Şivan
Perwer di peşangeha pirtûkan ya KOMKARê da
Hunermendê Kurd yê bi nav û deng Şivan Perwer, beşdarî
pêşangeha pirtûkên Kurdî ya KOMKARê dibe. Pêşangeha
Pirtûkên Kurdî ya 4., ku Yekîtiya Komelên Kurdistan-KOMKAR
di 1-2-3´yê Sibatê li bajarê Wuppertalê amade dike, ji bilî
nivîskarên Kurd, her usa xêrhatin li hozanê gewre yê Kurd
Şivan Perwer û fonda wî dike.
Fonda Şivan Perwer, ku navenda wê li bajarê Bonnê ye,
di berdewamiya pêşangehê da 3 rojan wê standa xwe veke
û berhemên xwe raxe. Her usa Şivan Perwer jî wê beşdarî
pêşangehê bibe û CD û fotografên xwe îmza bike.
Wek tê zanîn, nivîskar Dr. Eskerê Boyîk, Yilmaz Çamlbel,
Mehmet Bayrak jî beşdarî pêşangehê dibin û pirtûkên
xwe îmza dikin.
Her usa di pêşangehê da Dr. Îbrahîm Mahmûd li ser hunermendê
Kurd yê nemir Yilmaz Guney konferansek pêşkêş dike
û fîlmê Yilmaz Guney „Rê“ tê nîşandan û bi beşdariya
rojnamevan Oral Çalişlar (Cumhuriyet), Nevzat Karakeçî
(Dema Nû) û M. Şefik Oncu (Net-Kurd) wê li ser pirsa
çapemeniyê panelek jî di nav bernama pêşangehê da cîh
digre.
Wêne û tabloyên nivîskar û wênesaz Arîf Sevînç, ku karê xwe
li Amedê didomîne û gerînendeyê giştî yê rojnama Dema
Nû ye, wê di pêşangehê da bên raxistin.
Di pêşangehê da her usa, pirtûkên weşanxana KOMKAR,
Roja Nû, Deng, Veng, Riya Azadî wê heta di sedî da 50 erzantir
bên firotan.
|