| Pîrozbahî
ji bo Cejna Êzî
Kurdistaniyên qedîm, bîhn û rengê Kurdistanê, gelê me yê
Êzdî îsal jî cejna Êzî pîroz dike.
Ne hewce ye em dubare bikin; Êzidî jî wek hemû Kurdistaniyan
bi êrişkarî û stemkariya dijmin rû bi rû bûne û îro jî
di bin xeterê da ne. Bi taybetî jî li Başûrê Kurdistanê,
heremên li derveyî Kurdistana Federal, li hember Êzîdiyan
dafik, lîstik û êrişkarî berdewam in.
Lê belê gelê me yê heremê bi her awayî li dijî dijminan berxwe
dide û daxwaza daxilbûna Kurdistana Federal eşkere dike.
Divê her Kurdekî xwedî şeref û xîret pişgiriya xwe
ji bo Kurdên Êzîdî xurttir bike û bi wan ra mil bi mil têbikoşe.
Divê em bi her awayî li gel Kurdên Êzîdî bibin, da ku gula
baxça Kurdistanê ya rengîn neçilmise.
Em cejna Êzî, li hemû Kurdên Êzidî pîroz dikin.
14.12.2007
Yekîtiya Komelên Kurdistan-KOMKAR
|