Kurdistan Dernekleri Birligi

Pêwendî / iliþki
Rojev / Gündem
Belavok /Bildiri
Weþan /Yayin
Ji arþîvê
Galeriya wêneyan

E-mail
Deutsch

 


Nama sersaxiyê ji bo birêz Mesûd Barzanî

Köln, 02. 02. 2004

Birêz Kek Mesûd Barzani

Serokê Partiya Demoqrat a Kurdistan

Digel rêz û silavan

Ew rudava ku di roja yêkeye cejna pîroze qurbanê, li bargêhên, Liqa du ya PDK û malbenda   sê ya YNK li Hewlêra paytext da bi destê terorîstan rudayî cihê  xem û pejara me û hemû gelê Kurde. Di ewê êrişa nemirovîye terorîstî da gelek kadir û serkirdên jêhatî yên gelê kurd û biteybet kadir û tekoşerên serokatîya herdû hêzên hevxebat li başûrê, ji dest con. Ev kiryara terorîstî êrişe li ser tifaqa hêzên Kurdistanê, êrişe li ser daxwazîyên netewa Kurd. Ev kiryare wê berevajîya mexseda dijminên  azadîya kurd û Kurdistanê, wê refên gel qahîmtir bike, sekevtina dozê nêzîktir bike.

Bi şehîdbûna evan nemirana:
Samî Ebdurehman
Şewket Şêxêzdîn
Mehmûd Halo
Mehdi Xoşnav
Saed Ebdulah
Ekrem Mentiq
Ehmed Rojbeyani
Emid Nerîman û hevwelatîyên dinê
, em pir xemgîn nin, jana me mezine, birîna me girane.

Ez bi navê rêvebirya KOMKAR´ê û hemû endam û alîgirên rêxistina me, evê kiryara hovane û nemirovî rûreş dikim û serxweşîya germe xwe pêşkêşî We û hemû endam û kadrên Partîya we  dikim û ji şehîdan ra rehmet, ji birîndaran ra tenduristî û ji we û malbatên nemiran ra sebir dixwazim.

Bila gelê me sax be.

Museger be, federalizma corafî, siyasî, netewî û extiyarî!

Bijî yêkitîya hêzên Kurdistan!

Fettah Timar
Serokê KOMKAR

 

Nama sersaxiyê ji bo birêz Celal Talabanî

Köln, 02. 02. 2004

Birêz Mam Celal Talabani

Sekretere Giştî yê Yekitî Niştimanî  Kurdistan

Di gel rêz  û silavan

Ew rudava ku di roja yêkeye cejna pîroze qurbanê,  li malbenda  sê ya YNK û liqa du ya PDK, li Hewlêra paytext da bi destê terorîstan rudayî cihê  xem û pejara me û hemû gelê Kurde. Di ewê êrişa nemirovîye terorîstî da gelek kadir û serkirdên jêhatî ên gelê kurd û bi teybet kadir û têkoşerên serokatîya herdû hêzên hevxebat li başûrê, ji dest çon. Ev kiryara terorîstî êrişe li ser tifaqa hêzên Kurdistanê, êrişe li ser daxwazîyên netewa Kurd. Ev kiryara wê berevajî mexseda dijminên  azadîya kurd û Kurdistanê, refên gel qahîmtir bike, sekevtina dozê nêzîktir bike.

Bi şehîdbûna evan nemirana:

Şaxawan Ebbas
Xosro Şêri,
Fuad Çelebi
û hevwelatîyên dinê em pir xemgîn kirine, jana me mezine, birîna me girane.

Ez bi navê rêvebirya KOMKARê û hemû endam û alîgirên rêxistina me , evê kiryara hovane û nemirovî rûreş dikim û serxweşîya germe xwe pêşkêşî we û hemû endam û kadrên Partîya we  dikim û ji şehîdan ra rehmet, ji birîndaran ra tenduristî û ji we û malbendên nemiran ra sebir dixwazim.

Bila gelê me sax be.

Bijî federalizma coxrafî, siyasî, netewî û extiyarî!

Bijî yêkitîya hêzên Kurdistan!

Fettah Timar
Serokê KOMKAR

     
Verband der Vereine aus Kurdistan Bunsenstr. 7 D-51145 Köln
Tel.: 02203-93517-0 Fax: 02203-31126

vegere serê malperê
© 2003 Komkar