Kurdistan Dernekleri Birligi

Pêwendî / iliþki
Rojev / Gündem
Belavok /Bildiri
Weþan /Yayin
Ji arþîvê
Galeriya wêneyan

E-mail
Deutsch

 

Pêþangeha pirtûkên kurdî ya duwemîn bi serfirazî pêkhat

"Pêþangeha pirtûkên kurdî ya duwemîn" ku ji aliyê Yekitiya Komelên Kurdistanê KOMKARê ve hatibû organîzekirin di navbera rojên 28-30 gulanê de li bajarê Kolnê pêk hat.

Roja yekemîn pêþangehê bi xwendina marþa netewî "Ey reqîb" hat vekirin. Piþtî axaftina serokê KOMKARê Fettah Tîmar, nivîskarê gelê kurd ê navdar M.E.Bozarslan û rojnamevan Mecîd Þêxo qisekirin. Dûra bernameyeke çandî bi stran û govendên kurdî hat pêþkêþkirin. Roja duwemîn semîner û panêl hatin derbaskirin. Sê helbestvanîn kurd, Mehmet Tanrikulu, Husên Hebeþ û Eskerê Boyîk helbestên xwe xwendin. Nivîskarên kurd M.E.Bozarslan, Wezîrê Eþo û Mecîd Þêxo li ser rewþa çapemeniya kurdî jî do heta îro gelek agahdariyên hêja pêþkêþî zanîna guhdaran kirin. Roja dawîn de KOMKARê xelatên weþanxana pêþkêþî wan kir.

Di sê rojên pêþangehê de bi dehan weþanxaneyên kurdan pirtûkên xwe ji bo frotin û nasandinê raxistin ber çavê xwendevan, bi dehan nivîskarên kurd li wir pirtûkên xwe îmze kirin, bi xwendevanan re dan û standin kirin. Bi kurtî ev sê rojên han bûn çalekiyeke çandî ya ku ji dost û dijminên gelê kurd re dida xuya kirin ku zimanê kurdî, çanda kurdî zindî ye, kurd di bin hoyên dijwar de jî bona pêþdabirina ziman û çanda xwe gavên giring davêjin.

Apociyan êriþ anîn ser Pêþangeha pirtûkên kurdî

"Pêþangeha pirtûkên kurdî ya duwemîn" di roja yekemîn de (28 gulanê) kete ber êriþa apociyan.

Li ciyê pêþangehê, digel nivîskar û rewþenbîran, gelek zarok û kesên bi temen mezin jî hebûn. Di vê êriþê de xwedîyê Nasnamê nivîskar Þukrî Gulmuþ hat birîndarkirin.

Armanca êriþkaran ew bû ku, bi darê zorê pêþangehê ji hev belav bikin; tirsê berdin ser derdorên welatparêz, niviskar, weþanxane û xwendevanên kurd da ku xwe ji xebat û çalakiyên weha dûr bigrin. Daxwaza serleþkeriya tirk e: yên ku hewl didin ziman û çanda kurdî û hemû hêjahiyên neteweyî yên kurdan li ser piyan dihêlin û pêþdadibin gereke bên sekinandin, bên bêdengkirin. Wextê ku bi xwe raste-rast nikarin bikin hevkarên xwe yên apocî diajon pêþ, wan li serê kurdan dikin bela..

Wek tê zanîn, sala par, dema KOMKARê ji bo vekirina "Pêþangeha pirtûkên kurdî ya yekemîn" haziriya xwe dikir, dewleta tirk xwestibû rê li ber bigre. Bona vê hemû îmkanên xwe yên dîplomatîk ceribandibû, lê bi serneketibû. Mixabin îsal hevkarên xwe yên apocî xistin dewrê ji bo ku pêþangehê belav bikin. Êriþkar ji aliyê rewþenbîrên welatparêz û parêzgerên KOMKARê ji ciyê pêþangehê hatin dûrxistin.

 

 
 
 
Verband der Vereine aus Kurdistan Bunsenstr. 7 D-51145 Köln
Tel.: 02203-93517-0 Fax: 02203-31126

vegere serê malperê
© 2003 Komkar