskar û Sîyasetmedarê Kurd)
Ali Haydar Koç (Dîrokzan)
Riza Çolpan – (li ser navê alîgêrên PSK’ê û KOMKAR
Avustralya)
Kazim Özdemir (Mamosta)
ÇIRA – (Komela Çand û Hunerî) Amed
ÇIRA – (Komela Çand û Hunerî) Agirî
ÇIRA – (Komela Çand û Hunerî) Îstembol
Metîn incesu – NAVEND (Navend ji bo Lêkolînên Kurdî)
Kutbettîn Özer,
KAR-DER
Komela Çanda Elewîyan li Hamburgê
Redaksîyona Malpera Amîda
Beşê Bernama Newrozê ya Çandî jî gelek rengîn û dewlemend
bu. Xêncî Hunermendên sereke yên bernamê çend hunermendên
Ciwan û nugîhajî hunerên xwe pêşkêşî temaşevanan
kirin. Dîlber û Emre ji Tembur û Mêyê resîtalek pêşkêş
kirin. Hêvî Şêxo jî helbestek li ser Qamişlo
pêşkêş kir. Koma Folklora Komaciwanê bi cil
û bergên xwe yên rengîn û netewî ve, ji gelek heremên Kurdistanê,
bi govendên xwe, dîmenekî xweş ji kevnetora kurdî raxistin
ber çavên temaşevanan.
Mikail Aslan û Nilufer Akbalê jî bi
stranên kurmancî, soranî û zazakî pirrengî û xweşikya
zaraveyên kurdîya Şirîn temaşevanan dane tamkirin.
Hunermendê dengxweş Yilmaz Seydo bi stranên
Rehmetyê Ozan Seydo yên klasîk û dîrokî li guhdaran
da guhdarkirin. Bi wî avayî bîr anîna Rehmetyê Seydo yadî
Guhdaran kir. Ji ber ku, di navbera salên 80 û 90’î virda
Gula Şahî û civakên KOMKAR’ê bu. Herwaha wek hemu Kurdên
kurdên Hamburgêjî ew nêzîkva dinasyan.
Şivan Perwer dîsa Wek hercar reng û dengê Kurd
û Kurdistana Gewre bu. Stran û awazê xweva temaşevan
gav bi gav Kurdistanê dida gerandin. Geh li Koyê Dêrsimê warê
Seyîd Rizo bu, geh li Araratê ba Îhsan Nurî bu, geh li Mahabat
li cam Pêşewa, geh li warê Barzanê Mezin û geh li Qamişloka
rengin bu. Dawyê da bi strana “Kine Em” va beşdarvan
rakire serpîya.
Şahî bi serfirazî bi daxwazên hevdîtinek Newrozek din,
di welatek Azad û rojên şahî û dilxweş va qedya.
|