|
Şandeya KOMKARê Serdana Parlamenterên
CDU kir
Şandeyeke
Yekîtiya Komelên Kurdistan-KOMKARê di 28ê Gulana 2008´an da
bi Parlamentera CDU Sitî Gitta Connemann û Berdevkê Wezîrê
Derve, Parlamenter Eckart von Klaeden ra hevdîtinek çê kir.
Hevdîtin di avahiya Parlementa Federal ya Elmanyayê da pêk
hat. Endamê şandeyê Taner Uçar da zanîn, ku ew dixwazin
wek KOMKAR bi hemû partiyên Elman ra hevdîtinan pêk bînin
û vê hevdîtinê giring nirxand û spas li parlamenteran kir.
Şande di ziyaretê da bi kurtî KOMKAR da
nasîn û her weha li ser pirsên Kurdên Elmanyayê û li ser bûyerên
dawîn yên Tirkiyê û Kurdistanê agahdarî da û ji bo çareseriya
pirsa Kurd pişgirî ji wan xwest.
Parlamenterên CDU jî gotin, ku KOMKAR û kar
û xebatên wê nas dikin û her weha di rojên pêş da wê
hewl bidin, ku bi KOMKARê ra kar û xebatên hevbeş bimeşînin.
Endamên CDU bal kişandin hin guhartinên demokratik yên
van demên dawiyê li Tirkiyê û gotin, ku ev guhertin ji bo
endametiya YE´yê ne bes in. Parlamenter her weha nêrîn û pêşniyarên
KOMKARê li ser çareseriya pirsa Kurd realist nirxandin û dan
zanîn, ku pişgirî didine wan pêşniyaran.
Şandeya KOMKARê jî guhartinên li Tirkiyê
wek xapînok bi nav kir û eşkere kir, ku di vî warî da
gavên berbiçav nayên avêtin. Şande her weha got, ku ger
pirsa Kurd çareser nebe, wê aramî û îstîqrar li Tirkiyê bi
cîh nabe û wek partiya li ser hukum ji CDU xwest, ku di hevdîtinan
da zexta li ser Tirkiyê zortir bikin, da ku ew di warê çareseriya
pirsa Kurd da gavan bavêje.
Şandeya KOMKARê û parlamenterên CDU eşkere
kirin, ku bi vê hevdîtinê xweşbîn bûn û her weha daxwaza
berdewamiya têkiliya herdu aliyan kirin.
|