| |
Li Wuppertalê “4emîn Pêşangeha Pirtûkên
Kurdî”
Dema Nû/ Wuppertal
“4emîn Pêşangeha Pirtûkên Kurdî”, ji aliyê Yekîtiya
Komeleyên Kurdistanê-KOMKARê ve li bajarê Wupertalê yê Elmanyayê
hat lidarxistin. Di pêsangehê de gelek pirtûkên Kurdî ku
ji aliyê we şanxeneyên Kurdî ve hatine weşandin,
hatin raxistin.
4emîn Pêşangeha Pirtûkên Kurdî, di 1ê Sibatê de li
bajarê Wupertalê yê Elmanyayê bi beşdarbûna gelek
siyasetmedar, nivîskar, rewşenbîrên Kurd û Alman yên
wek Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîsta Kurdistan-PSKê
Mesud Tek, nivîskarên wek Yılmaz Çamlibel, Mehmet Bayrak,
E.Cengîz Çamlibel Huseyin Çagrı Tekin, Riza Katurman,
Husên Hebeş, Hasan Malla, hunermend Şivan Perwer
û Yilmaz Seydo, Nûnerê PDKê Huseyin Akreyî, Nunerê Komeleya
Hak-parê Necati Tank, ji daireya biyaniyan ya SDPê Arif İzgi,
Berpirsê Pirtûkxaneya Wuppertalê Sehrmann, birêvebirê ARGEyê
Meyerratkeen û hwd. û gellek kurdên li derveyê welat hat lidarxistin.
Pêşangeha, bi axaftina endama KOMKARê Seyran Çamlibel
hat destpêkirin. Seyran Çamlibelê di axaftina xwe de destnîşan
kir ku dewleta Tirk, hê jî hebûna Gelê Kurd qebul nake û he
jî zext û bandora wan ya li ser çand, ziman û hemû nirxên
kurdan, dom dike û weha got; “Ji ber sedemên polîtîkya dewleta
Tirk ya li dijî kurdan, çand û zimanê kurdî bi xeteriya wendabunê
re rû bi rû maye.”
Çamlibelê, herweha bal kişand li xebatên KOMKARê
û weha got; “KOMKAR ji avabûna xwe û heta niha di nav hewldanê
de buye ku xizmeta çand, ziman û nirxên neteweyî yê kurdan
bike û bi pêş bixe. Herweha, di vê çarçoveyê de bi sedan
pirtûk, kovar û rojname weşandiye û ev xebatên me, hê
jî dom dike. Herweha, em dixwazin bi çalakiyên bi vî rengî
di navbera pirtûkxane, weşanxane û xwendevanên kurd de
pireyek ava bikin.”
Herweha, axaftinek jî ji aliyê Şaredara Wuppertalê Ursala
Schmidt ve hat kirin. Ursala Schmidtê di axaftina xwe de destnîşan
kir ku ligel hemu hewldanên pêşîlêgirtina “4emîn Pêşangeha
Pirtûkên Kurdî” ku ji aliyê konsolosxaneya dewleta tirk ya
li Elmanyayê ve hat kirin, ev pêşangeh hat lidarxistin
û weha got; “Herkes dizane ku Kurd, xelqeke cuda ye. Ya herî
rast û xwezayî jî ew e ku ji bo parastin û bipêşxistina
ziman û çanda xwe, di nav tekoşînê de be.”
Herweha, heman rojê di çarçoveya “4emîn Pêşangeha
Pirtûkên Kurdî” de ji aliyê Dr. İbrahim Mahmood ve,
li ser jiyan û hunera sînemayê ya hunermendê navdar Yilmaz
Guney semînerek hat lidarxistin. Dr. İbrahim, di axaftina
xwe de destnîşan kir ku kurdayetî û zaroktiya Yilmaz
Guney, ji bo pêşeroj û hunermendiya wî ya serkeftî buye
bingeheke girîng û weha dom kir; “Yilmaz Guney, ligel hunera
sînemayê di warê nivîs û edebiyatê de jî gellek berhemdar
buye. Guney, ne tenê lîstikvan bû. Ew, herweha senarîst û
nivîskar bû jî. Piraniya mijarên filmên Guney li ser rastiya
jiyana civakê hatibû avakirin.”
Dr. İbrahim Mahmood, herweha destnîşankir ku hemu
fîlmên Yilmaz Guney, ji çand û jiyana civakî ya Gelê Kurd
hatine xwedîkirin û ji ber vê yekê jî, divê fîlmên Guney wek
bingeh û destpêka sînemaya Kurdî bên qebulkirin.
Dr. İbrahim diyar kir ku Yilmaz Guney, bi fîlmên xwe
yên wek “Rê” û “Kerî” li seranserê dinyayê hat naskirin û
bû xwedî çendîn xelatên girîng ku 47 ji van xelatan li Tirkiyeyê
û 17 xelat jî yên navneteweyî stendiye.
Hêjayê gotinê ye ku di çarçoveya “4emîn Pêşangeha Pirtûkên
Kurdî” di standên pirtûkan de pirtûkên weşanxaneyên Kurdî
yên wek KOMKAR, Roja Nû, Riya Azadî, Deng, Veng, Vate, Firat,
Oz-Ge, Birnabun, Nasname û Afiş Mediayê hatin raxistin
û herweha, ji aliyê KOMJIN, hunermendê navdar Şivan Perwer
û IKVê ve satanda berhemên kurdî hat vekirin.
Herweha, pêşangehaka wêneyan ku ji berhemên Girênendeyê
Giştî yê Rojnamya Dema Nû û wenesaz Arif Sevînç pêk hatibû,
hat lidarxistin.
“4emîn Pêşangeha Pirtûkên Kurdî” wê 3 roj dom bike.
|