| |
Kurdên Li Başûrê Almanya Newroz Li
Munîhê Pîroz kirin
Bi destpêkirina pîrozkirina cejna berxwedan, têkoşîn
û azadîyê Newrozê va, wekî li her cîyê ku Kurd lê dijîn,
Kurdên ku li Başûrê Almanya cîwar in jî roja 15.03.2008
li bajarê Munîhê Newroza vê salê pîroz kirin.
Newroza ku ji alîyê Yekîtîya Komeleyên Kurdistan-KOMKARê
va hatibû amedekirin bi coşekî mezin û bi beşdarbûna
nêzîkî 1500 kesî bi kêfxweşî hat lidarxistin.
Di şeva Newroza ku gelek mêvanên hêja beşdar bûn
û Newroza gelê Kurd pîroz kirin da, gelek mesajên piştgirîyê
jî hatibûn şandin. Nivîskar û sîyasetvan Kemal Burkay,
Sekreterê Giştî ê Partîya Sosyalîst a Kurdistan-PSK Mesud
Tek, endamê Perlementoya Awropa ê Partîya Keskan Cem
Ozdemîr, Perlementera Partîya Keskan Renate Ackerman,
endamê Meclîsa bajarê Munîhê ê Partîya Çep Orhan Akman,
rojnameya Dema Nû û Revaberîya navenda KOMKARê
çend kes û dezgehên ku bi mesajên xwe piştgirî dan şevê
û Newroza gelê Kurd pîroz kirin bûn.
Perlementerê SPD ê Meclîsa Federal Dr. Alex Berg,
Perlementer û Serokê fraksîyona SPD li Bayern Franz Maget,
Li ser navê serokê Şaradarîya bajarê Munîhê Christian
Ude, Yaşar Fîncan, endama meclîsa şaradarîya
Munîhê a ji Partîya Keskan Gulseren Demîrel, endama
meclîsa şaradarîya Munîhê a ji Partîya Çep Brigitte
Wolf, endamê Partîya Demokrat a Kurdistanê-PDK-Iraq li
Başûrê Almanya Şivan Xalo, li ser navê KOMKAR-Munîhê
M. A. Dogan, li ser navê KOMCIWANê Rohat D.,
beşdarî şeva Newrozê bûn û piştgirîya xwe ji
bo gelê Kurd pêşkêş kirin û Newroza gelê Kurd pîroz
kirin.
Li salona bi navê Mehrzweckhalle, Kurdên li Başûrê Almanya
dijîn, ji saet 19:00 heta saet 00:30 bi stran û kilamên hunermendên
hêja Şivan Perwer, Nîlufer Akbal, Mikaîl
Aslan, Kanî û Koma Muzîkê, koma Dengên Ciwanên
Azad û Koma KOMCİWANê a Govendê va carna Helepçe
bibîr anîn û carna jî tekoşîna rîya azadîyê. Carna dest
di destan da, mil bi mil, dil bi dil govenda azadîya Kurd
û Kurdistanê girêdan û di nav kêf û xweşîyê da cejna
Newrozê pîroz kirin.
Di salona ku bi nivîsên wekî Türkische Arme Raus Aus Kurdistan(Leşkerê
Tirk Ji Kurdistanê Derkeve), Her Tişk Bo Kurdistanek
Azad, Kerkuk Kurdistan e, Newroz Pîroz be
hatibû xemilandin da, hunermend Şivan Perwer jî bang
li ciwanên Kurd kir, ku hem zimanê xwe fêr bibin, hem jî xwedî
li çand û zimanê xwe, sembolên netewa xwe derkevin.
Rojcan Çarîn
|